Li Mêrdînê meş û şahiya 1’ê Gulanê

  • 14:43 1 Gulan 2023
  • Ked/Aborî
 
MÊRDÎN - Li Mêrdînê bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê ve meş û şahî hat lidarxistin. Di şahiyê de bi girseyî govenda ku hat gerandin de, girse bi dovîzan daxwazên xwe anîn ziman.
 
Li Mêrdînê bi minasebeta 1’ê Gulanê Cejna Kedkar û Karkeran meş û şahî hat lidarxistin. Bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê pîrozbahiya ku hat lidarxistin de parêzerên Baroya Mêrdînê, KESK, TMMOB, Odeya Bijîjkan a Mêrdînê li ber avahiya xwe kom bûn. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê Pero Dundar, namzetên Partiya Çep a Kesk ên Mêrdînê, rêxistinên navend û navçeyan jî li ber avahiya HDP’ê ya navendê kom bûn. Herdu mil jî ber bi Parka Karayollari ve meşiyan û li ser Ceda Mehtapê gihîştin hevdû. Her wiha Partiya Gel a Cumhûriyetê (CHP) û Partiya Kedkadaran a Tirkiyeyê (TÎP) jî ji avahiya partiya xwe ve meşiyan heta parqê. 
 
Bi girseyî şahî û govend
 
 
Milên meşê cihê şahiyê ya li Parka Karayollari gihîştin hevdû.  Parkart li qadê hatin daliqandin, girse bi dirûşmeyan govend gerand. Bi def û zirnê li govenda ku hat gerandin  girse tim dirûşmeya “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “AKP hesabê bide gel” hatin berzkirin. Di heman demê de bi dovîzên ku hatibûn amadekirin xebatkar û kedkaran daxwazên xwe anîn ziman. Girse piştre ji bo kesên ku di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dan rêz girt û piştre daxuyanî hat dayîn.
 
Daxuyaniya Kurdî ji hêla Hevberdevka Demê ya Platforma Kedê û Demokrasiyê Evîndar Oncu û ya tirkî jî ji hêla Hevberdevkê platformê Mustafa Bozan ve hat xwendin.
 
‘Erdhejê em nekuştin; bêtedbîriyê em kuştin’
 
Evîndar, anî ziman ku her bihar bi xwe re hêvîyê û bawerîyê tîne û got ku di vê biharê de, di 1’ê Gulana 2023'yan de hêvîya wan mezintir û bawerîya wan xurttir e bi hatina rojên xweş. Evîndar, bi lêv kir ku bi vê hêvî û bawerîyê roja wan a hevgirtin, têkoşîn û piştevanîyê pîroz be. Evîndar, bi bîr xist ku 84 roj berê di 6’ê Sibatê de erdhejek mezin li welêt hatiye jiyîn û wiha axivî: “11 bajarên me bi giranî di binê wê erdhejê de man. Ev erdhej, di can û bedena me de birînên mezin çêkirin û hişt. Hîn jî birînên me qemûş negirtine. Divê erdhejê de, her kesî dît xwedî derketina lihev bê çawa ye. Û her kesî dît û fam jî kir ku hikumet çawa û bi çi çavî li mirina welatîyên xwe temaşe dike. Em zanin ku em li hev xwedî dernekevin, kes li me xwedî dernakeve. Em bi rêzdarî welatîyên xwe yên di erdhejê de ji nav me çûn, bibîrtinin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Ji birîndaran, ji nas, meriv û dostên wan re, em saxî, başî, xweşî û sebrê dixwazin. Em vê erdhejê tu carî ji bîr nakin. Erdhejê em nekuştin; bêtedbîrî, xemsarî û dilxerabîya vê hikumetê em kuştin.”
 
‘Hikumeta AKP'ê sînor derbas kiriye’
 
 
Evîndar, destnîşan kir ku li welêt rojek jî tune ku ew nabin şahidên bêedaletî û kedxwirîyê û wiha domand: “Li serê her rê û dirban û kuçe û taxê, li her bajar û navçeyê, li peravên her çem û deryayê, li her kargeh û febrîqeyê, li her nexweşxane û aşxaneyê, li her dibistan û zanîngehê, li her mal û metbexê, li her quncika vî welatî dizî, talan, tahde û kedxwirî û dagirkerî he ye. Hikûmeta Aqepê ya faşîst, bi zihnîyeta xwe ya dagirker temam qadên jîyanê li mirovan kirîye dojeh, zilamtîya ku li serê jin û civakê dike, sînor derbas kirîye. Em giş dibînin bê ev welat di çi halî de ye û çawa tê birêvebirin. A rast ew birêvenabin, ew dibirin. Armanca wan dara jîyanê ji kokê de pûç bikin, bişewitînin û xwe li ber agirê wê germ bikin. Li ser keda karker û kedkaran hesabên mezin dikin û bê navber keda çîna karker û vî gelî di butçeya şerr de xerc dikin. Êrîşî jinan û destkeftîyên wan dikin, êrîşî xwezayê û warên me yên jîyanê dikin. Ne çavên wan bar dibe em bijîn û ne çavên wan têr dibe ji xwarina keda me. Lê haya her kesî jê he ye ku dawîya desthilat û kedxwiran çawa ye.”
 
‘Di 14 Gulanê de wê hesap bipirsin’
 
Evîndar, da zanîn ku hêzên demokrasî û kedê tim kelemê çavên desthilatîyê bûne û wê tim wiha bin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Loma jî desthilat timî ji hêza me tirsîyane, heq e ku bitirsîn jî. Ji ber ku em hêza xwe ji jinê, ji jîyanê, ji fikra azadîyê û ji heqîyê distînin. Karker û kedkar, jin, mêr, ciwan di 14 Gulanê de wê hesab ji vê desthilatê bixwazin û bersiva rast bidin wan. Li hemberî zulmê, li hemberî komkujîyan, li hemberî zilamtîya serdest, li hemberî mêtingerîyê, tarîtîyê, kedxwirîyê em ê dengê xwe bilind bikin û dengê xwe bidin. Dengê me bilind e, li temama dinyayê olan dide.”
 
Daxuyanî bi dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “AKP dê hesab bide gel”, “Jin Jiyan, Azadî” ku hatin berzkirin û bi gerandina govendê bi dawî bû.