Saliha Aydenîz: Êrîş li dijî azadiya jinê û jiyana nû ne

  • 09:02 25 Mijdar 2022
  • Ramyarî
 
Şehriban Aslan-Rojda Aydin 
 
AMED - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz têkildarî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê axivî û got, “Tirkiye got ku ewlehiya sînorên wê di xeteriyê de ye û li gorî xala 51’emîn a civaka navneteweyî parastina sînorê xwe dikin. Lê armanc ne parastina sînor e û êrîş li dijî azadiya jinê û li dijî jiyana nû ne. 
 
Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li başûrê Kurdistanê ji 19’ê Mijdarê ve berdewam dikin. Di encama van êrîşan de gelek kes birîndar bûn û sivîl jî di nav de gelek kes hatin qetilkiri.  Di nava kesên ku hatin qetilkirin de nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Îsam Ebdullah jî heye. Êrîş berdewam dikin,  Li dijî van êrîşan bertek û nerazîbûnên kurdan hem li Kurdistan û Tirkiyeyê û hem jî li gelek welatên din berdewam dikin. 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz, êrîşên ku hatin kirin nirxand û got ji bo ev êrîş pêk bên gelek hincet hatine nîşandan.
‘Êrîşa li dijî Rojava plan kiribû’
 
Saliha, anî ziman ku Îqtîdara li Tirkiyeyê êrîşên xwe didomîne û wiha got: “Li Başûr ev 7 mehên dawiyê ye êrîş hene. Li dijî Rojava bi ÎHA û SİHA’yan qadên sivîlan tên gulebarankirin û komkûjî tên kirin. Dema ku em meseleya Efrîn, Serêkaniyê, Grê Spî, şerê ku 7 mehên dawiyê li Başûrê Kurdistanê didome û salek berê şerê li Garê pêk hat dinirxînin; em dibînin ku ev îktîdar xwe li ser nigan nikare bigire û rêve bibe. Ji vê hikûmetê re rol hatiye dayîn, ew rol jî tasfiyekirina têkoşîna azadiya gelê Kurd e. Lê îqtîdar di vê rola xwe têk çû. Ji bo ku ser vê jî bigire û rola xwe bidomîne, ji aliyekê ve çekên kimyevî bi kar anîn û ji aliyê din ve jî yekser êrîşeke hewayî li ser rojavayê Kurdistanê da destpêkirin. Ev ne biryareke ku piştî Lutkeya G-20’an jî piştî teqîna li Kolana Îstîklalê hatiye dayîn e. Êrîşa li ser Rojava rasterast destwerdanek li modela jiyanê ya ku gelên Rojava û Sûriyeyê bi hev re li Bakûrê Rojhilatê Sûriyeyê ava kirine ye. Ev saleke ji bo ku êrîş bike li hinceta digeriya. Ev polîtîqayeke  li dijî erdnîgariya kurdan ziman, çand, erdnîgarî û statuya kurda ye. Ev jî rastiya ku dibêje 'Kurdistan mêtingeh e' nîşanî me dide. 
 
'Dewleta Tirk ji çar aliyan ve êrîşî Kurdistanê dike'
 
Saliha, bi lêv kir ku li dijî gelê Kurd êrîşeke topyekûn heye û wiha domand: “Li çar parçeyê Kurdistanê dewleta Tirk êrîş dike. Li Tirkiyeyê ji her alî ve êrîş li ser Kurdan tê kirin, di destpêkê de sedema vê jî tecrîda ku li ser Rêverê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan tê meşandin e. Yanî hewldanek ji bo tasfiyekirina û êrîşa li ser daxwaza gelê Kurd a azadî, statû, ziman û çanda xwerêvebiriyê ye. Ev polîtîqaya sed salî ya vê dewletê ye. Ev 20 sal in AKP û 8 sal in jî AKP û MHP  bi tîfaqên ku kirine hewl didin ku rola xwe temam bikin û bigihînin encamê. Daxuyaniyên wekî ya herî dawî ya Wezîrê Karên Hûndir a ‘Wê di 29’ê Cotmeha 2023’an de bi temamî biqede’ dem tên dayîn. Zêdetir pirsgirêkek zihniyetê heye ku hewl dide siyaseta demokratîk bi dawî bike. Ji ber vê yekê, her çendî sedema teqîna li Kolana Îstîklalê nehate zanî jî, tevî ku li ser sûc hatin girtin jî gelek caran daxuyaniyên cuda hatin dayîn. Ev daxuyanî hemû daxuyaniyên nakok bûn. Tevî van hemûyan jî mûxalefet, civaka Tirkiyeyê, gelê Tirkiyeyê, gelê Kurd, heta civaka navneteweyî û gelên Rojhilata Navîn jî vê tiştê baş dizanin. Her wiha her kes dizane ku dewleta Tirkiyeyê yanî hikûmeta AKP û MHP’ê û alîgirên wê, weke ku di êrîşa dawî de hat dîtin, bêyî piştgiriya Amerîka, Rûsya û derdorên navneteweyî nikarin êrîşeke bi vî rengî pêk bînin. Dema ku em li van hemûyan difikirin, em dizanin ku çi raman û destên qirêj ew bombe çêkirine. Divê bi zelalî were gotin ku zîhniyeta ku Kolana Îstîklalê teqand, zîhniyeta ku îro êrîşî Rojava û Başhûr kir jî heman zihniyete.”
 
