Hempîşeyên Evînê: Em te ji bîr nakin

  • 09:04 2 Nîsan 2023
  • Portre
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Evîn Buldan di rojnivîska xwe de digot: “Gurbetelliyê nîşanê me da ku rastî di taritiyê de namînin û têkoşîna mezin çawa tê dayîn nîşan da. Em ê pênûsa wê li erdê nehêlin.” Niha jî bi sedan rojnamegerên jin pênûsa Evînê girtin û li dijî taritiyê bi pêy heqîqetê ketin û gotin, "Em te ji bîr nakin."
 
Evîn Buldan yek ji edîtorên Rojnameya Rojeva Medya ya ku bi KHK'yê hatiye girtin bû. Wê di 2’yê nîsana sala 2017’an de li ber deriyê mala xwe bi krîza dil jiyana xwe ji dest da. Evîn hîn 27 salî bû, bi dilgermî, dilnizmî, sadebûn û mutewazîbûna xwe dihat nasîn. Evîna ku di her şert û mercan de tu carî coş û heyecana xwe winda nedikir, ji derdora xwe re dibû çavkaniya moralê. 
 
8 Wargehan diguherînin...
 
Malbata Evînê di sala 1988’an de, ji Herêma Federal a Kurdistanê ji ber zilma rejima Baase neçar dimînin ku cih û warên xwe terk bikin û berê xwe bidin gundê Buryê yê girêdayî Oremar yê Gevera Colemêrgê. Li vir bi cih dibin. Evîn li vir tê dinê. Di sala 1994’an de malbata Evînê ji ber zext û zordariya dewletê neçar dimînin ku carek din berê xwe bidin Herêma Federal a Kurdistanê. Malbat piştî 13 rojan xwe dighîne Wargeha Penaber a li Geliyê Qiyametê ye. Malbata Evînê 8 wargeh diguherîne û herî dawiyê jî li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) bi cih dibin.
 
Li welatekî azad nûçegîhaniya azad
 
Evînê ji zarokatiya xwe de her tim bi zor û zehmetiyê re rûbirû mabû lê tu carî hêviya xwe ji jiyanê qût nekiribû. Evîn di nava jiyana penabertiyê de fêrî kedê bibû. Girêdana wê ya bi rêxistin û hesasiyeta wê di warê kurd û Kurdistanê de pir zêde bû. Evîn dixest ku li welatekî azad nûçegîhaniyê bike û ev xeyala wê bû. Ji hevalên xwe re digot: "Belkî ez ê vê nebînim lê yên ku li pişt min bimînin ew ê bibînin."
 
'Em neçarin ku zimanê kurdî biparêzin'
 
Evînê perwerdeya xwe li wargehê didomîne û piştre jî derbasî zanîngeha Selahedîn a Hewlêrê dibe. Li zanîngehê beşa radyo û televîzyonê diqedîne. Di sala 2011’an berê xwe dide cih û warê ku lê hatî dinê. Evîn li Amedê li rojnameya Azadiya Welat dest bi rojnamegeriyê dike. Ji bo Evînê rojnamegeriya bi zimanê dayikê tişta herî esasi ye û di hevpeyvînek xwe de li ser girîngiya ziman wiha nêrîna xwe anîbû ziman: “Ez tiştên hatine jiyîn bi kurdî vedibêjim, hûn jî bi tirkî. Lê em neçarin zimanê kurdî biparêzin. Ger em jî zimanê xwe neparêzin em ê komkujî, wêranî, helandin û dagirkeriyê qebûl bikin.”
 
Gurbetellî ji bo rojnamegeran mîrasek hişt
 
Yek jî şopdara Gurbetelliyê Evîn, bi pênûsa xwe bû sembola têkoşînê. Evîn di hevpeyvîneke ku di 7'ê Cotmehê di Roja Rojnamegerên Kurd de di 2016'an de daye wiha dibêje: "Gubetellî ji bo rojnamegerên kurd mirasek hişt û nîşanî me da ku divê em di rojên dijwar de çawa li ber xwe bidin. Gurbetellî di heman demê de nîşanî me da ku rastî di tariyê de namîne û ber xwedaneke mezin tê dayîn. Em ê jî pênûsa Gurbetellî li erdê nehêlin û tu hêz nikare li dijî pênûsa ku heqîqetê dinivîse bibe asteng."
 
Hestiyariya wê ya li hemberî xebatan
 
Evin di her salvegera bîranîna Nujiyan Erhan, Denîz Firat, Gurbetelî Ersoz û gelek rojnamegerên jin ên têkoşer de dixwest nûçeyan û portreyên wan çêke. Ji bo wê ev xebateke taybet bû û pir bi hestiyar nêzê xebatên bi vî rengî dibû. 
 
Evîna ku ji sekna xwe ya kurdewar û axaftina bi kurdî tu carî tawiz neda her tim di vî milî de hesas tevdigeriya. Evîn ji bo şopandina Newroza sala 2017’an berê xwe da Qada Newrozê ya Amedê. Wênekeşa di stûyê wê de, dest û tiliyên wê bi hine wêneya wê yê dawîn ê şopandina nûçeyê bû. 
 
Hempîşeyên Evînê, di her salvegerê de gotina xwe ya "Em te ji bîr nakin” dubare dikin...