Lulu...

  • 09:03 26 Gulan 2023
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
Carna mirov tespît dikin ku gelekî bi şans in.  Şop, rêwîtî, mirov, wateyên dertên pêş wan, vê zêdetir bi wan didin hîskirin. Jiyan di vê mijarê de bê navber derfetan dide. Jineolojî di serî de ji bo jinan ji bo her kesî şansek e. Ji bo hesabpirsînê ev gava yekem e. Gava duyem jî rê û rêbaz in.
 
Nagihan Akarsel
 
Zanînên bi nirx ên ji jinan re hatine ragihandin hene. Yek ji van jî şeytanok bû. Navê wan bi Kurdî Lulu bû. Em vêya ji wan fêr bûn. Lulu pîroz dihat qebûlkirin. Cesedê mirovan di lulu de bi salan nediriziya. Di çîrokên vejînê de hebû lulu.. Morîka di kaşilê behre de bû. Ev çîroka lulu dibe ku bibe çîroka zanista bi avabûna mirovahiyê re dest pê kiriye. Ev mijara lêkolînek berfireh e.
 
Rêzdariya li hember dayikê wek rîtuela herî girîng a jiyana xwezayî didomiya. Sekna dayik û mêrên ligel ev ji me re vedigot. Çay û qehwe mêran dida. Der barê dîrokê de digotin ‘dîroka me pir dirêj e. Bi kok e. Dîroka me ji destpêka mirovahiyê de heye. Lê bi qasî em dizanin 7 hezar sal e’. Dîroka 7 hezar salî ji salên 2000’î ya Beriya Zayînê dest pê dike. Wê demê yên ewil tên binpêkirin jin in. Di navbera jin û mêr de pevçûnên herî zêde wê demê hatine jiyîn. Dema ewil a şikandina zayendê ye. Jin ji hêza xwe ya civakî ya xwezayî tê tunekirin û di nav çar dîwaran de tê sînorkirin. Ev dîroka destpêka Sumeran bû. Lîlîth ku wê demê xeta berxwedana jinê temsîl dikir hebû. Xebata berdana jinê ya li dijî mêr têdikoşe…
 
Lîlîth di heman demê de navê enerjiya jinê bû… Gotina şeytan jî ev venedigot gelo? Li dijî hesibandina guneh û lanetkirina pîrozhiyan mekanîzmayên herî mezin ên parastinê ev gotin bi tu awayî nedigirtin ser zimanê xwe. Gelo şeytan kî bû? Yê di mîtolojiya Adem û Hawayê de bi mar re hevkariyê dike û ji dara jiyanê sêvê diqetîne nîne? Yan jî yê Hawayê dixapîne û ji dara jiyanê sêvê qut dike? Di mîtolojiyan de hêma cuda ne lê sembol heman tişt in. Dema me çandên qedîm ên Rojhilata Navîn lêkolîn dikir, me ew zêdetir di dîroka devkî, sembol û çîrokan de didîtin.
 
Bi vê wesîleyê em hîn bûn ku bi Elewiyan re jî bi Êzidiyan re jî sêv zanînê temsîl dike. Ew bi israr bû zanîna xwe bigire. Bi wê zanînê re bi biryara ku nirxên jê hatiye dizîn şûnde bigire. Sîmgeyên ji wan deman de mane, şopên wê me didît. Ev hişê civakî ku tê xwestin bê texrîbkirin nîşan dide ku hîna zindî ye. Ev parastina hişê ku xwedayên mêr hewl didan bidin jibîrkirin bû. Dîwarên li dora nasnameya jinê hatibûn hûnandin, ji tabuyên nû re teşwîq nedikir gelo? Di dema duyemîn şikestina zayendî de Lîlîth êdî ne lantkirî bû gelo?
Em yekem car di destana Gilgamiş de Lîlîth dibihîsizin. Lîlîth di mîtolojiyên Sumer, Babîl, Pers de êdî jinek vampîr e. Di dema Sumeran de di dema ewil de tê bawerkirin ku Lîlîth destê çep ê Înanna ye, piştre jî diguhere îfrîtek Lamaştu. Ya ku jin û pêçek dikuştin bû. Di Yahudîtî û Xiristiyaniyê de jina ewil a bi Adem re hatibû afirandinê. Lê ji ber dibêje ez bi Adem re wek hev im û jê re xizmetê nakim, ji cenetê tê qewirandin an jî cenetê terk dike ye. Ji ber li dijî Adem û Xweda serî natewîne, bi şeytan re bûye yek û jina ku şeytan tercîh kiribû. Ev di çanda gelek gelan de jina ku jê dihat tirsîn bû. Ev mînak tenê nîşan didin ku Lîlîth nasnameya jina berxwedêr e. Lîlîth qels be jî îro ne sembola enerjiya jinê ye?
 
Belê Lîlîth bi vê sekna xwe ya berxwedêr wek şeytana pergalê tê binavkirin. Lê di Êziditiyê de hucreya kok a hişê civakî ava dike. Di gelek wêneyên ji bo vegotina Lîlîth tên xêzkirin de, beşek bedena Lîlîth wek mar tê nişandan. Ev jî sembola Şahmeran tîne bîra mirovan.  Wek  nasnameyek lanetkirî, Lîlîth wek hevala mar tê venasîn. Wêneyê Şahmeran li ser cîzên jinan ku serî jin e û bedena wê mar e, tê nexşkirin û ev li qurçikê herî serek cih digire. Ev zanîn di jiyana jinan de wek zanebûn wek zanîna tipê cihê xwe digire. Bi taybet di baweriyên Elewî û Êzidîtiyê de marê reş pîroz e û ev rewş jî girêdayî vê zanînê ye.
 
Dema me di civaka Êzidî de şopa vê zanînê lêkolîn dikir, em fêr bûn ku cezayê ku bi şaristaniya dewletan re yek bûn tunebe tu tê qetilkirin û nayê qebûlkirin. Niha DAIŞ ya ku wê şaristaniyê temsîl dike, ewil êrîşî Şengalê dike û jinên Êzidî dike kole. Ev girêdayî vê heqîqetê ye. DAIŞ bi Îngîlîz bi kurtasî  ÎSÎS e û ev nîşan dide ku hişê serdest ê mêr ku zanînên civaka xwezayî ya jinê diziye niha xwe didomîne.
 
Nîşe: Berdewamiya nivîsê bi sernavê ‘yên di riya heq de ne û cihên wan’  wê hefteya pêş bê weşandin.