Rojnamegera heqîqet û rastiyê: Denîz Firat

  • 09:15 7 Tebax 2022
  • Portre
 
Derya Ren-Medya Uren
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Binevş Sarya ya ku xwişka Rojnamevan Deniz Firat a di 8'ê Tebaxa 2014'an de di êrişa DAÎŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû, wiha got: “Min yekem car di sala 2000’î de li çiyayê Dolakokî Denîz dît. Me navên hev pirsîn û ez hîn bûm ku ew Leylaya biçûk, xwişka min bû. Bi naskirina heval Denîz re ez carek din bûm evîndarê têkoşînê."
 
Malbata Denîz Firat ku hîna di destpêka hilbûna çîrûskên rêxistina azadî û demokrasiyê de beşdarî têkoşînê dibin, ji ber zextên li ser wan neçarê koçberiyê dibin. Di salên 1991’ê de tên çiyayê Xakurkê û dibin şahidê şerê îxanetê ya salên 1991’ê. Di serî de Ayfer Yildiztan (Binevş) tevlî nava refên têkoşerên azadiyê dibe. Li pey wê jî Leyla Yildiztan (Denîz Firat) li gel xwişka xwe ya biçûk Şukran Yildiztan (Sarya Reşo) re beşdarî nava refên têkoşerên azadiyê dibin. Hevrêya Denîz Sarya Reşo di 8’ê Tebaxa 1999’an de, Denîz jî di heman roja sala 2014’an de jiyana xwe ji dest didin. Xwişka wan a biçûktir Binevş Sarya ku li pey wan beşdarî rêxistinê dibe jî dibe şahidê têkoşîna Denîz. Binevşa biçûk a rojnamevaniyê dike jî dibêje ez li ser şopa Denîz im.
 
Rêwîtiya Sarya û Denîz hîna ji zaroktî dest pê dike
 
Dêya Denîz Firat hîna ew zarok bûn jiyana xwe ji dest dide û bavê wan zewaca duyem dike. Bavê wan li ser tixûbê Rojhilat û Bakurê Kurdistanê karê kolbertiyê dikir. Rêxistinê nas dike û eleqeya malbatê çêdibe. Piştî fermandar Egîd jî nas dike, di destpêka salên 1980’ê de bi awayekî çalak xebatê dide meşandin. Di navbera bakur, başûr û Rojhilat de quryetî dikir. Di nîvê salên 80’ê de cebilxane û wêne di hundirê mala wan de têne desteserkirin û bavê wan dibe qaçax. Polis malbatê bi girtina keça wan a mezin a malê Sarya û girtina diya wan re gef li wan dixwe. Ji ber zextên pêk dihatin Ayfer (Binevş), Sakîne (Sarya), Leyla (Denîz), Binevş Sarya û xwişka biçûk Berîtan bi diya xwe û bavê xwe re koçber bûn. Wê demê birayekî wan di girtîgehê de bû, du birayên wan ên din jî ji neçarî li malê dimînin. Keç bi dê û bavê xwe re derbasî Rojhilat dibin. Binevş di salên 1990’î de li Rojhilat beşdarî nava refên têkoşerên azadiyê dibe.
 
Malbat bi tevahî tê girtin
 
Li Rojhilat jî gef û zext li ser malbatê kêm nebûn. Wê çaxê malbat li gel zarok, dê û bav ji aliyê rejîma Îranê ve tên girtin. Binevş Sarya ku hîna biçûk e tiştên bûye şahid parve dike. Binevşa biçûk dibêje: “Piştî em hatin berdan jî em hinekî li Urmiyê man. Li wir jî çend caran hawan avêtin hewşa me. Em êdî neçar bûn ji Rojhilat jî derkevin. Em ji wir jî derbasî herêma Xaxûrkê bûn. Me li wir Binevşa mezin dît û heya şerê 91’ê dest pê kir em li wir man. Li gel 4 xwişkan birayekî me yê biçûk nû çêbûyî hebû. Em di nava şer de man û ji ber temenê me gelekî biçûk bû me ji wir jî derbasî herêma Sîdekan kirin.”
 
