Pero Dundar: Yên hewcedariya wan hene wê bixwe bên gel me

  • 09:02 23 Mijdar 2022
  • Ramyarî
 
ENQERE - Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar rexneyên tifaqa Mîllet ya piştî hevdîtina partiya wan ku bi Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag re kiriye axivî û got: “Nexşerêya me diyar e. Di alî çareseriya demokratîk çarseriya pirsgirêka Kurd de hewce gotinê tune ye. Di serî de Birêz Ocalan tê. Armanca avabûna HDP’ê muzakere, navbeynkarî û muxatabê siyaseta demokratîk e.”
 
Di vê hawira krîzê ya li Tirkiyeyê de xebatên hilbijartinê ya partiyê siyasî didome. Herî dawî wezîrê dadê Bekîr Bozdag çû serdana HDP’ê. Di navde tifaqa Mîllet jî heye partiyên siyasî daxuyanî dan û tabloya ku çapemeniya alîgir xêz kir, bi hilbijêran re pirsnîşan ava kir.
 
Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar helwesta her du tifaqan a li hember HDP’ê nirxand.
 
‘Mijar ev e ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin’
 
Pero diyar kir ku siyasetek du alî tê meşandin û wiha got: “Di navenda siyasetê de pisgirêka Kurd û neçareseriya wê heye. HDP ya ku Kurdan temsîl dike partiyeke ku jinan ciwanan, çepgir û pêkhateyan temsîl dike ye. Ji ber vê jî hedef tê gitin. Her tim bûye hedef. Êrîşên li hember HDP’ê ji operasyonên dersînor û nêzîkatiya qada navneteweyî cuda nayê destgirtin. Desthilatdariyê li gorî xwe xetek xêz kiriye. Li ser vê nasname û ziman tê înkarkirin. Em dibînin ku desthilatdarî rewabûna xwe li ser çi ava dike. Li ser şer û înkarê. Niha sê krîz hene, ya aborî, civakî û siyasî. Xwe li ser van her sê siyasetan heyî dike. HDP ji bo derketina ji van krîza nexşerê danî holê. Me ev nexşerê bi paradîgmaya HDP’ê xêz kir.”
 
‘Pirsgirêka sereke ya Kurd e’
 
Pero da zanîn ku pisgirêka herî esas ya li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd e û  li çar parçeyê bê veqetandin jî niha li Rojhilata Navîn bûye pirsgirêka herî giran. Pero wiha daxuyand: “HDP di êrîşek biçûk de dibe hedef. Yekane partiya li meclîsê muxalefetê dike ye. Partiya îtîraz dike HDP ye. Ji ber vê jî li hember wê komplo û teorî tê afirandin. Lê hemû jî di destê wan de diteqin. Pirsgirêka Kurd bi tu awayî nikare bibe qurbanê hilbijartinê.”
 
‘Neçar in bi HDP’ê re bikevin têkiliyê’
 
Pero balkişand ser serdana wezîrê dadê Bekîr Bozdag û rexneyên hatine kirin û wiha vegot: “Li şûna van rexneyan bikin bila bêjin çima heta niha bi HDP’ê ev hevdîtin nayê kirin. Ji ber berpirsyariya muxatabiyê heye. Berpirsê vê pirsgirêkê HDP ye. Lê bêyî HDP’ê nîqaş tên meşandin. Neçar in têkiliyan deynin. Me çareseriya pirsgirêka Kurd danî holê. Me cihê HDP’ê danî holê. Muxalefet jî HDP jî neçare hevdîtinê bi HDP’ê re bikin. Ger samîmî û durist bin wê bên bi HDP’ê re nîqaş bikin û muxatab diyar e.”
 
'Yek ji muxatabên esas Birêz Ocalan e'
 
Pero gotinên xwe wiha domand: “Ji bo çareseriya demokatîk mijara çareseriya pirsgirêka Kurd esas e. Ji bilî vê jî muxatabê sereke Birêz Ocalan e.  Armanca HDP’ê navbeynkarî û muzakere ye. Muxatabê siyaseta demokratîk e. Hevdîtina bi HDP’ê re gelek normal e. Me bi taybet ji bo dayînê randevuya hewl neda. Hatin bi me re hevdîtin kirin. Hevserokên me bersiva pêwist dan. Rêgezên me diyar in. Maseya 6’an xwe muxalefet îlan kiriye. Lê hîna biryara xwe nedaye. Gelo desthilatdariya demokratîk hedef dike? Hemû nezelaliyekê dihewînin. Hûn ne bê HDP dikin ne jî bi HDP’ê re. Wê demê hûn ê biryara vê bidin. Gelo wê pirsgirêka Kurd çareser bikin an na? Gotinên wan yek bi yekî nagire. Di alî HDP’ê de jî tu tiştekî ku ne zelal e tune. Her tiştê wan zelal e û aşkera ye.”