Şaredariya qeyûm gel bê av hişt

  • 11:44 23 Gulan 2023
  • Jiyan
 
MÊRDÎN - Ji ber ku boriya avê di dema xebatên binesaziyê yên DEDAŞ'ê de hat şikandin û MARSUyê tamîr nekir welatî bê av man.
 
Li naveya Artuklu ya Mêrdînê li taxa Koprubaşî hefteya borî Şîrketa Belavkariyê ya Dîcle Elektirê (DEDAŞ) dema ku xebatên binesaziyê dikirin boriya avê teqandibû. Li gel gilî û gazincên gel Rêveberiya Av û Serebê (MARSU) ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê pirsgirêk çareser nekir û ji ber ku li taxê ava di depoyê de jî qediya şêniyên taxê bê av man.
 
Şêniyên taxê diyar kirin ku MARSUyê ew mijûl kirin û gotin, "Her roj dibêjin em ê boriyê tamîr bikin lê nakin. Bi vê rêbazê me ceza dikin."