Jineke têkoşer dilsoza doza xwe: Asya Tay

  • 09:03 24 Çile 2023
  • Portre
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Ji Dayikên Aştiyê Asya Tay a ku diyar kir ji avakirina HEP'ê heta niha ji bo aştiyeke mayînde ked daye got, " Ez rojekê neçim partiyê di dilê min de dibe kul û dilê min rehet nabe.  Em nasname û azadiya zimanê xwe dixwazin."
 
Dayikên kurd ên berxweder ku ji bo nasnameyeke azad û doza hebûna gele xwe berdelên giranbûha dane, tu wextê ji têkoşîna xwe tavîz nedan e. Dayikên Kurd ku di hemû demên dîrokê de li hemberî zilmê têkoşiyane bi taybetî di destpêka salên 2000’î de di nava tevgerên kurdanan de bi awayekî aktif cih girtine. Piştî ku di sala 1999’î de Meclîsa Dayikên Aştiyê hat avakirin gelek dayikên Kurd xwe di bin banê vê meclisê de bi rêxistin kirin û ji bo aştîyek mayînde û edaletê têkoşînan dan. Yek ji wan dayikan jî Asya Tay a 60 salî ku li navçeya Sîlopî ya Şirnexê ye.
 
Jiyanek zor û zehmet..
 
Asya ku di destpêka axaftina xwe de bahsa jiyana xwe dike serpêhatiya xwe wiha vedibêje: “Gava ez ji dayik bûm malbata min koçer bû. Malbata min ji ber koçer bû tim digeriya.  Ji ber vê ez niznaim li ku derê ji dayik bûme. Di dusaliya min de malbata min êdî dest ji koçeriyê berdide, derbasî deştê dibe û li gundê Zêdga yê Sîlopiyê bi cih bûne. Çend salan jî li wir man û ji wir derbasî gundê kûrtkê bûn. Heta 15-16 saliya xwe jî li wir mezin bûm. Ez di 16 saliya xwe de li wir zewicîm. Malbata min li deştê man û piştî ku zewicîm jiyana min a koçeriyê dest pê kir. Malbata min jixwe koçer bûn. Lê di dema min de koçerî nekiribûn û ji ber wê min jiyana koçeriyê nizanibû. Ji ber wê min di serî de zahmetî kişand. Gava em diçûn deverekê bi mehan di rê de dimaniyan. Heta Besta jî em diçûn. Wwar  bi war di şert û mercên zehmet de jiyana min dewam kir. Hin diçûn bêrîvaniyê, Li gorî demsalan me cihên xwe digurtin. Jiyana koçeriyê ji hin aliyan ve xweş ji hin aliyan jî nexweş bû. 4 sal wisa jiyana min berdewam kir û piştî ku zarokên min çêbûn, em carek din li deştê bi cîh bûn.”
 
‘Li dijî zilmê min di nav xebatan de cih girt’
 
Asya, daxuyand ku ew dayika 7 zarokan e û 33 sal in li navçeya Silopiyayê dimînin. Asya, diyar kir ku ji ber ew jî kurd bû li hemberî zilma li ser kurdan dest bi xebatên partiye kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em tim di nav alozî û şer debûn. Her gav pevçûn û kuştin hebû. Zilm li me dihat kirin. Ji aliyekê eşîran zext dikir ji aliyek jî dewletê li me zilmê dikir. Ez ji zilma li ser gelê xwe bibandor bûm û min di nav têkoşînê de cih girt. Dema em hatin Silopiyê ewil em nêzî PDK’ê bûn. Wê çaxê PDK li pêş bû. Bandora wê li ser gel zêde bû. Bi taybetî di serdema ku Seddama bi çekên kimyewî êrîşî kurdan kir, hêrsa gel zêdetir bû. Li tu deverê ferqa kurdan ji hev nîne. Hemû yek dil û yek rih in. Piştî PDK’ê Tevgera KAWA derket û demekê jî wê bandor li ser gel kir. Di sala 1991’ê de HEP ava bû. Avabûna HEP'ê hêvî da gel. HEP'ê ji kurdan piştgiriyeke mezin girt Wê demê min jî li HEP'ê dest bi xebatan kir.”
 
‘Daxwaza me tenê aştî û azadî ye’
 
Asya, bilêv kir ku piştî Meclîsa Dayikên Aştiyê li Silopiyê vebû wê di bin banê meclisê de jî di nav xebatan de cih girtiye û got: “Dilê me dişewitş û ji bo ku êdî xwîn nerije û aştiyek pêk were dayikên kurd xebat dan destpêkirin. Gava şer û pevçûnek di nav gel de çêdibû jî em wek dayik diçûn gel wan û me çareser dikir. Ligel me ferqa tu dayikan nîne. Hemû wîjdanê dayikan yek e. Armanca me dayikan têkoşînê bû. Gele Kurd tu carî li hemberê zilmê serî netewandiye û li kesekî din zilmê nekiriye. Kurd tenê li pey doz û mafên xwe ne. Me xwest jiyanek azad û wekhev ava bikin.”
 
‘Para me têkoşîn û berxwedan ket’
 
Asya ya di pêvajoya xebat û çalakiyên xwe de gelek caran bi zext û zordestiyê re jî rûbirû dimîne wiha  berdewam kir: “Piştî komkujiya Robozkê wê demê em 24 kes hatin girtin. Operasyona KCK’ê çêbû em 4 şevan di bin çavan de man. Em sewqî girtîgeha Mêrdînê kirin û 7 mehan di girtîgehê de mam. Lê çawa derketim dîsa min dest bi xebatan kir. Kuştin, girtin û koçêber ne çarenûsa kurda ye. Me heta nihaji bo jiyanek azad û wekhev têkoşînê daye. Lê dewletê hemû mafên me binpê kir.  Ji bilî têkoşîn û berxwedanê para me re tiştek nema.”
 
‘Heke rojekê neçim partiye rehet nabim’
 
Asya, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew her roj diçe partiyê û got: “Ez ji avakirina HEP’ê ya li Silopyê heta niha jî hertim diçim partiye. Heke ez neçim dilê min rehet nabe. Heke ez neçim xwe kêm dibînim. Lewma divê ez biçim.  Ji bo nasnameyeke azad, ji bo zimanekî azad û mafên xwe têdikoşim. Em zilmê qebûl nakin. Em jî wekî her netewên din dixwazin bi ziman û nasnameya xwe bijîn. Em bi milyonan kurd jiyanek azad dixwazin.”