Li Dêrsimê 2 kes hatin girtin 2024-04-24 11:26:10     DÊRSIM - Li Dêrsimê di serdegirtinên malan de 5 kes hatin binçavkirin, ji van 2 jê hatin girtin.    Li navçeya Qisle ya Dêrsimê û navenda wê di 22’yê nîsanê de bi ser malan de hate girtin û 5 kes hatin binçavkirin. Her 5 kesên piştî karûbarên wan ên li midûriyeta polîsan bi dawî bûn sewqî edliyeyê hatin kirin, ji aliyê dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.    3 kes piştî îfadeyên li dadgehê bi şertê kontrola edlî hatin berdan, Emîne Surgeç û Eylem Surgeç bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “alîkariya rêxistinê” hatin girtin.