Salek ji ser koça dawî ya Aysel Dogan re derbas bû

  • 11:22 10 Gulan 2023
  • Portre
 
AMED - Aysel Dogan a ku jiyana wê wekî ya hevala wê ya têkoşînê Sakîne Cansiz her tim bi pevçûnê derbas bû ev saleke jiyana xwe ji dest daye. Xeyalê Ayselê ya ku her cara dihat vî welatî dihat girtin, têkoşîna hevpar a rêhevalên wê bû. 
 
Jinên kurd jî perçeyekî dîrokê pêk tînin. Û jin bi têkoşînê bersivê didin qedexekirin û nenivîsandina dîroka xwe. Ev dîroka têkoşînê jî keda bi hezaran jinî di nava xwe de dihewîne. Aysel Dogan a hevala zarokatiyê ya Sakîne Cansiz bû salek berê li Elmanyaya lê tedawî didît jiyana xwe ji dest da. 
 
Aysel Dogan kî ye?
 
Ayselê di 1953'yan de li Dêrsimê ji dayik dibe û zarokatiya xwe li vir derbas dike. Ayselê li Enqereyê Beşa Mamostetiya Perwerdeya Bedenê ya Zagîngeha Gaziyê dixwîne. Piştî mezûn dibe li dibistana amadehiyê mamostetiyê dike. Ayselê di vê serdemê de dest bi xebatên siyasî dike. Di darbeya 12'ê Îlonê de 2 salan girtî dimîne. Di 1990'î de dîsa tê girtin. Vê carê jî 11 mehan tê girtin. Di 1991'ê de di hilbijartinên giştî de li Dêrsimê dibe namzeta serbixwe. Tevî ku dengê herî zêde digire jî lê belê mazbataya wê nayê dayin. Ayselê li dijî tundiya dewletê diçe Ewropayê û li vir xebatên xwe yên têkoşîna azadiya kurd didomîne. Di heman demê de jî endama Yekîtiya Civaka Kurdistanê (KCK). Di heman demê de li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi 2'yemîn Koma Aştiyê di 2'yê Cotmeha 1999'an tê Tirkiyeyê. Ango di nava şandeya "Qasidê Aştiyê" de cih digire. 
 
Ayselê çawa hat Tirkiyeyê hat girtin û 10 sal ceza lê hat birî. Di 2009'an de cezayê wê qediya û hat tehliyekirin. Piştî cezayê wê qediya hat memleketê xwe Dêrsimê. Li vir Akademiya Çand û Baweriyê Elewîtiyê ava dike. Di vê pêvajoyê de di bin navê operasyona "KCK" de operasyona qirkirina siyasî çêdibe û careke din tê girtin. Vê carê jî 18 sal ceza lê tê birîn. 
 
Li girtîgehê nexweş ket
 
Ayselê di 12'ê Îlona 2012'an de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dikeve greva birçîbûnê. Piştre cezayê 18 salan ê Ayselê tê xirakirin. Ji ber nexweşiya wê ya pençeşêrê giran dibe loma jî derbarê wê de biryara tehliyekirinê tê dayin. 
 
Di doza ji nû de tê dîtin de cezayê girtîgehê li Ayselê tê birîn. Loma jî careke din mecbûr dimîne derkeve derveyî welêt. Li nexweşxaneya Kolnê ya Elmanyayê dema tedawiyê dibîne di 11'ê Gulana 2022'yan de di 69 saliya xwe de jiyana xwe ji dest dide. 
 
Êrişa li dijî cenaze û serhildan
 
Piştî merasîma girseyî ya cenaze ya li Elmanyayê di 14'ê Gulanê de Ayselê tînin Amedê. Cenazeyê Ayselê li vir ji aliyê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, parlamenterên herêmê yên HDP'ê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), malbata wê û gelek kesan ve bi dirûşma "Şehîd namirin" hat pêşwazîkirin. Piştre cenaze birin Dêrsimê. Cenaze her carê li nokteyên kontrolê hat sekinandin. Her wiha ketina goristanê ya girseyê hat astengkirin. Polîsan li vir êrişî girseyê kir û cenaze revand. Tenê destûr hat dayin ku bi tevlîbûna ferdên malbatê cenaze bê definkirin. 
 
