Kurd her tim ji bo zimanê xwe têkoşiyan

  • 09:03 27 Çile 2023
  • Nîqaşên Jineolojiyê
Kurdên antena uydu dan ser banê xwe bi zextên dewletê re hatin rû hev, îşkence dîtin. Heman tişt ji bo pirtûk û kovaran jî derbasdar e. Xebatkarên weşanên Kurdî zilm dîtin. Bedel bi jiyana xwe dane. Lê Kurdan tevî her tiştî dest ji mafê xwe bernedan û ji bo zimanê xwe têkoşiyan.
 
Elif Gemîcîoglu
 
Mirov dema axaftinê hem zimanê beden hem jî gotinan bi kar tîne û îdeolojî û kesayeta polîtîk a çand û baweriyê derdixe holê. Zimanê îro tê bikaranîn êdî zîhniyeta serdest red dike zimanê wekheviya zayenda civakî pêş dixe. Jinên femînîst hinek sazî û xebatan dimeşînin. Ev xebat hemû mêrên bi wekheviya zayenda civakî bawer dike dihewîne.
 
Jinên demek Kurd tevli atolyeyên jîneolojiyê dibin bi zimanê wan re guherînek mezin diafire. Dayikên di navbera temanê 65 û 80’ê de di çend mehan de zimanê xwe guhertine. Ji zimanê zîhniyeta serdet a ku ew biçûk dixistin xilas bûne. Paşgotinên vê zîhniyetê bi kar neanîne.
 
Girîngiya zimanê dayikê
 
Zimanê dayikê bi qasî av û bîhnê girîng e. Mafekî sereke yê miroviyê ye. Zimanê bê qedexekirin pirsgirêkên di navbera civakan de giran dike. Yên xwedî raye bi qedexeya pevçûnên navbera civakan giran kirine.Wek gelek welatên cîhanê li welatê me jî heman rewş tê jiyîn. Gelek mînakên vê hene. Mînak Bariş Çakar ê 20 salî ji ber strana Kurdî got hat qetilkirin. Li Stnebolê Sedat Akbaş li rawestgehê ji ber Kurdî axivî ji aliyê Ulkuciyan ve hat qetilkirin. Fîkret Aydemîr li leşkeriyê ji ber Kurdî axivî hat kuştin. Ekrem Yaşli yê 74 salî li Çanakkaleyê ji ber bi hevjîna xwe re Kurdî axivî bi êrîşê re hat rû hev. Li Sakaryayê bav û kur ji ber Kurdî axivîn êriş li wan hatin kirin. Bavê B.S. Kadir Şakçi jiyana xwe ji dest da kurê wî B.S. bi giranî birîdar bû.
 
Bêguman ên herî zêde nisîbê xwe ji van qedexeyan digirin jin in. Bi salan e ji ber nikarin xwe bi zimanê xwe îfade bikin bi gelek pirsgirêkan re tên rû hev. Herî zêde li nexweşxaneyan mexdûr dibin. Li nexweşxaneyan gelek caran ji ber nikarin xwe îfade bikin biçûk tên xistin. Carnan jî bi jiyana xwe bedel dane. Fatma Altinmakas ji gundê Golagili ya Melezgîr a Muşê ye. Birayê hevjînê wê S. Altimakas destdirêjî lê kir. Dayika 6 zarokan Fatma diçe qereqolê gilî dike û ji ber tirkî baş nizane tundiyê baş nikare vebêje û piştî vê Fatma hat qetilkirin. Ger ku Fatmayê xwe baş îfade bikira wê îro bijiya. Gelek mînak dikarin bên zêdekirin.
 
Têkoşîna ji bo ziman tê dayîn
 
Kurd bi salane ji bo zimanê xwe bidin jiyîn, ji bo qedexeyên li ser zimanê wan rabe têdikoşin. Bi salen stran, pirtûk, kovar, rojname û tv yên Kurdan tên qedexekirin. Berê dema kal û pîrên me bant dikirin teybê û li stranan guhdar dikirin li derve hinekan nobedariya vê dikirin ku kes nebîne. Bi tirs û hesret li stranên kurdî dihatin guhdarkirin. Hema bi lez guhdar dikirin û dixistin bin axê vedişartin. Kurdên ji bo radyoya Erîwanê ya Kurdî weşanê dike guhdar bikin, dihatin gel hev û her çiqas negihêjin tehma wê jî hesreta xwe bi vî awayî hinekî çareser kirine. Medv Tv ku serê salên 90’î de dest bi weşanê kir bi Kurdan re kelecanek mezin afirand. Kurdên antena uydu dan ser banê xwe bi zextên dewletê re hatin rû hev, îşkence dîtin. Heman tişt ji bo pirtûk û kovaran jî derbasdar e. Xebatkarên weşanên Kurdî zilm dîtin. Bedel bi jiyana xwe dane. Lê Kurdan tevî her tiştî dest ji mafê xwe bernedan û ji bo zimanê xwe têkoşiyan.
 
Di serê salên 2000’î de destûr dan qursên Kurdî. Ev destkeftiya bedelên giran bû. Bi gelê Kurd re kelecanek mezin afirî. Bi hezaran kesî qeyda xwe kirin. Her kesî eleqe nîşan da. Piştre di 2006’an de Kurdî Der hat vekirin. Her çiqas dewletê destûr dabe û saziyek girêdayê maseya komeleyan be jî, ji bo girtina wê hincet hat dîtin. Di heman demê de wek TZP Kurdî (Tevgera ziman û perwerda kurdî) ku hemû Kurdên cîhanê dihewand hat avakirin. Tevî hemû astengiyan hîndekar û qursiyer gîhandin. Di heman demê de ji bo perwerdeya zimanê dayikê têkoşîn da. Kampanya pêk anî. Ji bo dibistanên Kurdî bên vekirin têkoşîn da.
 
Di roja me ya îro de li Tirkiyeya ku lê demokrasî pir şûnde ketiye hema hema destûrê nadin tu sazî û dezgeyê. Hemû saziyên demokratîk hatine girtin û ber bi kaosekê ve birine. Faliyetên wan tên astengkirin. Tevî hemû zextan gelê Kurd ji bo jiyankirina zimanê xwe têdikoşe. Tevgera Zimanê Kurd yanî HezKurd di 15’ê cotmeha 2020’î de hat avakirin. HezKurd'ê modela perwerdeya Swîsre, Makedonya û Yenî Zelande esas girt û têkoşîna xwe ya demokratîk dimeşîne.
 
Seranserê dîrokê di hemû civakên ji demokrasiyê bêpar jiyane de ev pêkanîn hatine jiyîn û bêguman têkoşînê jî beramberê vê berdewam kiriye. Ji ber di fitrata hemû mirovan zindiyan de azadî heye. Tu hebûnekê ji azadiyê qutbûn qebûl nekiriye û nikare bike jî.