Pêşnûmeya der barê turbanê de ji komîsyonê derbas bû

  • 21:09 24 Çile 2023
  • Ramyarî
ENQERE - Pêşnûmeya guherîna Destura Bingehîn ya ku sererastkirinên der barê turbanê de jî têde di Komîsyona Destura Bingehîn Meclîsê de hat qebûlkirin.
 
Komîsyona Destura Bingehîn a Meclîsê, xalên pêşnûmeya guherîna Destura bingehîn ya ku sererastkirinên der barê turbanê de jî dihewand nîqaş kir. CHP û Îyî Partî jî di hevdîtinan de pêşûmeya hevpar pêşkêşî komîsyonê kir.
 
Di pêşnûmeya CHP û ÎYÎ Partî pêşkêş kir de îbareya ‘baweriya olî’ ya di pêşnûmeya guherîna der barê xala 24’emîn a AKP’ê hat derxistin. Lê der barê xala ku saziya malbatê saz dike de tu îfadeyî cih negirt.
 
HDP’ê jî gotibû bi kesên ku li gorî destura bingheîn tevnagerin destura bingehîn nayên çêkirin û tevli nebû.
 
Pêşnûmeya guherîna destura bingehîn ya der barê turbanê de hat qebûlkirin û pêşnûmeya CHP û ÎYÎ Partî pêşkêş kiribûn hatin redkirin. 
Ji bo pêşnûme di meclîsê de bê qebûlkirin divê 400, ji bo bibin referandumê jî herî kêm divê 360 parlamenter erê bikin. 
 
Rêxistinên jinan ji destpêkê de bertek nîşan didin vê wek xespkirina mafan dinirxînin.