Evrîm Alataş bi nivîsên xwe êşa gelê xwe veguherand hêzê

  • 09:03 11 Nîsan 2023
  • Portre
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger, nivîskar û rexnegir Evrîm Alataş, di 34 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da û bi nûçe, pirtûk û têkoşîna xwe her dem li dijî polîtîkayên zextê yên dewletê bertekên xwe anî ziman. 
 
Nivîskar, rexnegir û rojnameger Evrîm Alataş a ku di tevahiya jiyana xwe de hewl da pirsgirêkên Gelê Kurd rave bike, di hemû kêliya jiyana xwe de tu carî dest ji têkoşînê berneda û her dem li dijî polîtîkayên zextê yên dewletê bertekên xwe nîşan da.
 
Evrîm, di 15'ê nîsana 1976'an de li gundê Golpınar ê navçeya Akçadaga Meletiyê ji dayik bû. Dibistana seretayî û navîn li gundê xwe qedand û paşê li Stenbolê xwendina xwe domand. Evrîm a ku xwe weke "kurd, jin, elewî" bi nav dikir, di malbateke xwedî nasnameya elewî-kurdî û xwedî meylên çepgir de mezin bû. Hevgirtina ku yek ji pêwîstiyên mirovbûnê ye, veguherand şêwazek jiyanê. Dema ku temenê wê biçûk bû dît û fam kir ku li welat vederkirina li ser welatiyên elewî tê meşandin. 
 
Evrîm, di malbateke xwedî helwestên siyasî de mezin bû. Li Şîrînevlera Stenbolê ku destpêkê li wir bi cih bûn, di atolyeyek cilên kot de du meh xebitî lê piştî ku bi ser neket dest ji kar berda. Evrîm, di wê navberê de dest bi xwendina xwe ya amedeyî kir, hişmendiya xwe ya nasnameya kurd, bi bandora hawirdora ku tê de dijî re xurtir kir. Di vê pêvajoya bûyerên kuştinên kiryar nediyar û valakirina gundan de, “waroşên kesên din” ên li bajaran ava bûn re, bi ciwanên wê pêvajoyê ku xwedî helwesteke siyasî bûn re, lêgerîneke cuda ava kir. Evrîm di vê xalê de têkoşîna sosyalîst nas kir. Evrîma ku bi xwişka xwe ya mezin re beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya jinên kurd û tirk a li Qada Sultanahmetê ya têkildarî qetlîama Şirnexê ya di sala 1992’yan hat jiyîn bû û hat binçavkirin.  
 
Evrîm, di sala 1995'an de di Kovara Newrozê ya ku ji aliyê birayê wê ve dihat derxistin, dest bi rojnamegeriyê re kir, piştî girtina kovarê, di rojnameyên ku li ser şopa Rojnameya Ozgur Gundemê derketin, hewl da rastiyên ku nayên dîtin nîşan bide. Di rojnameyên Yenî Polîtîka, Demokrasî, Ozgur Bakiş û Ulkede Ozgur Gundem de nûçegîhanî û edîtorî kir. 
 
Evrîm a ku dema rojnamegerî dikir gelek caran hat binçavkirin, di qunceka rojnameyê ya bi navê "Fîncan Xanim" de rewşa heyî bi awayekî qerfî dinivîsand. Evrîm, ji bilî qunciknivîsînê, derbarê binpêkirinên mafan de jî gelek nûçe çêkirine. 
 
Evrîm a ku li rojnameyên wekî Yenî Polîtîka, Demokrasî, Ozgur Bakiş, Ulkede Ozgur Gundem xebitiye, ji bo rojnameyên wekî Evrensel, BîrGun, Ozgur Polîtîka, Radîkal Îkî û kovarên wekî Esmer, Bîrîkîm, Amargî û Tîrojê jî gelek gotar nivîsî ne. Herwiha Evrîmê li Rojnameya Tarafê jî di quncika bi navê "Kurtlar Vadîsî" de ji nivîsiye. 
 
Romana yekem a Evrîmê "Çîrokên Mayoz Bounme" di 2003'yan de li Weşanxaneya Aramê hat weşandin. Pirtûka wê ya duyem ku ya dawî ye jî "Siya Her Çiyayî Dikeve Deryayê (Her Dagin Golgesî Denîze Duşer)" di 2009'an de ji aliyê Wêşanxaneya "Îletîşîmê" ve hat weşandin. 
 
Herwiha bi derhênerê sînemayê Miraz Bezar re li ser Amedê çîrokek mijara cîhana kurdan û zarokên mexdûrên şer dihewîne nivîsand. Fîlma metraj dirêj a bi navê "Min Dît" di bihara 2009'an de li Amedê hat keşandin. Fîlma ku beşdarî 46’emîn Mîhrîcana Fîlman a Porteqala Zêrîn bû, Xelata Çîrokê ya Herî Baş a Behlûl Dal wergirt.
 
Evrîm di demeke ku binpêkirinên mafan gelek zêde bûn, kes bi destûra dewletê dihatin windakirin û rojnamegerî her ku diçû zahmet dibû de bi nexweşiya penceşêrê dikeve. Lê Evrîmê, vê pêvajoya dermankirinê jî bi nivîsandinê derbas dike. Evrîm di 12'yê Nîsana 2010'an de ji ber nexweşiya penceşêrê ya ku demeke dirêj pê re têkoşiya, li mala xwe ya li Amedê di 34 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.
 
Cenazeyê Evrîmê li ser wesiyeta wê li Golpinara gundê ku lê ji dayik bû hat definkirin.