‘Modela jiyanê wê azadiyê bi xwe re bîne’
 
Saliha, bi bîr xist ku bi bomberdûmana 89 cihan ve êrîş hatine destpêkirin û axivî: “Li ser bingeha maddeya 51 di civaka navdewletî de, wan got ku ewlehiya sînorên wan di metirsiyê de ye û ew diparêzin. Sivîl, nexweşxana li wir, an jin ewlehiya sînor tehdît dikin? Ew jî baş dizanin ku tiştekî wiha tuneye. Gotina misteşarê  mît ê ya ‘Tiştekî ne zehmet e, em ê ji Sûriyê çend bombeyan biavêjin û em ê sedemê ava bikin’ tam sedema teqînê ye. Dibe ku ew xwe dispêrin madeya 51 ji bo rewakirina vî karî di civaka navdewletî de, lê her kes dizane ku ev kar ne rewa ye. Jixwe modela jiyanê ya gelê Kurd li Rojava hatiye avakirin û ev modela jiyanê alternatîfa zelal a sîstema kapîtalîst e ku veguheriye krîzeke cîhanê. Li wir jiyanek tê avakirin. Ev her tim weke utopyayekê dihat dîtin, lê îro ev jiyan li Rojava tê avakirin. Ev şêwaza jiyanê ji bo hemû bindestan, ji bo hemû kesên ku li xwerêveberiyê digerin û li rêya derketina ji krîzên pergala kapîtalîst digerin, hêviyê diafirîne. Tê zanîn ku ev modela jiyanê wê azadiyê bi xwe re bîne. Ev jî nîşan dide ku Erdogan bi êrîşên hewayî re sînordar namîne, ku ji şeva 19'ê Mijdarê ve dewam dike, nîşan dide ku ew ê êrîşan bidomînin.”
 
‘Başûrê Kurdistanê cihê ku mîtên Tirk lê belav bûye ye’
 
Saliha, destnîşan kir ku AKP 7 mehin nikare ji Başûr derbikeve û wiha pê de çû: “Tê zanîn ku wan li Garê şikestinek çawa xwarine. Pirsgirêka li wir bi rastî ne meseleya ewlehiyê ye, ne meseleya PKK'ê ye, meseleya li wir ew e ku li kuderê destkeftiyek kurdan hebe têk bibin. Îro başûrê Kurdistanê cihê ku mîtên Tirk lê belav bûye ye. Veguheriye herêmeke ku bi dehan baregehên artêşa Tirk lê hene. Gotinên Bahçelî û Erdogan ku sîyaseta xwe wek lewheyên Kerkûk û Mûsilê bi nav dikin e. Dîsa di sala 2017’an de di referandûma serxwebûnê ya başûrê Kurdistanê de çawa bertekek nîşan dan diyar e. Pirsgirêk statûya gelê Kurd, mînaka paradîgmaya azadiya jinê ya demokratîk a ekolojîk e ku bi têkoşîna azadiya gelê Kurd hatiye avakirin e. Pêwîste ku vê yekê herkes pir zelal bibînin û bixwînin. Dixuye ku dewleta Tirk pêşengiya vî karî û operasyona leşkerî dike ye. Rêveberê vê jî tifaqa AKP û MHP’ê ye. Lê em dizanin ku hemû dewletên hegemonîk ên ku dema Rojhilata Navîn ji nû ve ava dikin, berjewendiyên xwe difikirin û parçeyek ji vî karî ne. Tê zanîn ku dewletên herêmê yên ku Kurdistanê di navbera xwe de dikin çar parçe, li Rojhilata Navîn û li gorî berjewendiyên xwe li hemberî vê yekê bêdeng in. Herî dawî jî di êrîşa li Zaxo de 9 welatiyên ereb hatin kuştin. Belê, bertekek pir cidî çêbû, lê li hemberî vê yekê ji Tirkiyeyê re çi hat kirin? Ji wê demê û vir ve pirsgirêka Tirkiyeyê ew e ku têkoşîna azadiya Kurd tasfiye bike û di ser tasfiyekirnê re xewnên xwe yên Rojhilata Navîn ango Osmanî xurt bike. Lewma bi Lîbya, Sûriye, Iraq û Kafkasyayê re tim di nava şerekî de ye.”
 
