Li Navenda Giştî ya HDP'ê piştî civîna serdema nû daxuyanî

  • 16:22 30 Gulan 2023
  • Ramyarî
 
ENQERE - Civîna KCD, HDK, DBP, Partiya Çep a Kesk û HDP bi civînekê encamên hilbijartinan nirxandin û piştî cîvînê daxuyanî dan. 
  
Hevserok û hevberdevkên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Çep a Kesk ji bo encamên hilbijartinan binirxînin û nexşerêya serdema nû ango dema bê diyar bikin civiyan. 
 
Civîn li Navenda Giştî ya HDP’ê hat lidarxistin. Di civînê de encamên hilbijartinên 14’ê Gulanê û 28’ê Gulanê hatin nirxandin. - Civîn ji çapemeniyê re girtî pêk hat.
 
Piştî civînê daxuyanî hat dayîn.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
“Em wekî Hevserokên Giştî û Hevberdevkên Giştî yên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Çepên Kesk, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatin cem hev û li ser encamên hilbijartinê û xebatên dema pêşiya me, me nirxandin kir. 
 
Gel bersîva xwe aşkere da 
 
* Li gel konsepta têkbirin û tasfiyekirinê ku di salên dawî de li hemberî Tevgera Kurd ya Siyasî tê meşandin me bi hev re têkoşîn û berxwedaneke esasî meşand û em dimeşînin. Li gel darbeya bênavber ku li hemberî israra azadiya gelê Kurd tê meşandin, gelê me li Kurdistanê bersiva herî girîng û eşkere di hilbijartinên 14 û 28ê Gulanê de da. Em vê helwesta gelê Kurd ku li hemberî bêstatubûnê û inkara pergalê, bi daxwaz û têkoşîna xwe ya azadiyê israr dike, li hemberî zulmê tu tawiz nade bi rêzdarî silav dikin û bejna xwe li ber vê helwestê ditewînin. Em soz didin ku em ê vê helwesta gelê xwe di xebatên xwe yên pêşiya me de jî esas bigirin û bi awayekî bi bandor di siyaseta xwe de pêk bînin. 
 
* Her wiha em helwest û sekna gelên Tirkiyeyê sişav dikin ku li hemberî desthilata faşîst a ku hemû derfetên dewletê bi kar anî, hemû komplo, defik, derew û dezenformasyon wekî rêbazeke siyasî pêk anî. Di vê hilbijartinê de ji 2 kesan kesek li hemberî pergala qesrê derket; ev yek ji bo me sedema mezinkirina têkoşîna civakî ya şoreşger û demokratîk e. 
 
* Em qebûl dikin ku di hilbijartinê de em negihîştin hedefên xwe û li gor van hedefan em bi ser neketin. Lê belê em bang li wan kesan dikin ku li ser encamên sandoqan bandor û diyarkariya têkoşîna azadî û demokrasiya gelê Kurd û gelê Tirkiyeyê dinirxînin; Em her tim bi awayekî siyasî pêş ketin û bûne hêviya bindestan. Di dema nû de jî bandora me ya diyarkirinê dê di warê rêxistinî, polîtîk û civakî de bidome. Vê rola me jî herî zêde derdorên ku dibêjin “bi aqlê dewletê tevgeriyane” baş dizanin. Em ê bi înad û israr rola xwe ya têkoşîna demokrasiyê hîn zêdetir mezin bikin û hîn bihêztir bibin pêşengê doza azadiyê. 
 
* Em soza xwe ya serkeftina doza demokrasî û azadiyê ji nirxên xwe re, ji heval û hogirên xwe re didinku li zîndanan, li sirgunê û li her qada têkoşînê berdêl û ked didin.
 
* Em rê nadin tu bêmoraliyê, bêtaqetiyê, qelsiyê, destûr nadin tu operasyonê û her wiha bi baweriyeke mezin em ê di rojên pêş de bi pêkhate û saziyên xwe re bi gelên xwe re bi awayekî berfireh encamên ku derketine holê binirxînin. Em ê ji van encaman para xwe derxin û li gel vê pergala neyarê ked, azadî, aştî, xweza, jin û ciwanan berxwedana xwe mezin bikin û bi pêş bixin. 
 
Serkeftin dê bibe ya gelên ku li hemberî faşizmê têkoşînê dide!”