Li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna serdema nû

  • 11:49 30 Gulan 2023
  • Ramyarî
 
ENQERE - Civîna KCD, HDK, DBP, Partiya Çep a Kesk û HDP ku dê encamên hilbijartinan binirxînin û nexşerêya serdema nû diyar bikin dest pê kir. 
 
Hevserok û hevberdevkên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Çep a Kesk ji bo encamên hilbijartinan binirxînin û nexşerêya serdema nû ango dema bê diyar bikin civiyan. 
 
Civîn li Navenda Giştî ya HDP’ê tê lidarxistin. Di civînê de encamên hilbijartinên 14’ê Gulanê û 28’ê Gulanê bên nirxandin. Her wiha dê di civînê de dê nexşerêya dema bê were diyarkirin. Civîn ji çapemeniyê re girtî pêk tê.
 
Li bendê ye ku piştî civînê daxuyanî bê dayîn.