Çîrokeke ji roja duşemê ber bi roja şemiyê ve diçe...

  • 11:01 18 Gulan 2022
  • Portre
Tutku Elif Papur 
 
STENBOL - Ji Dayikên Şemiyê Sultan Taşkaya, ev 29 sal in ji bo hevjînê xwe Huseyin Taşkaya yê bi destên dewletê hat windakirin, bibîne li berxwe dide. Sultana ku têkoşîna xwe wekî "Li dû xeyalekî" pênase dike ji kesên ku dixwaze jê re bibe asteng dibêje ez ê têkoşîna xwe bidomînim. 
 
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ji 1995'an vir ve her sal dîroka 17-31'ê Gulanê wekî "Hefteya Windayan" bi bîr tîne. Bi çalakiyên di nava vê hefteyê de xizmên windayan balê dikşînin ser windayan û ji bo berpirs bên darizandin bang li rayedaran tê kirin. Dayikên Şemiyê bi salan e ji bo windayan li berxwe didin. Serhildana wan dibe mijara helbest û stranan. Malbat her hefte ji bo xizmên xwe yên hatine qetilkirin bang dike ku di vê mijarê de herkes xwedî hafizeyeke teze û zindî be. 
 
Hevjîna Huseyin Taşkaya yê ku li Sêwrega Rihayê di 1993'yan de ji aliyê dewletê ve hat windakirin, Sultan Taşkaya têkoşîna xwe ya bi salan wekî "Li dû xeyalekî" pênase dike. Em ê bi hev re derkevin rêwîtiya jiyana Sultanê. 
 
'Hemû tiştên me belav bûn'
 
Sultanê li Gundê Hopê yê Sêwregê ji dayik dibe. 8 xwişk û bira ne û ji nav xwişk û birayên xwe ya sêyem e. Ji ber li gundê wan dibistan tune bû dibistanê naxwîne. Zarokatiya xwe di nava xizaniyê û xwedîkirina ajalan de derbas dike. Di 17 saliya xwe de bi lawê apê xwe Huseyin Taşkaya re dizewice. Demekê li gund dijî û piştre bi malbata xwe re derbasî Sêwregê dibin. Di wê demê de jî li Sêwregê têkiliya dewlet, siyaset û dewleta kûr li ber çav e. Di serdema 12'ê Îlonê de Huseyin Taşkaya 5 sal û nîvan di girtîgehê de dimîne û Sultanê bi sê zarokan re bi tenê dimîne. Wan demana wiha vedibêje:"Hemû tiştên me belav bûn. Wê demê ez û zarokên xwe perîşan bûn."Huseyin dema ji girtîgehê derdikeve dest bi karê xwe dike û dixebite. Di vê demê de ji bo malbatê rewş baş dibe. 
 
Dewlet, siyaset û dewleta kûr
 
Huseyin ê ku ji aliyê civakê ve bi rêzdarî dihat pêşwazîkirin binpêkirina mafên sêgoşeya dewlet, siyaset û dewleta kûr dibe sedem rexne dike. Ji ber van rexneyana ji aliyê Eşîreta Bûcakê dibe hedef. Sultanê têkildarî wan rojana wiha dibêje:"Rojekê dostên me hatin û gotin 'Huseyin bila li vir te xerc nekin. Mala xwe ji vir bibe. Me li mala axayekî di lîsteyê de navê te dît.' Hevjînê min jî got 'Tu zirara me li kesî nayê'. Huseyin nexwest me bitirsîne. Ji me re qet negot."
 
Duşema ku nehat...
 
Ji ber bi şev li dora gund her tim cerdevan û erebe digeriyan Huseyin mala xwe barî Stenbolê dike. Huseyin karên xwe yên li gund di nêvî de dihêle. Piştî malbata xwe dibe Stenbolê ji bo karê xwe yê di nêvî de maye temam bike vedigere Sêwregê. Lê belê Huseyîn careke din paşve venagere. Di roja 3'yemîn a li Sêwregê di 6'ê Kanûna 1993'yan de cerdevan û leşker bi 30 wesayitan bi ser mala wî ya li Kuçeya Baglarê ve digirin. Çavên Huseyin tê girtin û bi gotina "Dê roja duşemê bê berdan" dibin. Di wê demê de xwişka Sultanê dixwaze bibe asteng lê belê li milê wê dixin û milê wê dişkê. Dibêjin qey ew Sultanê ye û dixwazin wê bibin. Nasek dibe asteng. Sultanê bi telefonê hîn dibe ku Huseyin hatiye binçavkirin û lawê wê yê mezin tê Sêwregê. Sultanê ditirse ku lawê wê jî bibin û ew jî tê Sêwregê. Sultanê li vir dixwaze daxwaznameyekê binivîse û gilî bike lê belê hemû cihên daxwaznameyan dinivîsin dikanên xwe digirin û dibêjin "em nikarin binivîsin". Ev rewş jî nîşan dide ku gelê Sêwregê çawa di bin tirsa axayan de bûn. 
 