 'Em ji bo gel dixebitin'
 
Aysela ku wekî "Qasida Aştiyê" hatibû Tirkiyeyê û 10 salan hatibû girtin di 7'ê Tebaxa 2009'an de roportaj dabû Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA). Li vir wiha gotibû:"Divê dewlet biguhere çimkî cihê lê disekine ne rast e. Ger dewletek di warê azadiya gel de ger ne li cihekî rast be wê demê pirsgirêkek wê dewletê heye. Ji bo em vê pirsgirêkê serast bikin jixwe em hewl didin ku tiştekî bikin. Em vêya ne tenê ji bo xwe di heman demê de ji bo gelên li Tirkiyeyê dikin. Li Tirkiyeyê ne tenê tirk gelên din jî hene. Loma jî pirsgirêka vê dewletê ya famkirina guhertinê heye."
 
'Ev nexweşî û polîtîkaya tirsê ye'
 
Ayselê bi lêv kir ku divê mesele kurd bi her aliyê xwe bê famkirin û wiha got:"Em hew didin bidin famkirin. Ev 30 sal in her tim me hewl da em vê bidin famkirin. Lê belê dema dewlet xwe nikaribe pênase bike, nikaribe xwe biguherîne em nikarin behsa pêşketinê bikin. Dewlet her tim kurdan sûcdar dibîne. Banga aştiyê ya Rêberê PKK'ê Ocalan ne cara yekem bû. Destê li hember te wekî sûcdar dibîne, naxwaze te fam bike, bi fikar nêz dibe. Te li derveyî her tiştî dihêle û cihê dike. Loma tu çiqasî jî bêje aştî ew ê li dû vêya li mebestekê bigere. Ev nexweşî û polîtîkaya tirsê ye."
 
'Armanca me zelal e'
 
Ayselê li ser girtina xwe ya di dema Qasida Aştiyê de wiha got:"Rêberê PKK'ê Birêz Abdullah Ocalan xwest bi awayekî zelal diyar bike. Dema em hatin me sedema hatina xwe eşkere û zelal got. Me hewl da em bêjin em ji bo aştiyê amade ne. Em bi hêviyekê hatin. Lê belê heta 10 salan ceza dan. Em li hêviya vê bûn jixwe. Me negot hema em biçin wê vê gavê aştî bê. Hatina me ji bo aştiyê gaveke biçûk bû. 10 salan ez li girtîgehê mam. Ev bedeleke ji bo aştiyê dikare bê dayin. Ji bo azadî, xwişk û biratiyê dikare ev bedel bê dayin. Îro ji bo aştiyê heman bangê bikin ez ê dîsa bedel bidim."
 
'Dixwazim li Girtîgeha Amedê bimirim...'
 
Ayselê dema di 2015'an de girtîbû û bi nexweşiya pençeşêrê bû endamên Heyeta Îmraliyê çûbûn serdana wê û Ayselê li vir gotibû:"Ez bi hêz im, sosyalîst û ekolojîst im, mirov dikare li dijî her tiştî têbikoşe lê nikare li hemberî xwezayê bisekine. Ez jî parçeyek ji xwezayê me û nikarim li hember bisekinim. Ger ez ê di van şerdan bimirim ez dixwazim li Girtîgeha Amedê bimirim. Ewqas hevalên min ên nexweş hene. Ji ber ez nexweş im û we mijûl dikim lêborînê dixwazim."  
 
Çiyayê Zel Sakîne...
 
Ayselê wiha qala Sakîne Cansiz kiribû:"Hevala Sakîne derketibû. Ew li Kurdistanê li Rojava bû. Min digot çima nehatiye Dêrsimê û min li ber dilê xwe digirt. Dema em tevlî têkoşînê bûn me digot em ê tola Dêrsimê bigirin. Ji bo Sakîne digotin fermandareke xweşik e. Ez Sakîne dişibînim Çiyayê Zel. Çimkî Çiyayê Zel ji yên din cuda ye."
 
Dîtina dawî
 
Ayselê di sala 1999'an de berî were Tirkiyeyê Sakîne li Ewropayê dibîne. Li ser vê hevdîtina dawî wiha dibêje:"Ez ji bo temam bikim diçim Heval Sakîne. Ez nikarim bêjim were qêmîşî te nakim. Te heqê wê dayê. Ger ez derkevim û hîn têkoşîn dewam bike em li çiya hev bibînin? Me yê hev bidîtana lê ew çiya wê Dêrsim ba. Ez 10 sal berê derketim lê Sakîne dibû sedema hinceta xeyalên min. Min digot ger vê carê biçim çiyê ez ê Sakîne bibînim. Lê ev her tim di hundurê min de ma."