Nuran Îmîr: Wêneyên der barê Semra Guzel de rastiya vê civakê ne

  • 09:02 27 Mijdar 2022
  • Ramyarî
 
ENQERE - Parlamentera HDP’ê Nuran Îmîr da zanîn ku wêneyên der barê parlamentera Amedê Semra Guzel de derketine holê rastiya vî gelî ye û got biryara rakirina destnedana Leyla Guven û Semra Guzel ne desthilatdarî yan jî daraz, divê gel bide.
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Semra Guzel a hatiye girtin, bi hinceta tevli xebatên qanûnî nebûye,  ji bo xistina parlamenteriya wê Komîsyona Amadekar hat avakirin û di civîna 8’ê Mijdarê de der barê ku ‘parlamenterî bê xistin’ de biryara pêşniyarê hat aşkerakirin. Biryar vê carê li Komîsyona Tevlihev a Edalet û Destûra Bingehîn hat nîqaşkirin. Bi pirdengî biryara xistina parlamenteriya Semra Guzel hat dayîn. Komîsyona Tevlihev wê rapora der barê biryarê de bişîne ji Lijneya Giştî ya Meclîsê re. Lijneya Giştî wê biryara dawî bide.
 
Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr a di komîsyona tevlihev de cih girt, der barê xistina parlamenteriya Semra Guzel de nirxandin kir.
 
‘Dixwazin bi darazê siyasetê bi teşe bikin’
 
Nuranê destnîşan kir ku hedefgirtina Semra Guzel parçeyek konsepta şerê li hember Kurdan hatiye destpêkirinê ye û wiha got: “AKP-MHP li hember tevgera siyasî ya Kurd şerê hebûn û tunebûnê daye destpêkirin. Polîtîkayên wan ên qirêj ên vî şerî dijhiqûqî ye. Hem hiqûqa xwe hem jî ya navneteweyî binpê dikin. Îro li hemû welat li hember hemû Kurd û jinan hiqûq hatiye rawestandin. Desthilatdarî bi qanûnên tûrik hewl dide hebûna xwe bidomîne. Qanûnên heyî jî ji bo şûndeketina siyaseta Kurd bi kar bînin. Bi zirxa darazê dixwazin siyasetê bi teşe bikin.”
 
‘Li ser jinên kurd şerê îdeolojîk dimeşînin’
 
Nuranê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Jinên Kurd bi salane li berxwe didin. Tevî hemû înkar, kumpas û derewên AKP’ê, ligel Kurdan tu wateya wan nema ye. Hemû siyaseta wan dijberî Kurdan hatiye avakirin. Li ser jinên Kurd şerekî îdeolojîk tê meşandin. Serokê MHP’ê ku hevkarê AKP’ê ye got; ‘Em naxwazin HDP saniyekê li meclîsê bisekine’. Ev jî bêtehemuliya li hember Kurdan nîşan dide. Îro li hember destkeftiyên Kurdan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûr jî êrîş didomin. Lê ev hewldanên wan nagihêjin encamekê. Her tim heman encamê digirin. Ji ber vê jî êrîşên xwe didomînin.”
 
‘Ferzên îdeolojiya xwe tînin cih’
 
Nuran li ser doza girtina der barê HDP’ê jî sekinî û gotinên xwe wiha domand: “Heta îro bi dehan partiyên Kurd girtin. Lê gelê Kurd her carê  têkoşîna mafdar û xurt domand, di siyasetê de cih girt. Em tevgera jinên Kurd û HDP hemû gelên bindest, mafên gelan diparêzin û têdikoşin. Îro li her qadê êrîş hene. Li girtîgehan li qadan di têkoşîna demokrasiyê de êrîşên tund hene. Li dijî vê dîsa jinên Kurd li berxwe didin. Hedefgirtina Semra Guzel parçeyek vê konsepta qirêj e. Ji ber wêneyê bi salan berê hedef hat girtin. Li ser vê nîjadperestî derxistin pêş. Li ser vê jinên Kurd û partiya me hedef girtin. Muxalefetê jî piştgirî da desthilatdariyê. Mînak tu Kurd bî û te bi sedhezaran deng girtibe jî tu tiştek ferq nake. Muxalefet û desthilatdarî ferzên îdeolojiya fermî tînin cih.”
 
‘Ew wêne rastiya me ye’
 
Nuranê di berdewamiyê de wiha bi lêv kir: “Dema mijar dibe Kurd muxalefet ligel desthilatdariyê ye. Her carê înkarkirina Kurdan dertê holê. Wêneyê Semra Guzel rastiya civakê ye. Em HDP dibêjin; Pirsgirêka Kurd bi şer nayê çareserkirin. Ji ber vê ev bedelana tên dayîn. Lê ji 2015’an heta niha AKP wek xwe dixwaze gel bikşîne şer û netewperestiyê. Lê em her carê vê bi siyaset û sekna xwe vala derdixin. Ev bêtehemûlî ji ber vê ye. Her tim hewl didin siyaseta me ya rewa krîmînalîze bikin û daraz û darizandinên di xizmeta xwe de bi kar tîne. Heta îro gotinên serokê giştî yê AKP û hevkarê wê MHP’ê bi tena serê xwe veguherîne hukma qanûnê. Ev gotin li ser jinên Kurd û Kurdan pêk tên. Kurd û jinên Kurd hedef tên girtin.”
 
‘Gel dikare biryarê bide’
 
Nurayê detnîşan kir ku Ayla Akat Ata, Gultan Kişanak, Ayşe Gokkan, Leyla Guven, Fîgen Yuksekdag, Hulya Alokmen, Rojbîn Çetîn û bi dehen siyasetmedarên jin ên girtî ji ber guhertina civakê têkoşiyane di girtîgehan de ne û sedema hedefgirtina jinên Kurd têkoşîna jinên Kurd e. Nuranê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di şexsê pêşengên jinên Kurd de dixwazin têkoşîna jinên Kurd şûnde bixînin û bigirin bin kontrola xwe. Lê tu car vê encam negirtiye. Ji ber encamê nagirin êrîş dikin. Leyla Guven, Semra Guzel ji aliyê sedhezaran ve deng girtine. Tiştekî dijberê qanûnan nekirine. Siyaseta demokratîk meşandine. Qanûn neçar in îradeya gel nas bikin. Ne desthilatdarî ne daraz nikare biryarê bidin. Encax gel dikarin biryarê bigirin.”
 
‘Yekane çareserî naskirina gelê Kurd e’
 
Nuranê di dawiya axaftina xwe de ev nirxandin kir: “Kaos, krîz û dijhiqûqiyên desthilatdariyê welat ber bi tarîtiyê ve biriye. Yekane rêya ji vê tarîtiyê derketin naskirina gelê Kurd e. Muxalefeta di alî pirsgirêka Kurd de ligel desthilatdariyê cih digire wê bê darizandin. Dîrok wê wan efû neke. Muxaleftê rakirina destnedana parlamentera me erê kir. Bi vê biryarê nikarin bi me şûnde gavê bidin avêtin. Em ê di her hilbijartinê de hîn bêtir zêde vegerin. Em ê her tim li cem gelê xwe bin. Em ê li dijî vê zîhniyetê şûnde gavê neavêjin.”