Mudurê emniyetê: Vir di destên axayan de ye
 
Sultanê piştre diçe Muduriyeta Emniyetê ya Sêwregê û diyaloga di navbera xwe û mudur de wiha vedibêje:"Mudurê emniyetê ji min re got 'Ev lawê te ye?'. Min jî got 'erê'. Piştre got 'Ez ji bo te xemgîn dibim. Lawê xwe jî bigire û ji vir here. Ger lawê te jî bibin tu yê çi bike?' Min jî got 'Dewlet hûn e, me xwe avêt dexlê we. Hûn min naparêzin?' Ji min re got 'Vir di destên axa de ne. Ez pêşniyaz dikim ku tu lawê xwe bigire û biçe. Bila heyf nebe."
 
Piştî çend mehan birayê Huseyin diçe mala Sedat Bucak. Hem Huseyin kiribûn hedef, hem emniyetê bal kişandibû ser Eşîreta Bucak û hem jî navê Huseyin di nava lîsteyê de bû. Eşîreta Bucakê dibêje 'Ekîba me girt lê belê me teslîmî dewletê kir. Ne di destên me de ye.' Emniyetê Bucak, Bucakan jî emniyet nîşan dida. Loma vê yekê jî dîtina Huseyin dijwartir dikir. Vê yekê têkiliya parastina di navbera wan de jî nîşan dida. 
 
'Dewletê me ji Huseyin mehrûm hişt'
 
Sultanê li her derê li hevjînê xwe digere lê wî nabîne û vedigere Stenbolê. Bi çar zarokên xwe re hewl dide li ser piyan bimîne. Li vir hem di warê aboriyê de hem jî di warê manewiyatê de zehmetiyan dibîne. Sultanê li bazarê ji bin tezgahan fêkiyan kom dike. Mecbûr dimîne zarokên xwe ji dibistanê bigire û zarok bixebitin. Bi demê re wekî rewş baş bibe lê belê kêmasiya Huseyin qet derbas nabe. Ew neviyên xwe, bûkên xwe nabîne. Sultanê dibêje "Kêmasî heye. Hundurê me vala ye. Gora me tune ye. Yên ew birin jî li ber çavên me digerin, em diqehirin. Cejin tê zarok bapîrên wan, wan dibin parkê. Vê dewletê me ji vê yekê mehrûm kir." Sultanê dema qala Huseyin dike dibêje:"Wî zirar nedida kesî."
 
Serhildaneke dilê wê geş dike nas dike
 
Sultanê dikeve nava lêgerîneke ku kêmasiyên di nava malbatê de derbas bike û di wê demê de naseke wan behsa Dayikên Şemiyê dike. Dayikên Şemiyê ji 27'ê Gulana 1995'an ve her hefte li Qada Galatasarayê rûdinên û dixwazin xizmên wan ên hatine windakirin bên dîtin û xizmên xwe bi bîr tînin, pirsa bersûcan ji dewletê dikin. Sultanê çawa vê piştevaniyê dibihîse diçe Qada Galatasarayê û pirsa Huseyin dike. Li berxwe dide. Tenê têkoşînê nade her ku diçe wir tu dibêjî qey diçe ser gora Huseyin. Her hefte du zarokên xwe digire û diçe qadê lê bi tundiya polîsan rû bi rû dimîne. Lê belê ev tundî wê xurtir dike. Serhildaneke dilê wê geş dike nas dike. Sultanê bi salan şûnde neviyên xwe jî tîne qadê. Nevîyên pirsa bapîrê xwe yê qet nedîtine dikin. Zarok dibêjin "Bila serok bapîrê me paşde bide me bapîrê min li ku ye? Bapîrên her kesî wan dibe parkan, bapîrê me li ku ye?"
 
Jiyaneke li dû xeyalekî...
 
Sultanê bi hezkirina zarok û neviyên xwe hewl dide hestên xwe yên nêvî mane temam bike û dibêje:"Ciwan belkî bigerin û ji bîr bikin lê belê ez tu carî ji bîr nakim." Sultanê wiha didomîne:"Ne şeva me ne jî roja me heye. Em tim di nava xeyalekî de ne. Em dibêjin gelo birin ku derê, çawa kuştin? Avêtin kîja çemî, kîja bîrê? Em bi xeyalekî dijîn..."
 
Îro hîn Sultanê li ber xwe dide û bi têkoşîna xwe bang li zihniyeta dixwaze rihê têkoşîna wê tune bike, dike:"Hemû kesên windayî zarokên me ne, xwişk û birayên me ne. Huseyin ji bo me çi be ew jî ji bo me ew in. Bila kujer bên darizandin. Em ê li dû têkoşîna xwe bin."