Jin ji nav xwezayê pincar berhev dikin

  • 09:03 2 Hezîran 2023
  • Jiyan
 
WAN - Li Wanê pincarê di mehên bihar û havînê de tên berhevkirin, hem li ser sifreyan hem jî li ser tezgahan cihê xwe digire. Jinên ji qûntarên Keleha Wanê pincar berhev dikin hem sifreyên xwe dewlemend dikin û hem jî ji şifa wê para xwe digirin.
 
Li Wanê bi hatina biharê re nebatên bi şifa li ser sifreyan cihê xwe girt. Ev pincarê ku ji ser sifreyan kêm nabe li ser  tezgahan jî cihê xwe girtiye. Pincarên selamask, pirpar, nane, tûzik, tolik, pelhewêz û gelek curayên din eleqeyek mezin dibîne. Jin li qûntarên keleya Wanê ji bo berhevkirina pincar tên gel hev. Berhevkirina pincar hem dibe wesîleya kêfxweşî û hem jî dibe çavkaniya debarê.
 
 
Ji bo nebatên bi şifa kom bikin tên gel hev
 
 
Gelê herêmê bi hatina biharê re li qûntarên keleya Wanê tên gel hev û demên xweş derbas dikin. Me ji jinan nebatên ku cur bi cur berhev dikin pirsîn.
 
Fêdeyên wan pir zêde ne
 
 
Jina bi navê Hatîce Agiş diyar kir ku bi hatina biharê re nebatê bi şifa jî dertên û got ev nebat ji bo tenduristiya mirovan gelek baş in. Hatîceyê wiha vegot: “Gelek cureyên pincar digihêjin. Em li şûna li malê rûnin tên vir. Em hem di nav xwezayê de ne û hem jî em pincar berhrev dikin û dibin malên xwe. Em ji bo zivistanê işk dikin. Tehma wan gelek xweş e.”
 
Ji bo tenduristiya mirovan baş in
 
 
Hatîceyê cureyê pincarê kom dikin rêz kir û got: “Em pirpar, nane, gulikê berhev dikin. Ji bo tenduristiya mirovan pir baş e. Xweza xweş e, roj xweş e. Kêfa mirovan tînin. Her kes tê kom dike. Yên ji bo hewayê bigirin jî tên. Em dema xwe li vir xweş derbas dikin.”
 
Nebatên bi şifa
 
 
Melek Kariş jî bi zarokên xwe re hatiye pincar kom dike. Melekê fêdeyên pincarê bi şifa wiha rêz kir: “Tûzik pir bi fêde ye. Ji bo nexweşiya qirêkê gelek baş e. Ji bo guatrê pir baş e. Selmask ji bo sererastbûna regilê gelek baş e. Gezgezok ji bo dil û tansiyonê bi fêde ye. Tolik ji bo mîdeyê, Pelhewêz ji bo gelek nexweşiyan bi fêde ye. Em bi hevalên xwe re tên vir. Em hem seyranê dikin hem pincarê xwe kom dikin û diçin mala xwe.”