Bajar bi bajar coşa 1'ê Gulanê

  • 17:00 1 Gulan 2023
  • Ked/Aborî
 
Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi minasebeta  1'ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran bi dirûşma "Ked a me pêşeroj a meye" daketin qadan û 1'ê Gulanê bi girseyî pîroz kirin. 
 
Hêzên kedê bi minasebeta 1'ê Gulanê Roja Kedkar û Karkeraan a Cîhanê li gel saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî  li gelek navendan derketin qadan û daxwazên xwe yên ji bo xwedîderketina li kedê careke din anîn ziman. Jinên ku li gelek navendan li qadan bûn jî bal kişandin ser helwesta îqtîdarê ya li dijî jinê û diyar kirin ku ew ê desthilatdariya ku destkeftiyên jinan kirine mijara bazarê biguherîn.
 
 
Dîlok  
  
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Dîlokê jî bi dirûşma “Li dijî hilweşîn, bêkarî û xizaniya kapîtalîst em bibin yek” li Parka Kirkayak a li navçeya Şahînbeyê pîrozbahî hate lidarxistin. Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Dîlokê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û endam û rêveberên gelek komeleyan jî bi kortêjan ketin qada pîrozbahiyê. Parka pîrozahiyê tije bûbû û pankartên “Em perwerdeya cemawerî, bêpere, laîk, zanistî û bi zimanê dayikê dixwazin”, “Li dijî kedxwarî, xizanî û faşîzmê; ji bo ked, aştî, wekhevî û azadiyê bijî Yekê Gulanê” û “Na ji êrişkariya mêtingeriyê, dagirkerî û şer re” hatin daliqandin. Beşdaran dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Em ê bi yekitiyê bi ser kevin”, “Em dixwazin weke mirovan bijîn”, “Jin, jiyan, azadî”, “Serkeftin dê ya kedkarên berxwedêr be”, “Bijî Yekê Gulanê” û “Na ji şer re, aştî a niha” hatin berzkirin. Di heman demê de dovîzên “Dawî li yekzilam bîne, deng bide Çepên Kesk”, “Bijî şoreşa sosyalîzmê” û “Azadî ji bo xweza, zanist û mirovan” hatin hilgirtin. 
  
Bername, bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane hat destpêkirin. 
 
Ji ewilî li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dîlokê Alî Guducu axivî û wiha got: “Îro li her çar aliyên cîhanê kedkar û karker ji bo edalet, demokrasî û aştiyê têdikoşin û li qadan e. Hilweşîna eklojîk a ku kapîtalîzmê rê li ber vekiriye, îro dibe sedema karesat, mirin, wêranî, koçberî û birçîtiyê. Di serî de pirsgirêka kurd, bi israra di polîtîkaya kevneperest û ewlekariyê re hûn nikarin pirsgirêkên demokrasî, mafên mirovan, elewiyan û hwd. çareser bikin. Di her qada bêedaletî heye. Tayînkirina qeyûman, şer, kedxwarî, yekperestî, binçavkirin, girtin, şewb û hêj gelek pirsgirêkên din hene. Îktîdar hewl dide bi van polîtîkayan dengê mirovan qut bike. Lê têkoşîna edalet û wekheviyê li ser pêya ye. Êdî ew roj hat û dewr guherî. Em niha di qonaxa biryardayînê de ne. Ji bo têkbirina vê rejîma tarî ya ku zirarê dide jin, kedkaran, karkeran, zarokan, ciwanan û pêşeroja me tarî dike em mil didin milên hev. Em ê li dijî wêraniya pergala kapîtalîstê bibin yek û vê pergalê biguherînin.” 
 
