Li kuntarê Çiyayê Simbilê coşa 1'ê Gulanê

  • 14:31 1 Gulan 2023
  • Ked/Aborî
 
COLEMÊRG - Di çalakiya 1'ê Gulanê ya ku karker li quntara Çiyayê Sûmbûlê têde li hev civiyan de, li gel coşa derket lutkeyê li hemberî binçavkirin û girtina xebatkarên çapemeniya azad, siyasetmedar, hunermend û parêzeran bertek hatin nîşandan û peyama "Ev polîtîkayên qirêj ên hikûmetê, dê tu encam negirin" hat dayîn.
 
Bi boneya 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê li gelek bajaran bi beşdariya bi hezaran karker, partiyên siyasî, sendîka û rêxistinên sivîl çalakî hatin lidarxistin.
 
DÎSK/ Şaxa Genel-Îş a Colemêrgê, platforma şaxên KESK'ê yên Colemêrgê, lijneya koordînasyonê ya TMMOB'ê ya Colemêrgê, Yekîtiya Odeya Sanatkar û Esnafan a Colemêrgê, Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê, Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz, (OHD) Şaxa Colemêrgê ve çalakî hat organîzekirin. jî çalakî organîze kirin. Di çalakiya ku li quntarê Çiyayê Simbilê hat lidarxistin de pankartên "Em bi azadiya demokratîk jiyaneke nû ava dikin", "Bijî 1'ê Gulanê", "Em ê bi hev re biguherin", "Bijî Yekê Gulanê" û "Parastin wê serî netewîne" hatin daliqandin.
 
'Em ê têkoşîna xwe bidomînin'
 
Li dû deqeyeke rêzgirtinê li ser navê kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, Nûnerê DÎSK'ê yê Colemêrgê Haluk Dûran axivî û diyar kir ku ew ê ji bo pêşerojeke baştir erka xwe pêk bînin. Haluk got, “Niha pêwîstiya me hemûyan bi rêveberiyeke demokratîk a li ser esasê hemwelatiya wekhev heye. Di 14’ê Gulanê de firsendeke me ya dîrokî heye ku divê em vê pêk bînin. Em ê berpirsyariya xwe ya di vî warî de bi cih bînin, û em ê dawî li vê têgihiştina rêveberiyê bînin ku tê de piraniyek ji bo hindikahiyek piçûk tê paşguh kirin. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo maf û azadiya sendîkayî, ji bo ked, demokrasî û azadiyê, ji bo cîhanek bê çîn û bêsînor, bi yekîtî û têkoşînê bidomînin.
 
'Polîtîkayên hikûmetê encam nadin'
 
Piştre Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Colemêrgê Murat Balikesir axivî û got, “Xalên wan ên hevpar polîtîkayên înkar û îmhayê yên di pirsgirêka Kurd de, li dijî jinê, bertek, dijberiya aştiyê, rakirina demokrasiyê ne. Tişta ji bo me guncav dibînin polîtîkayên qeyûm, yekperestî, mîlîtarîzm, îşkence, pêkanînên dijmirovî yên li girtîgehan e. Ji aliyê darazê ve operasyonên binçavkirina siyasî ne. Weke her hilbijartinê em dibînin ku beriya vê hilbijartinê jî li 21 pajarên Amedê û Enqereyê xebatkarên çapemeniyê, parêzer, hunermend û siyasetmedar tên binçavkirin û bi awayekî neheq tên girtin. Ev polîtîkayên qirêj weke berê wê vê carê jî encam nede.”
 
1’ê Gulanê li kedkarên Çapemeniya Azad pîroz kirin
 
Piştre Namzedê Parlamenteriyê yê Colemêrgê yê Partiya Çep a Keskan Onur Duşunmez axivî û got, “Ez 1’ê Gulanê li hemû hevrêyên me bi taybet li kedkarên çapemeniya azad pîroz dikim. Di dema ku cejnên hemû karkerên cîhanê bi coş derbas dibin, ji ber zilm û zordariya li Tirkiye û Kurdistanê em bi coş û heyecana berê pîrozbahiyê nikarin bikin. Piştî ku ev pergala talan, rantê û siyaseta qirêj ji holê rabe, em ê xeleka xwe ya azadiyê bi hêztir çêbikin."
 
Piştî axaftinan hunermend Kasım Taşdogan û Koma Colemêrg Collective derketin ser dikê û stranên xwe gotin.
 
Çalakî bi govend û dîlanê bi dawî bû.