Wê zivistan zehmet derbas bibe!

  • 09:13 19 Mijdar 2022
  • Ked/Aborî
 
 
Rabîa Onver
 
COLEMÊRG- Jinên Geverê diyar kirin ku zivistana wan zehmet derbas dibe û ji ber bihabûnê nikarin komirê bigirin û got: “Komira wek alîkarî didin jî kevir e. Divê em li dijî vê krîzê bibin yek. An jî wê wisa bidome.”
 
Bandora krîza aborî li her derê bi giranî tê hîskirin. Ji ber bihabûna ceyran û gazê welatî pirsgirêkên aboriyê yên cidî dijîn. Li Colemêrgê sala borî tona êzing û komirê di  navbera hezar û 500 û hezar û 900 de derbas dibû. Lê îsal ya komirê 8 hezar TL derbas kiriye. Ya êzingan jî derketiye 4 hezar û 500’î.
Jinên Geverê der barê mijarê de bertekên xwe anîn ziman û got ji ber bihaye wan êzing û komir negirtine.
Jina bi navê Sîtî Zerek nirxandina xwe wiha kir: “Ji ber rewşa me ya aborî destûr neda me êzing û komir negirt. Komira wek alîkarî didin jî kevir e. Em pê germ nabin. Hevjînê min mûçeyê kalbûnê digire. Ew jî tenê têra faturaya ceyranê dike.Mala me ji pevçûnên 2016’an zirar dîtiye. Ji her derî serma dikeve hundir. Kurê min di înşatê de dixebitî texteyên bermayî anîbû. Em nikarin komirê bigirin. Du sal berê rewş hîn baştir bû. Me wê demê qe nebe dikaribû hin tişt bigirta. Ji krîzê re çareseriyek neyê dîtin em ê hemû perîşan bibin.”
‘Em nikarin sotemenî bigirin’
 
Jina bi navê Vesîle Rendan jî destnîşan kir ku ji ber krîza aborî nikarin sotemenî bigirin û wiha dirêjî dayê: “Derfetên kar li navçeye tune ne. Ji ber vê yekê yek kes li malbatê dixebite. Debara malê, lêçûna xwendekaran gelek zehmet e. Texte û kartonên havînê me kom kirine em dişewitînin. Komir û êzing biha ne. Riyên bazirganiyê jî girti ne. Ji sala borî de em pir zehmetiyan dikşînin. Em nikarin xurekê ji mala xwe re bigirin.”
 
‘Çareseriya aboriyê em in’
 
Vesîleyê jî got komira tê belavkirin hem hindik hem jî kevir e û wiha bertek nîşan da: “Gelo wê ev zilm heta ku derê bidome. Bila Xwedê heqê me ji wan re nehêle. Em rabin ser piyan wê ev krîz çareser bibe. Divê em xwedî li mafên xwe derkevin. Em bibin yek wê aborî çareser be.”
 
 
‘Bila pere ne ji bo şer ji bo aştiyê belav bikin’
Jina bi navê Beybun Tekçî ji ber hevjînê wê miriye tenê li zarokên xwe dinêre û wiha vegot: “Em mûçeyê hevjînê min digirin. Em bi vê debara xwe dikin. Bi pereyê niha tiştek nayê girtin. Em diçin bazarê bi du poşetan vedigerin. Krîz me dide zorê. Zarok ji dibistanê tên xwarinê dixwazin. Gelek caran ji ber tiştek tune ez xwarinê çênakim. Zarok bi min re nîqaş dikin û ji malê derdikevin. Em ji dewletê tiştekî naxwazin. Bila vê krîzê bidin sekinandin. Hemû pere didin şer. Bila li şûna şer bidin welatiyan. Bila ji bo aştiyê belav bikin. Em nikarin komirê êzingan bigirin.”