Jin li qadan bûn 
 
Piştre jî ji Platforma Demokratîk a Jinan Serpîl Dagdevîren axivî û ev tişt anî ziman: “Dema em 1’ê Gulanê pîroz dikin, ber bi hilbijartinekê ve diçin ku li dijî kesên destkeftiyên jinan kirine mijara bazarê dengê xwe bilindtir derxînin. AKP hewl dide destkeftiyên jinan ên di encama têkoşîneke mezin de hatine bidestxistin tune bike. Em ji bo ku ji polîtîkaya dijminatiya jinan a îktîdarê, ji şer re bibêjin na li qadan e. Ji bo ku bibêjin em hene, em li qadan e. Ji bo bidawîkirina newekheviyê, ji bo nûnertiya jinan di mekanîzmaya rêveberiyê de zêdetir bibe, ji bo Wezareta Jinan were avakirin em li qadan e. Ji bo pêşîlêgirtina keda jinên koçber, li dijî qanûnên bêyî biryara jinan li dijî jinan hatine derxistin, ji bo dîsa anîna Peymana Stenbolê em li qadan e. Ji bo bidawîkirina cihêkariya di qada xebatê de li dijî jinan tê kirin em li qadan e. Ji bo ku jin bikarin di 8’ê Adarê dakevin qadan û ji bo 8’ê Adarê bibe roja betlaneya fermî em li qadan e. Em ê tenê yek dengekî nedin kesên ev yek bi serê me anîn. Bijî têkoşîna birêxistinkirî ya jinan.” 
 
'Hûn nikarin me tune bikin'
 
Herî dawî jî karkerê Aras Kargoyê Mahmût Ozdemîr axivî û bi gotina “Em bi milyonan kes in, hûn nikarin me tune bikin” dest bi axaftina xwe kir û wiha derbirî: “Karker hem di erdhejan de hem jî di krîzan de dixebitin. Em dixwazin mafên xwe bi dest bixin. Em ketin madenan, me nan hilberand, kargo me belav kirin û em birçî man. Em bûn qurbaniyên cînayetên kar. Em di bin kavilan de man. Em dibêjin êdî bes e. Em ê vê qederê biguherînin. Em jiyaneke birûmet dixwazin. Em naxwazin zarokên me birçî razên. Bila astengiyên li pêşiya sendîkabûnê bên rakirin û mafê me yê grefê neyê astengkirin. Bijî têkoşîna me ya birêxistinkirî.” 
 
Di tevahiya benameyê de coşa girseyê di lûtkeyê de bû û mitîng bi govendên li ber stranên kurdî hatine gerandin bi dawî bû. 
 
Sêrt  
 
Li Sêrtê jî karker û kedkar di çarçoveya 1’ê Gulanê de li pêşiya avahiya Platforma Şaxa KESK’ê hatin ba hev. Karker û kedkarên bi pêşengtiya Komîteya Amedkar a 1’ê Gulanê ku rêxistinên civaka sivîl ên bajar jî di nav de bûn hatin ba hev, xwestin bi pankart û pêşmalkên li xwe kirin ber bi Qada Demokrasiyê ya navenda bajar ve bimeşin. Lê karker bi hinceta biryara qedexeyê ya ji bo 4 rojan a Walîtiya Sêrtê hatin astengkirin. Piştî ku meş ji hêla poîsan ve hate astengkirin, karkeran li pêşiya avahiya şaxê çalakiya rûniştinê li dar xist. Di çalakiyê de pankarta bi sê zimanan a “Bijî Yekê Gulanê” hate vekirin û girseyê bênavber dirûşmên “Berîqetan ne li pêşiya kedkaran lê li pêşiya çeteyan deynin”, “Dê roj were, dewran dê biguhere û dê AKP hesabê bide gel” hatin berzkirin. 
  
Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Sêrtê Tuncer Bakirhan, Parlamenterê HDP’ê yê Sêrtê Sidik Taş, Hevşaredara Sêrtê Bêrîvan Helen Işik ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin jî tevli çalakiya li pêşiya avahiya şaxê hatiye lidarxistin bûn. 
 
