Jinên Wanê: Çareserî yekîtiya Kurdan e

  • 09:04 29 Çile 2023
  • Ked/Aborî
 
WAN - Jinan diyar kirin ku sedema krîza aborî polîtîkayên şer ên desthilatdariyê ne û got bi hilbijartinek nû re, bi yekîtiya Kurdan û guherîna desthilatdariyê wê çareserî pêk bê.
 
Jinên Wanê bertek nîşanê krîza aborî ya ku her diçe mezin dibe dan û gotin sedema vê polîtîkayên şer û tecrîdê ye. Her wiha diyar kirin ku yekane çareserî yekîtiya Kurdan e, guhertine desthilatdariyê ye.
 
Jinên Wanê ku li bazarê dan û standin dikirin, der barê çareseriya krîza aborî de nirxandin kirin û bersiva hemûyan a ji bo çareseriya krîzê jî ‘çûyîna desthilatdariyê’ bû.
 
‘Divê Kurd bibin yek’
 
Reşîde Kestan a hatiye bazarê û yek bi yek li tezgahan digere wiha got: “Her roj zem tên kirin. Hatineke me ya baş tune ye. Ez 500 TL kirê didim. Bi sobe ye. Min komir bi teqsîd girt. Ez nikarim fatureyên av û ceyranê bidim. Divê Kurd êdî dengên xwe bidin partiya xwe. Divê bibin yek û dawî li vê zilmê bînin.”
 
 
‘Çareserî guhertina desthilatdariyê ye’
 
Jina bi navê Îclal Kirbaş jî bi lêv kir ku krîzê bandor li hemû jiyanê kiriye û wiha anî ziman: “Krîzê bandor li her tiştî kiriye. Gel nikare tiştekî bigire. Bilindbûna dolar bandorê li her tiştî dike. Tiştek ji destê kesî nayê. Lê divê ev desthilatdarî ev hikûmet biguhere. Ji ber bihabûnê kes nikare tiştekî hilberîne. Ji bo gel bixwe hilberînde divê derfet hebin.”
 
 
‘Em bi zor zikê xwe têr dikin’
 
Meryem Kaya jî destnîşan kir ku ew 7 kes in û du kes dixebitin û wiha domand: “Her du jî di bin mûçeyên asgarî de dixebitin. Em ji tişta dibirin, ji her tiştî kêm dikin û wisa dijîn. Em krîzek mezin dijîn yanî. Çewalê ard bûye 500 TL. Şekir bûye hezar TL. Em çi bigirin çi negirin. Debar nabe. Ez bi saetan li bazarê digerim. Ji her tiştî nîv kîlo jî nikarim bigirim. Carnan jî destvala vedigerim.”
 
 
‘Desthilatdarî bikeve wê krîz biqede’
 
Eqlîma Abî jî wiha bertekên xwe nîşan da: “Em dest diavêjin biha ye. Ji ber krîzê em nikarin tiştekî bigirin. Divê pêşî li vê bê girtin. Ger desthilatdarî bikeve wê krîz jî biqede. Ez bang li gelan dikim. Bila kes dengên xwe nedin AKP-MHP’ê. Sedema krîzê tecrîd û polîtîkayên şer ên hikûmetê ne.”