Serpêhatiya 105 salan...

  • 09:04 12 Gulan 2022
  • Portre
 
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Maryetta 105 salî ye û bi zilma malbat, axa û dewletê re rûbirû mayê wiha bang dike: "Jiyana min her bi zext û zordariyê derbas bû û ez tu carî wan ji bîrnakim. Divê li dijî her cureyên zilmê kurd xwedî li hev derkevin." 
 
Maryette Demîrcî 105 salî ye. Çend bi temenê xwe mezin balê dikişîne ser xwe jî jiyana wê jî balkeş e. Di jiyana xwe de şahidiya gelek pêvajoyan kiriye. Her pêvajo je rê bûye tecrûbeyek. Niha ji bo tiştên jiyayî neyê ji bîrkirin ji derdora xwe re vedibêje. Maryetta ku bi eslê xwe xelkê Botanê ye ji ajansa me re behsa serpêhatiya xwe kir. 
 
'Gundê me gundek dîrokî bû'
 
Maryette li gundê Şaxê ya Cizîra Botanê tê dinê. Zarokatiya wê li gund derbas dibe. Maryette wiha behsa zarokatiya xwe dike: "Gundê me gundek dîrokî bû û xwedî li xwezayeke dewlemend bû. Xwezaya gundê me gelekî xweş bû. Li gund dehlê me hebûn. Her wiha malbata min hem bi çandiniyê re û hem jî bi sewalkariyê re mijûl dibûn. Malbata min mehsûlê xwe dianîn li bajêr difirot û pê debara xwe dikir. Her wiha nîvê malbata min hem li gund bû hem jî li Cizîrê bû. Malbata min li Cizîrê jî bi karê hesinkariyê re mijûl dibû û alavên hesin çêdikirin û difrotin."
 
Barê giran a li ser milê zaroka 12 salî...
 
Dema dibe 12 salî Maryette bi darê zorê tê zewicandin û di temenê biçûk de bi zor û zehmetiya jiyanê nas dike.  Maryette wiha çîroka xwe ya zewcazê tîne ziman: "Ez zarok bûm min nedizanî zewac çi ye. Min digot ez ê piştî demek kurt vegerim mala xwe. Lê roj bi roj min zanî ku êdî veger nîne. Ez bi malbata hevjînê re mam. Min tu kar nedizanî, min nedizanî ez xwarinê çêkim û karê malê bikim. Ez roj bi roj hinê hemû zor û zehmetiyên jiyanê bûm. Her salên ku derbas dibûn min bêtir tişt fêm dikir û ez dibûn xwedî tecrûbe." 
 
Zilma axayan û zextên dewletê'
 
Maryette ligel zor û zehmetiya jiyana di nava malê de bi zor û zehmetiya jiyana gund re jî rûbirû ma. Ne tenê ew hemû şêniyên gund heman tiştî jiyan. Ji ber ku li gund axa hebûn. Maryette wiha bal kişand ser têkiliya şêniyên gund û axayan: "Li gundê me axa hebûn. Hemû kes ji bo wan dixebitî. Ji aliyek zilma axayan û ji aliyek jî zilma dewletê hebû. Me ji neçariyê xulamtiya axa dikir. Tişta ku em bikin jî tunebû. Jiyana me bi wan re wisa derbas dibû. Her wiha ligel zilma axa jî zextên dewletê jî li ser me hebû." 
 
'Gund li me hat qedexekirin'
 
Maryette di axaftina xwe de bal kişand ser salên 90'î û got: "Di salên 93 û 94’an de dewlet bi ser gunde girt. Cerdevanî li me ferz kirin. Roj bi roj zilma dewletê zêde dibû. Êrişê gund kirin, gund hat gulebarankirin, xanî hatin şewidandin. Şêniyên gund ji neçariyê cih û warê xwe terk kir û berê xwe dan bajaran. Kesek li gund nema. Îro jî hatin û çûyîna me ya li gund qedexe ye. Destûr nayê dayîn ku em biçin gundê xwe. Niha li gund tenê leşker hene." 
 
'Tiştên ku ez jiyame ez tu carî ji bîr nakim' 
 
Zehmetiya jiyanê ji 12 saliyê heta îro bûye para Maryetteyê. Zilma û zordariya malbatê, axayên gund û dewletê bandorê li tevahiya jiyana Maryettê kir. Maryette bi wan hevokan hestên xwe anî ziman: "Ez tu carî ew rojên zor û zehmet ji bîr nakim. Mirov ne xweşiyê û ne jî nexweşiyê ji bîr dike. Ez ji zarokatiyê heta îro bûm şahidiya gelek tiştan. Ev tişt yek bi yek di bîra min de ye û ez tu carî ji bîr nakim. Heta ez bimirim jî ji bîr nakim."
 
'Divê kurd bibin yek'
 
Maryette di dawiya axaftina xwe de wiha bal kişand ser zilma niha li kurdan tê kirin: "Ev bi sala ne li hemberî me kurdan zilmek heye. Li dijî zilmê divê kurd xwedî li kurdan derkeve. Divê yekitiya me kurdan pêk bê. Ji ber kurd dijminatiya hevdû dikin û nikarin bibin yek jî. Mînak PDK. Îro dijminatiya birayê xwe dike. Jixwe dijmin êrişê li me dike. Ew jî wek dijmin êrişê li me dike. Hemû bûne neyarên kurdan. Em dixwazin PDK dev ji vê îxanetê berde. Lê belê heta em saxbin em ê vê dijminatiyê ji bîr nekin.”