‘2015’an vir ve rewa wî nemaye’
 
Saliha, da xuyakirin ku êdî rewatiya hikûmetê nemaye û ji Hezîrana 2015'an û vir ve rewabûna wê nemaye û wiha bilêv kir: “Divê were zanîn ku ji sala 2015’an û vir ve rê û rêbaza rêveberiya Tirkiyeyê polîtîkaya tecrîdê û tayînkirina qeyûman e. Belê, di ser Kurdan û Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan re hat destpêkirin. Lê rewşa Tirkiye ya îro tê de ye, qanûna înfaza cezayê, qanûna sansûrê ya çapemeniyê, Peymana Stenbolê, qanûnên ku her roj derdixe, li ser mijarên wekî çete û baronên narkotîkê ku di demên girîng de bi efûyê derxistiye; pergala serokatiyê ya sala 2017’an û veguherandina vê sîstemê ji bo rejîma yek mêrî sazîkirina faşîzmê ye. Yê ku herî zêde li hemberî vê têdikoşe gelê Kurd û jinên Kurd in, tu carî gav paşde navêjin, di her alî de xwedî li gotina xwe derdikevin û têkoşîna xwe didin meşandin. Cihê ku ev model hatiye vegûherandin Rojava ye. Ji ber vê yekê ji sala borî vir ve her cure rêbaz ceriband ku vê derê bênefes bihêle. 7 mehin li Avaşîn, Zap û Metînayê ji ber şerê ku dimeşîne de tu tiştî bi dest nexist, çekên kîmyewî bi kar anî. Lê belê di vir de jî tu tişt bi dest nexist. Îqtîdar bi vê polîtîqaya şer re dixwaze tasfiyekirinê biqedîne û pêvajoyeke hilbijartinê ya nû bide destpêkirin. Lê belê mesele ew e ku ji ber nikare kurdan tasfiye bike nikare bikeve pêvajoya hilbijartinê jî. Tirkiye van pêkanînan bi tena serê xwe nake ev bi piştgiriya  Emerîka û Rûsyayê  tê kirin. Her wiha êrêkirina dewletên herêmê ye jî. Gelê Kurd li dijî vê yekê elbet dê têkoşîna xwe bilind bike.”
 
‘Xwediyê vê dirûşmeyê birêz Abdullah Ocalan e’
 
Saliha, da xuyankirin ku gelê Kurd xwedî perspektîfeke ku hêviyê dide gelên Rojhilata Navîn û gelên bindest û xwediyê vê perspektîfê Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan e. Saliha, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Xwediyê vê perspektîfê Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan e. Sedema tecrîda girankirî ya li ser Birêz Ocalan jî ev tişt e. Ji bo ku ev perspektîf neyê jiyîn ev zext tên kirin. Dirûşmaya ‘jin,jiyan, azadî’ vegûherî felsefeyê. Felsefeya ku tenê ji yek dirûşmeya hemû cihanê derketiye holê û di pêşengiya jinên Rojhilatê Kurdistanê de bûye zemîna têkoşûna jiyanê. Xwediyê vê dirûşmeyê jî birêz Abdullah Ocalan e. Ji ber vê yekê sedema vê bêdengiyê ew e ku dema Rojhilata Navîn ji nû ve tê şekilkirin, nayê xwestin ku ev paradîgma bikeve jiyanê. Ji ber ku di vê paradîgmayê de maf, jin, bawerî, demokrasi û jiyanek azad heye. Lê yên ku naxwazin ev paradîgma pêk were nûnerên pergala kapîtalîst, kaos, desthilatdariya antî demokratîk, mantiqê netew dewleta ku jin û ciwan li ber çavan nagirin, gel û bawerî tên piştgûhkirin. Bi vê mantiqê dixwazin Rojhilata Navîn heta dawiyê wek li qada şer bimîne. Ji ber ku dixwazin Rojhilata Navîn ji bo berjewendiyên xwe dîzayn bikin. Ji ber vê jî hemû kes li hemberî van êrîşan bêdeng e.”    
 