Serokê Baroya Sêrtê Muhammed Alptekîn di çalakiyê de axivî û wiha got: “Biryara walîtiyê, biryareke keyfî ye. Mafê me yê ku li gel kedkar û karkeran bin, bi awayekî derqanûnî hate astengkirin. Ev sê sal in bi awayekî keyfî biryarên qedexeyê tên dayîn. Me xwest bi rêyên guftûgoyê, di nava aştiyê de cejna xwe pîroz bikin. Lê wan bi biryarên derqanûnî pêşî li me girtin. Li Sêrtê beşek heye ku kengî bixwaze dikare çalakî û xwepêşandanan li dar bixe û cejnan pîroz bike. Lê ji ber ku em ne li gel sermayedaran lê li cem kedkar û karkeran e, rê nadin ku em cejnê pîroz bikin.”
 
'Pêdivî bi azadiyê heye’ 
 
Piştre jî metna çapemeniyê ji hêla Seroka Odeya Bijîşkan a Sêrtê Mehtap Şekercî ve hate xwendin. Mehtabê, bal kişand ser binpêkirinên roj bi roj zêde dibin û axaftina xwe wiha qedand: “Pêdiviya mirovên me ne bi qedexeyan lê bi azadiyan heye. Pêdivî bi komareke demokratîk, azadîxwaz û hiqûqa civakî heye. Karker û sendîkavanên li dijî van binpêkirinên giran têdikoşin, rastî zextekî giran tên, tên darizandin û girtin. Rojnamegerên ku di nava mercên giran ên krîza aboriyê de nûçeyan çêdikin, tên darizandin û girtin. Parêzerên ku wan diparêzin û parastvanên mafên mişrovan jî tên girtin û darizandin.”
 
Îdîr 
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Çepên Kesk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li Îdirê bi boneya 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cihanê meşek li dar xistin. Meş li ber Buroya Hilbijartinê ya Jinan dest pê kir û li ber buroya hilbijartinê ya Zagrosê bi dawî bû. Di meşê de pankarta “Bi jina azad, ber bi civaka azad ve” hat vekirin û dowîzên “Faşîzmê têk bibin, Tecrîdê bişkînin”, “Wê zarokên ‘AK’ winda bikin, zarokên birçî serbikevin” hatin rakirin. Her wiha dirûşmeyên “Bijî yêk gulan”, “Em ê bi berxwedanê serbikevin” hatin berzkirin. Piştî meşê li ber buroya hilbijartinê ya Zagrosê daxuyaniyek hat dayîn.
 
Daxuyanî ji hêla Hevserokê DBP’ê yê Navçeya Navendî Sedat Bûlgay ve hat xwendin. Sedat, ewilî şehîdên Taksîmê yên sala 1977’an û hemû şehîdên 1’ê Gulanê bi bîr anîn. Piştre dest bi axaftinê kir û destnîşan kir ku li dijî mêtîngeriyê, feqîriyê, faşîzmê, keda ku tê paşguhkirin Bijî 1’ê Gulanê û berdewam kir, “Em ê hişmendiya ku gelên me fedayî vê pergalê dike di 14’ê Gulanê de teşhîr bikin. Em ê hişmendiya ku keda jinê paşguh dike, keda zarokên ku hewceye di dibistanan, parkan de bin îstîsmar dike têk bibin. Faşîzma AKP'ê û MHP’ê ya ku serî li tundiyê, zextan, komkujiyan, diziyan dide ber hilweşînê ye û 14’ê Gulanê jî rawestgeha dawî ye.”
 
Sedat ê bal kişand ser binçav kirinan, bi lêv kir ku ew ê bersiva herî xurt di 14’ê Gulanê de bi ruhê 1’ê Gulanê bidin desthilata ku dixwazin bi operasyon, binçavkirin û girtinan wan bitirsînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Werin em vê 1 Gulanê bikin destpêka serkeftina demokrasî, ked û edaletê. Werin em weke karker, kedkar, jin, ciwan û hemû kesên bindest 1’ê gulanê bikin destpêka 14’ê Gulanê. Em ê bi vî ruhê 1’ê Gulanê, di 14’ê Gulanê de ber bi serkeftinê ve bimeşin. Bijî 1'ê Gulanê.” 
 
Daxuyanî bi gerandina govendê bi dawî bû.
 
