Şoreşgera hunerê: Hozan Mizgîn

  • 09:09 10 Gulan 2023
  • Portre
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Gurbet Aydin a bi navê Hozan Mizgîn di nav Gelê Kurd de bi dengê xwe yê zelal tê nasîn. Mîzgîn bi têkoşîna azadiya jinan û  hunerê bû sembol.
 
Di têkoşîna azadiya kurd de jinên kurd bi pêşengî, fedakarî û cesareta xwe li cîhanê serdemeke nû dane destpêkirin û di vê oxirê de bi hezaran jinên berxwedêr bi ruheke şoreşgerî û fedakarî di dîrokê de navên xwe nivîsandine. Yek ji van jî Gurbet Aydin (Hozan Mizgîn) e. Mizgîn bi hunera xwe û bi klamên xwe bû dengê dilê dayik û kurdan.
 
Hozan Mizgîn  (Gurbet Aydin) ku huner bi kesayeta xwe ya şoregerî re kir yek û bû pêşenga hunermendên jin di 1962’yan de li gundê Bileyder a Êlihê hat dinê. Mizgîn ku bi deng û hunera xwe di temenê biçûk de hat ferqkirin, li dijî zîhniyeta feodal û polîtîkayên hikûmetê yên li hember kurdan bêdeng nema. Mizgîn demekê beriya darbeya 12’yê îlona 1980’ê tevlî têkoşîna azadiyê bûbû û di têkoşînê de aktîf cih girt û di qada hunerê de pêşengiya xebatan dike.
 
Nasnameya wê ya şoreşger
 
Mizgîn ji bo ku qada hunerê bi rêxistin bike di 1983’yan de dişînin Ewropayê û di avakirina Huner-Kom û Yekîtiya Jinên Welatparêz ên Kurdistanê-YJWK de cih digire. Mizgînê bi sekn û nasnameya xwe ya şoreşger ji bo jinan dibe hêvî û jin bi saya wê li dijî zextan serî hildidin tevlî têkoşîna azadiyê dibin. Demek dirêj li Ewropayê xebatan dimeşîne û  piştre berê xwe dide Kurdistanê. Mizgîn li Tetwanê ya Bedlîsê di xebatan de jî cih digire. Ji bo xwe bigihîne jinan, çarşefa reş li xwe dike û li taxan tevlî civînan dibe.
 
Bi stranan têkoşîna jinan hat jiyîn 
 
Hozan Mizgîn bi stranên xwe yên nîştimanî û şoreşgerî bû yek ji damezirênerên hunera kurdî ya resen û rêya têkoşîna şoreşgerî, çandî û leşkerî ji bi hezaran jinan re vekir. Êdî deng û lehengiya Hozan Mizgîn di têkoşîna jinan û stranan de dihat jiyîn. Mizgîn bû stran û wek stranên xwe di nav Gelê Kurd û jinan de bi nav û deng bû. Jinên ciwan bi dengê Hozan Mizgînê xwe digihîjînin ruhê hunerî û bi deng û stranên xwe tevli têkoşîna azadiya jinan dibin.
 
Çend stran hatin qedexekirin jî nehatin jibîrkirin 
 
Piştî Mizgînê jiyana xwe ji dest da, zêdetir hat guhdarkirin û mîrateya wê ya ku hişt di nav gel de dijî. Mizgînê bi stranên xwe yên Çemê Hezîl, Gundîno Hawar, Lo Hevalno û Newroz ji ser zimanê gel neket û her çiqas kasetên wê bên qedexekirin jî kesayet û têkoşîna wê tu car nehat jibîrkirin. Hunermend Mîzgîn Aydin li hember qirkirina çandî, sekneke dîrokî pêş xist. Îro li Kurdistanê di hemû helbest, stran û kilaman de şopên hunermend Mizgîn hene. Li hember dagirkeran bi şerê xwe huner afirand. Bi hezaran jin bi navê Mizgînê ber bi refên azadiyê ve meşiyan û di şexsê hozan Mîzgîn de fermandariya şer û hunera azadiyê mezin dikin. Heta niha hunermend Mizgîn, Sefkan, Sîpan, Sarya, Berçem, Xelîl, Delîla, Ronahî û Yekta yên pêşengiya hunerê dikirin di şer de jiyana xwe ji dest dan. Di nava şer de bûn pêşengê çand û hunerê.
 
'Îro dibe îlham...'
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi van gotinan Hozan Mizgîn rave dikir: “Ew keçikek ku PKK’ê afirandibû. Di temenê biçûk û ciwan de tevli me bûbû. Jinek ku hêjayê PKK’ê bû. Tu car ji xeta PKK’ê dûr neket. Hozan Mizgîn bi şoreşa xwe ya afirand ji bo îro dibe îlham. Hozan Mizgîn ku bi têkoşîna azadiya kurd dengê xwe yê zelal da bihîstin, ji aliyê hevalên xwe ve jî bi van gotinan tê zanîn ‘Mizgîn hem hunermend hem gerîla hem dayik û hem rêheval bû."