‘Hikûmet li pêşiya demokratîkbûnê astengiyek e’
 
Saliha, destnîşan kir ku têkoşîna Kobanê bûye gerdûnî û ev tişt anî ziman: “Gelê Kobanê yekem car li dijî DAÎŞ’ê şer kir û DAÎŞ’ê paşve xist. Cihê ku têkoşîna demokratîk a li dijî pergala kapîtalîst hatiye avakirin e. Cihê ku hemû gelê cihanê ew hembêz kiriye ye.  Ji ber vê yekê îro êrîşî Rojava dikin.  Ew ji bo ewlehiya sînorên xwe vî êrîşê dike, lê wek ku min got ew cihên ku lê êrîş kirine nexweşxane, zarok û deverên sivîl in. Ji ber vê yekê jî bilanço li holê ye. Her wiha dibêje ku ew ê bi tenê bi êrîşên hewayî sînordar nebînin dê bi bejahiyê jî êrîş bikin. Sedema vê jî ew e ku bombeya avêtin Karkamişê ye.  Li hemberê Karkamiş Cerablûs e û li wir kurd tune ne. Hemû kes dizane ku hincet hewldana komkirina dengên netewperest e, Ji dema ku hestên netewperest li Tirkiyeyê zêde bûne ve ketine nava pêvajoya hilbijartinê. Muxalefet, dengên desthilatdar û civaka navneteweyî wiha şîrove dike û em jî wiha şîrove dikin. Lê li hemberî vê bêdeng mayînê, dixwazin heman îqtîdar berdewam bike. Em bi zelalî dibêjin ev hikûmet li pêşiya demokratîkbûna vî welatê astengiya herî mezin e, lê helwesta muxalefetê jî astenga herî mezin a vê yekê ye.”
 
‘Sûcekî navneteweyî heye’
 
Saliha, axaftina xwe wiha domand: “Gelê kurd bi sedan sal e têkoşînê dide û  50 sal in jî bênavber têkoşînê dide û bi bedelên tên dayîn re têkoşîn tê meşandin. Gelê Kurd heta azadiya xwe bi dest nexe wê dev ji têkoşînê bernede. Bi dehan operasyon hatin kirin û hinceta êrîşa li ser Rojava hat kirin ew e ku ji bo veşartina bikaranîna çekên kimyewî ye.  Helbet dibe u sedem tenê ne ev be. Ji ber ku sûcekî navneteweyî heye ku nikarin veşêrin û sûcê mirovahiyê ye. 
 
Di heman demê de rastiya gelekî ya bi azadiyê ve girêdayî heye. Mirov çawa bi çavnebarî li konferansa jinan a ku jinên Kurd li Berlînê pêk anî dinêre. Hemû tevgerên jinan ên beşdarî konferansa TJA’yê ya li Êlihê bûn û hemû jinên ji civaka navneteweyî peyaman şandin, nêzîkatiya jinên Afgan, Rojhilat, Rojhilata Navîn a ji bo jinên Kurd nîşan dide ku gelê Kurd dest ji azadiya xwe bernedaye. Lê çi bî jî hat serê demokrasiya Tirkiyeyê. Çi bû bi aboriya Tirkiyeyê bû. tişta ku krîza siyasî kûrtir dike ev polîtîqayên şer û tecrîdê ne. Em ê tu carî dest ji vê gotinê bernadin. Hemû kes dizane ku ji bo vê em ê dev ji têkoşînê bernedin. Hemû kes dizane ku rêya derketinê li vir têkoşîna bi hev re ye."
 
Têkoşîna gelê Kurd dê bidome
 
Dema ku operasyon dest pê kir mûxalefetê got ‘Bila kevir li lingên Mehmetçîk an nekeve.’ Di rastiyê de gelo kevir li linge Mehmetçîkên wan nakeve? Divê mirov vê pirs bike. Dem dema lêpirsînkrinê ye. Helbet pirsgirêka me bi leşker û polîsên vî welatî re nîne, pirsgirêka me bi siyaseta wî welatî re ye. Divê dev ji vê gotinê berdin. Ji ber vê jî em vê bêdengiyê qebûl nakin û em ê nesekinin lê temaşe jî nekin. Têkoşîna gelê Kobanê, Rojava û Başûr ku îro didin ya mirovahiyê ya tevahiya Kurdistanê û gelê Kurd e.  Wê ji bo avakirina demokrasiyê û bidestxistina azadiyê bidome."
 
‘Ev êrîş di heman demê de li dijî têkoşîna jinê ye’
 
Saliha, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Têkoşîna ku li Kobanê tê meşandin têkoşîna jinê ye. Ji ber ku di çarçoveya paradîgmaya azadiya jinê a demokratîk a elokojîk ku tê xwestin li wir jiyanek bê avakirin de ye. Ev êrîş di heman demê de li dijî têkoşîna jinê ye jî. Di heman demê de destwerdana li sazîbûna jinê bi xwe ye. Pêwîste hemû tevgerên jinan xwedî li  pergala li Kobanê hatiye avakirin derbikevin.”