Meletî 
 
Li Meletiyê bi Pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Meletiyê li ber Navenda Gel a Perwerdehiyê ya navçeya Batalgazî 1'ê Gulanê Roja Karker û Kedkarên Cihanê hat pîrozkirin. Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Meletiyê li avahiya xwe ya navçeya Yeşîlyurtê bi korteje heta qada pîrozbahiyê bi berzkirina dirûşmeyan meşiya. Her wiha Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Wanê Sezayî Temelî jî tev li pîrozbahiyê bû. 
 
Di meşê de dirûşmeyên, "Jin jiyan azadî, “Bijî yekê Gulanê” “Em li vir in em ê biguherînin" hatin berzkirin. Korteja Partiya Çep a Kesk û Platforma Ked û Demokrasiyê ya gihîştin hev û piştre jî girse bi kortejan heta Navenda Perwerdehiyê ya Gel a navçeya Batalgazî ku pîrozbahiya 1'ê Gulanê hat lidarxistin meşiya. 
 
Berdevkê KESK’ê yê Meletiyê Huseyin Akdemîr di destpêkê de axivî û anî ziman bandora erdhejê ji ber polîtikayên desthilatê yên rantê mezin bûye û ew ê hesab ji yên bûne sedema vê karesatê bipirsin.
 
Piştrê jî nûnerê BirTek Senê Ozkan Zulfukar axivî û bal kişand ser kuştina karkeran û kedxwariyê. 
 
 Valakirina kavilan li jîngehan rawestînin
 
Serokê Tum Koy Senê yê Meletiyê Alî Gursel jî bal kişand ser pirsgirêkên kavilan û xwest ku valakirina kavilan a li jîngehan were rawestandin. 
 
'Em ê bi hev re civakê azad bikin'
 
Herî dawî jî Parlamenterê HDP'ê yê Wanê û Namzetê Parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Mûşê Sezaî Temelî axivî û bal kişand ser tesîra erdhejê û polîtîkayên îktidarê ku di bin kavilan de ma û anî ziman ku ew ê bi hev re civakê ji bin zilma îktidarê azad bikin. 
 
Mêrsîn
 
Li Mêrsînê 1’ê Gulanê Roja Cejna Karkeran bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê hat pîrozkirin. Nûnerên rêxistinên partiyên siyasî û pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê beriya pîrozbahiyê li ber Stada Kevn a Tevfîk Sirri Gur kom bûn û heta cihê pîrozbahiyê ya li Qada Cumhuriyetê meş li dar xistin. Meş bi coş û kêfxweşiyek mezin hat lidarxistin. Di meşê de pankart hatin vekirin û dirûşmên wek “Jin jiyan azadî”, “Hezar silav li Îmraliyê be” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. 
 
Bi hezaran kedkar û karker li Qada Cumhuriyetê tije kirin û bi hatina korteja Partiya Çepên Kesk re li qadê coş zêdetir bû. Welatiyan demek li ber stranan govend gerandin û dîmenên rengîn ketin ber objekîfên kamerayan û wênekêşan. 
 
Girtina rojnamegeran şermezar kirin
 
Mitîng bi rêzgirtinê dest pê kir û qurbaniyên erdhejê hatin bibîranîn. Kedkaran û karkeran soz da ku ew ê îktidara ku bûye sedema bi hezaran canê qurbaniyên mexdûrê dê têk bibin. Di mitîngê de zext û girtina li ser rojnamevanên kurd jî hat şermezarkirin û peyama heta welatek azad were avakirin dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Edene
 
Sendîkayan û saziyên sivîl li Edeneyê jî li Parka Bayrakli 1’ê Gulanê pîroz kirin. Bi hezaran karker tev li şahiyê bûn. Karkeran di mitîngê de daxwazên xwe anîn ziman û soza têkbirina îktidarê dan. Serokê GiştÎ yê Turk-Îşê Ergun Atalay di mitîngê de axivî û xwest pirgirêkên karkeran demildest werin çareserkirin.