Sarya dibe fermandar Berîtan a duyem
 
Binevş wiha çîroka xwe da berdewam dike: “Beriya şerê îxanetê yê salên 92’yan, dema bavê min derbasî Xakûrkê bû xwişkên min Sarya û Denîz jî bi xwe re bir. Êdî Denîz û Sarya jî li wir man. Hersê xwişkên me jî di nav şer de têkoşiyan. Diya min timî li ber pacê bû û li şer temaşe dikir. Tim li benda xeberekê dima. Di dawiya şer de heval vedikişin Zelê. Heval dixwazin Denîz a 9 salî bû û Sarya ya 8 salî bû vegerînin malê. Lê belê herdu dibêjin li gel me Berîtan şehît ket em naxwazin xwîna wê û ya ewqas hevalan li erdê bihêlin. Êdî ew bi awayekî çalek gêrîlatiyê dikin. Di salên 1995’an de Denîz dikeve 15 saliya xwe û heval wê li herêma Botanê erkdar dikin. Binevşa mezin jî di salên 1997’an de li çiyayê Kurêjehro şehît dikeve. Di salên 1999’an de jî Denîz birîndar dibe û tê Xakûrkê, piştî tedawiyê carek din tê Botanê. Cardin di şerê îxanetê ya 1999’an de rêhevalek Sarya ê bi navê Medya ye birîndar dibe. Sarya ji bo Medya bi tenê nehêle li gel wê dimîne û ji bo nekevin destê dijmin jî dawî li jiyana xwe tînin.”
 
‘Min cara yekem Denîz dît’
 
Li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan gerîla ji herêma Bakur vedikişin Başûr. Dema Denîz vedigere şehadeta Sarya dibihîse. Ev xeber ji bo wê êşek giranbû. Ji ber ne tenê xwişka xwe hevala xwe ya zarokatiyê wenda kiribû. Ew hevala wê ya têkoşînê û hevala wê ya çiyan bû. Lê çiqas ji bo wê giran jî be ji bo têkoşîna Binevş û Sarya di nêvî de nehêle bi hêzeke mezintir dikeve nava têkoşînê. Binevşê wiha berdewam kir: “Ez jî di salên 1999’an de beşdarî nava refên gerîla bûm û min cara yekem jî di sala 2000’î de Denîz li çiyayê DolaKokî dît. Herçiqas em xwişk jî bin ji ber demek dirêj derbas bû me hev nas nedikir. Dema me navê hevdu pirsî me hev nas kir. Dema min Denîz naskir min careke din dest bi têkoşînê kir. Min carek din rêxistin nas kir. Ji ber wê hezkirina çiyan û yekbûna bi çiyan re hînê min kir. Rêhevaltiya me ya çiyan dest pê kiribû. Me di her fersendê de hevdu didît. Ji ber temenê min jî biçûk bû di aliye fêrkirinê de ew ji min re bû pêşengek. Me hêz dida hev. Ew îdola min a jiyanê bû. Rêgezên jiyanê di kesayeta heval Denîz de veşartî bû. Me tucar ji hevre gotina xwişk bi kar neanî me digot heval û hevrê. Hemû parvekirinên me jî li ser esasê xurtkirina têkoşînê bûn.”
 
‘Hezkirina wê ya jiyanê ji temenê wê mezintir bû’
 
Binevşê bi van gotinan Denîzê pênase dike: “Min di jiyana xwe de weke wê dilnizm û rihsivik nedîtibû. Di gêrîlatiyê de jî pir xurt bû. Ji ber Denîz li gorî şert û mercên gerîlatiyê yên wê demê zêde bar hildigire bejna wê ji ya me hemûyan kintir bû. Rûxmê wê jî di aliyê fîzîkî de pir xurt bû. Gerîla ji xwe tê wateya hezkirina jiyanê. Denîz ew gerîla bû ku hezkirina wê ya jiyanê ji temenê wê mezintir bû. Tecrûbeyên qezenç kiriye jî bi heman rengî. Hinek kes dema tiştekî wenda dikin diçewisin, lê belê Denîzê nediçewisî. Di her êşê de xwe bi hêztir dikir. Mîna wendakirina wê ya Sarya…”
 
‘Ji bo heqîqetê tim nivîsand’
 
Binevşê diyar kir ku di salên 2007’an de Denîz dest bi xebatên çapemeniyê kir û wiha pê de çû: “Derfetên me yên xwendina dibistanê çênebûn lê ji bo me rêxistin bû dibistana herî bi nirx. Di heval Denîz de jî ev pir ber bi çav bû. Denîz bi zimanê Kurdî û bi zimanê Tirkî jî baş dinivîsî. Ev jî nîşan dide dema hezkirin hebe mirov dikare di her qadê de xwe pêş bixe. Nivîsên wê estetîk û xweş bûn. Denîz êdî di çapemeniya jinê de dixebite. Di kovara tanriça Zîlan de, Radyoya Dengê Welat û di ANF’ê de jî xebatên çapeneiyê da meşandin. Piştre di komîsyona YRD’ê de cih girt. Denîz xebata xwe ya çapemeniyê ji sala 2013’an şûn ve li Wargeha Mexmûrê da berdewamkirin. Li Wargehê ji Stêrk TV, Jinha û rojnameya heftane ya wargehê de jî xebat dikir. Ji bo wê kîjan ragihandin ji bo gel be xwe erkdar didît. Timî dixwest bibe dengê gel û bi taybetî jî dengê jinê. Bû çav, ziman û hişê jinê. Ji xwe wê zarokatiya xwe, ciwantiya xwe û hebûna xwe fedayê gel kir. Gerîla ji xwe hestên xwe fedayê gel dikin. Hemû têkoşîna wan li ser wê esasê bû.”
 
