Muhammed ê di berxwedana Wanê de hat girtin hate berdan 2024-04-16 20:00:17   WAN - Muhammed Orhan ê di berxwedana Wanê de hatibû binçavkirin û bi rûkeniya xwe bûbû rojev hate berdan.     Muhammed Orhan (18) di berxwedana Wanê ya li dijî darbeya hilbijaritinê de hate binçavkirin û piştre jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin. Muhammed Orhan ê bi rûkeniya xwe ve bûye remza berxwedana Wanê, piştî îtîraza hatiye kirin hate berdan.