Îşkenceya li Semra Guzel hat kirin bi gotina 'fikra kesayetî ye' hat îadekirin

  • 16:27 17 Îlon 2022
  • Ramyarî
 
ENQERE - Serokê Meclisê Mûstafa Şentop, pêşniyazpirsa têkildarî girtina parlamenter Semra Guzel a bi îşkence û mûameleya xerab hatiye dayîn îade kir. 
 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, têkildarî girtina parlamentera Amedê Semra Guzel a bi îşkence û mûameleya xerab, ji bo ku Serokê Meclisê Mûstafa Şentop bibersivîne pêşniyazpirsek dabû lê hate îadekirin. 
 
Omer Farûk diyar kiribû ku îşkence û mûameleya xerab li Semra hatiye kirin û ev pirs kiribû: “Ji bilî parlamenterên AK Partî, MHP’ê û BBP’ê li dijî parlamenterekî din hûn di serokatiya xwe de xwe berpirsyar dibînin.”
 
Têkildarî pêşniyazpirsa ku hatiye îadekirin de wiha hate gotin: “Pêşniyazpirsa we ya qeydkirî hat lêkolînkirin û hat nirxandin û li gorî xalên 96 û 97’emîn ên rêznameya navxweyî ya Meclisê hatiye nirxandin ku li dijî van hukman e.”
 
‘Hemû pirsên me bi armanca nêrîn û îstîşareyê hatine redkirin’
 
Omer Farûk ê biryar nirxand wiha got: “Hemû pirsên me bi armanca nêrîn û îstîşareyê hatine redkirin. Me bi awayekî zelal rastî pirsîbûn. Diyar e ku pirsên ku divê bibersivîne ew aciz kiriye. Pirsên me îade kiriye. Me pirsa ‘Têkildarî mûamaleya nebaş a li Semra Guzelê hatiye kirin daxuyaniyê bidin? kiribû. Bê bersiv hişt. Ev ne axaftineke. Ez ê bi wî re axaftina çi bikim? An ku serokê ku mafên parlementeran û mafên Meclisê paşguh bike ez ê çi pê re biaxivim?”