Şîrîn Elemhulî bû îradeya jina kurd

  • 09:08 9 Gulan 2023
  • Portre
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Şîrîn Elemhulî wek bi sedan jinên berxwedêr ên kurd bi sekn û têkoşîna xwe pêşengiya jinên kurd kir. Bi mîrateya ku hişt jî rê li ber azadiya jinan vekir. 
 
Şîrîn Elemhulî li hember tirsê cesaret û li hember teslîmiyetê bûn sembola berxwedanê. Ji bo avakirina jiyaneke azad gelek şoreşgeran jiyana xwe feda kirin û hatin darvekirin. Yek ji van kesan jî Şîrîn Elemhulî ye. Şîrîn di 9’ê gulana 2010’an de bi Ferzad Kemanger, Ferhat Wekîlî, Elî Heyderiyan û Mehdî Islamyan ve ji aliyê rejîma Îranê ve hat darvekirin.
 
Şîrîn di sala 1981’an de li gundê Dêmkişlakê yê bajarê Mako yê rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû û 7 bira û 2 xwişk bûn. Şirîn qet nexwendibû. Bi rêya pirtûkên xwişk û birayên xwe tîpan nas kiribûn. Lê dema ku bêdadperweriya civakê û cîhanê dit, tu neheqiyek ji bo xwe û jiyana derdora xwe nepejirand.
 
Bi têkoşînê guherî 
 
Dema ku di sala 2006’an de li rojhilatê Kurdistanê Gelê Kurd li dijî nêzîkatiyên dewleta tirk ên li hemberî Rêberê PKK'ê Kurd Abdullah Ocalan rabû serhildanê û nerazîbûnên xwe anîn ziman, gelek ciwan hatin binçavkirin û 2 ciwan jî hatin qetilkirin. Ji ber cudahiya zayendî ya heyî ku jinan nekarî beşdarî wan nerazîbûnan bibin, Şîrîn jiyana xwe bi rêya têkoşîna xwe guhert.
 
Di aste fikrî de pêş dikeve
 
Şîrîn, di şeva nîşankirinê de, rêya têkoşînê hildibêjire û li gel 2 hevalên xwe yên bi navê Ronahî Denîz û Çalak Ciwanro beşdarî nava refên azadiyê dibe. Şîrîn, navê xwe kir Ronahî Çalak û tim bû ronahiyek. Her wiha di vê çarçoveyê de gihişt hêviyên xwe û di demek kurt de xwe pêş xist. Şîrîn nêzî salekê li Qendîlê ma û li vir fêrî xwendin û nivîsandinê bû. Her wiha di asta fikrî de xwe pêş dixe.
 
Di sala 2008’an de dema ku dewleta tirk bi hevkariya Îranê êrişî Qendîlê kir 6 endamên ragihandina jiyana xwe ji dest didin. Piştre di payîza heman salê de Hesen Hîkmet Demîr ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin û piştre Ronahî Denîz çalakiya fedayî kir û Çalak Ciwanro di çalakiyekê de hatin qetilkirin. 
 
'Hûn dikarin giyana min bistînin lê...
 
Şîrîn Elemhulî soz da ku li hemberî van hemû zilma rejîma Îranê tola hemû hevrê û gelê xwe rake. Lewma biryar da ku li di nava balafirgeha paytexta Îranê Tahranê de çalakiyek fedayî bike. Dema sed metre dûrî balafirgehê radiweste ji aliye kesên din ve tê aşkerakirin û piştre tê binçavkirin. Tevî mehek binçavkirinê jî kes nizane Şîrîn li ku derê ye. Di bin çavan de bênavber ji aliyê hêzên Îranê ve bi tundî tê îşkencekirin. Lê dîsa jî teslîm nebe û dest bi grevê dike. Şîrîn Elemhulî li bîranîna xwe de wiha dinivîse: “Ew kesên ku îşkence li min dikirin, zilam bûn û ez bi textekê ve girêdabûn. Bi darê ceryanî, kolm û zeleyan îşkence li min dikirin. Ji ber ku min farisî jî baş nedizanî zêdetir zext li min dikirin.”
 
Rejîma Îranê bi dehan car zext lê kirin, tenê ji bo ku poşman bibe û bi dîmen ragihîne. Lê Şîrîn tevî hemû îşkence rejîma Îranê jî wiha bersivê dide wan: “Hûn dikarin giyana min bistînin lê hûn nikarin şerefa min ji min bistînin.”
 
Greva giştî destpêkir
 
Şîrîn piştî 6 mehên lêdan û lêpirsînê ji bo sewqî Girtîgeha Evînê kirin. Ji ber îşkencekirin êdî nedihate naskirin. Piştî ku Şîrîn du salan li Girtîgeha Evînê ma, bi biryara dadwer Ebulqasim Selewatî biryara darvekirina wê da. Her çiqas ji bo rawestindina biryarê kampanyayên îmzeyan hatin destpêkirin jî lê dîsa Îranê guh neda daxwazan û di 9’ê gulana 2010’an saet 21.30’an de bi hinceta navê bavê xwe şaş tomar kirine bang li Şîrîn Elemhulî dikin û di saet 05.30’an de li gel Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan û Mehdî  Îslamyan bi xwedina Sîrûda Ey Reqîb tên darvekirin.
 
Piştî 5 rojên darvekirinê, weke nerazîbûn greva giştî destpê kir. Di dîroka Îranê de grevek bêhempa bû. Ji derveyî vê li Kurdistan û welatên cîhanê, nezîbûnên berfireh pêk hatin.