‘Çawa dibe ku mirov ewqas bi eşq bixebite’
 
Binevşê bal kişand ser xebata bi eşq û wiha berdewamkir: “Di salên 2014’an de çeteyên DAÎŞ’ê êrişî Şengalê dikirin. Denîz li wargehê xwe digihand Şengalê. Piştî wê jî li ser wargeha Mexmûrê êriş pêk hat. Ew dibû cara 11’emîn ya koçberiya Mexmûrê. Careke din koçber dev ji wargeha xwe berdan û derbasî bajarên Rawandûz û Ranyayê bûn. Denîz bi milîsan re li wargehê ma. Wê demê jî herkes dibû şahid, bi riya telefonê beşdarî hemû qenalan dibû. Ji bo bikaribe xwe bigihîne gel çi ji destê wê dihat dikir. Di wê pêvajoyê de nivîsek Denîz hebû li ser Şengalê nivîsandibû. Hîna dema ez dixwînim ez hestiyar dibim. Ez difikirim jî çawa dibe ku di nava şer de dinivîsî, şer dişopand û xwe digihand televizyonan. Di nava kaosê de jî ji xwe re derfet didît. Wê ruxmî her tiştî, hestekî têkoşînê dida me. Ji bo em bikarin Denîzan bidin jiyîn.”
 
Bi Sarya re di heman rojê de jiyana xwe ji dest dide
 
Binevşê wiha berdewam dike: “Di 8’ê Tebaxê de, di roja ku rêhevala wê Sarya şehîd dikeve de Denîz jî li çiyayê Qereçoxa Mexmûrê birîndar dibe û piştre şehît dikeve. Min şehadeta wê nebihîstibû lê min ji kûr ve hîs dikir. Min ji derdora xwe dipirsî min digot ez hîs dikim tiştek bi heval Denîz hatiye. Hevala tim digot îro salvegera şahadeta Sarya ye dibe ji ber wê wisa hîs dikî. Ji ber karên me hebûn me li nûçeyan temaşe nedikir lê hevalek me tenê çû. Min tim jê pirsî lê tiştek nedigot. Got Denîz beşdarî TV'yê bû rojev ragihandiye. Ez tim bi rêhevalên xwe bawer im lê min wê carê qet bawer nedikir. Diyar bû wê jî nedixwest xeberek wisa bide min. Di nîvê şevê de hevalan gazî kir û em di rêyek dirêj de çûn. Dema min dît em nêzî cihê malbatê dibin, min dizanî ku ger ne Denîz jî be tiştek ji malbatê hatiye. Hevalan min pêşwazî kirin û min birin ser cenazeyê Denîz.”
 
‘Bû hevrê û bû heval’
 
Binevşê bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Hestek yê însanî ye ku xemgîniyek mezin min himbêz kir. Lê belê ne girî ne jî xemgînî çare bû. Me merasîma cenazeyê wê bi girseyek mezin re rakir. Cenaze derbasî Bakurê Kurdistanê, gundê Xicixatuna girêdayî bajarê Wanê ye kirin. Li wir spartin axê. Heya gihişte Wanê jî bi girseyeke mezin re hate oxirkirin. Pêwîst bû keda Denîz, têkoşîna wê wiha hatiba oxirkirin. Ji roja koçberiya malbatê ve ango Denîz ji 7 saliya xwe ve ji bo welatê xwe têkoşiya. Xwîna xwe li her deverî rijand. Ji Botanê heya parastina Medya û Mexmûrê. Bû gêrîla, bû heval, bû rojnamevan û hertim bû jinek têkoşer. Denîz di merasîma cenazeyê xwe de jî weke ku dijiya hate pêşwazîkirin. 8 sal bi ser şahadeta wê re derbas bû, lê hîna ez dibêjim ez ê biçim cihên me yê berê me hev dîtibû, ez ê li wir cardin Denîz bibînim. Hevaltiya me dijî. Bi dehan Denîz di nava refên gerîla de û di çapemeniyê de jî têkoşîna wê didin berdewamkirin. Bê guman valatiya wê heye û ez çi bêjim jî ez nikarim hestên xwe yên li hemberî wê bînim ziman. Jiyana bi Denîzê re bihişt bi xwe bû. Kesên ku carekê jî ew dîtine di bin bandora wê de mane. Îro salvegera Denîz û Sarya ye. Em ê daxwazên wan ên netewa demokratik bigihînin serî. Em ê xeyalên wan nîvco nehêlin. Binevş Sarya jî niha li ser şopa Denîz xebatên rojnamevaniyê dike."