Di komxebatê de berxwedana li Rojhilat hat silavkirin

  • 12:35 26 Mijdar 2022
  • Ked/Aborî
 
 
AMED - Komxebata li ser “di kapîtalîzmê de metîngeriya li ser jinan” hat lidarxistin de Sekretara Jin a KESK’e Done Gevher bal kişand li ser berxwedana jinan a li Rojhilat û Îranê û diyar kir ku ew hêza xwe ji jinên li Rojhilat li ber xwe didin digirin. 
 
Meclisa Jinan a Demokrasi û Kedê ya Amedê komxebata “Di kapîtalîzmê de metîngeriya li ser jinan” li dar xist. Hevseroka Partiya Demokratik a Gelan (HDP) a Amedê  Gulîstan Atasoy, gelek nûnerên saziyên sivîl en demokratik beşdarî komxebata li Salona Konferansê ya Odeya Sanayî û Bazirganiyê ya Amedê  hat lidarxistin bû.  Komxebatê bi rêzgirtin û dirşûmên “Jin jiyan azadî” dest pê kir. 
 
Axavtina vekirinê bi kurdî û tirkî hat kirin. Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduribtiyê (SES) ya Amedê Yildiz Ok Orak, di destpêka axaftina xwe de  jinên ku li dijî tundî, cudakarî, newekhevî, pêkûtî, mijokdariya kapîtalîzmê û şer têdikoşin silav kir. Yildizê wiha got: “Silav ji jinên ku li her dere li dijî hêzên kurewî, dewletên despot. Silav ji Jîna Emînî re. Silav ji  Nagihan Akarsel a ku dibêje em ê jiyana azad bi ‘xwebûnê’ ava bikin re. Silav ji jinên ku li Îranê li dijî rejîma mola ya paşverû li ber xwe didin.  Em careke din fêm dikin ku dê bihar, aştî û şoreşê jin pêk bînin.” Yildizê  piştre têkoşîna Dayikên Şemiyê, Emînê Şenyaşar jî silav kir û bal kişand li ser Garîbe Gezer a li girtîgehê bi îşkenceyê hate qetilkirin û wiha berdewam kir: “ Silav ji Halîme Gezer a ku got ‘Garîbe hûn in’ ji jinan hêz digire. Silav ji jinên ku li dijî şer aştiyê, li dijî mirinê jiyanê diparêzin. Silav ji Şebnem Korur Fîncanci re.”
 
Yildiz anî ziman ku nizama civakî û guhertin bi jinan re pêkan e û av tişt anî ziman: “Jinên  ku  di ferqa avakirina civakeke li ser esasê wekhevî, demokratik, azadiya jinan, ekolojik de ne bi salan e li dijî şer, newekhevî û mijokdariyê têkoşîna xwe xurt dikin.” Yildizê got ku  nîqaşkirina têkoşîna jinan, veguhertina kedê, ketxwarî, beden yekî amûrekî şer û meta dîtin, dîsa ji bo dîtina çaraseriyê nîqaşkirin gelekî girîng û ev komxebat ji bo vê yeke amade kirine. 
 
‘Wê jin aşitiyê bînin’
 
Di berdewamiyê de Sekretera Giştî a KESK'ê a Jinan Done Gevher axivî. Done bal kişand li ser çalakiyên 25’ê Mijdarê û wiha axivî: “Duh jin ji bo dengê xwe bilind bikin li kolanan bûn, lê deshilatdara faşist ji bo dengê jinan qut bike her cure astengî pêk anî. Di endama çalakiyan de jî 300 jin hatin binçavkirin. Mixabin welatê em lê dijîn de deshilatdar her tim bi şer û qeyranan xwe têr dike. Li dijî hawîrdorê êrişeke giran ya hewayî û reşahiyê hatiye destpêkirin. Herî dawî jî li ser Rojava êrişek mezin pêk hat. Lê belê Rojava destkeftiya jinan e. Li gel wê jî pêwîst e serhildana jinan hîn bêhtir bilind bibe. Weke ku pêlên wê serhildanê li rojhilatê Kurdistanê geş dibe divê em jî li vir bibin çengek. Em hêza xwe ji jinên li Rojhilat li ber xwe didin bigirin. Dilê Kurdistanê li Rojhilat lê dixe û em ji wê jêre bibin rih. Em li hember polîtîkayên serdestan ya cudaket, nîjadperest û zayendperest li ser lingan bin. Em li vir dibêjin jin wê aşitiyê avabikin.”
 
Piştî despêka axaftinê komxebat bi çapemeniyê re girtî berdewam kir.
 
Wê 2 rojan bidome
 
Komxebat  dê 2 rojan berdewam bike. Roja yekemîn de mijara "Di pevajoya dîrokê de keda jinê û verigerîna wê" Akademîsyen a Aşîtiyê Yasemîn Ozgul, "Polîtîkayên şer ê taybet" Rûşen Seydaoglu ve bê nîqaşkirin. Pişt re jî der barê mijarên  "Keda jinê û rexistina wê", "Pevajoya KHK'de pirsgirêka jinan", “Erîşên polîtîkayên şer ê li ser jin û ciwanan" û  "Li ser tundiya jinê a be cezakirin” de atölye bên lidarxistin.