Rûnê hîz çavkaniya şifayê ye

  • 09:03 28 Çile 2023
  • Jiyan
 
AMED - Xwarinpêj Şehnaz Akyil çêkirina ‘Rûnê Hîz’ ku ji paşerojê heta îro hatiye, vedibêje.
 
Rûnê Hîz,  di dîroka gelek kevn de ji aliyê jinan ve ji bo şifa ji her derdî re dihat çêkirin. Ev xwarina ku piranî di taştê de tê xwarin bi rûn, dims tê çêkirin. Gelek fêdeyên wê jî hene.
 
Çêkirina Rûne Hiz
 
Xwarinpêj Şehnaz Akyil da zanîn ku ev xwarin xwarinek pir kevn e û ji mezinên xwe fêr bûye û wiha vedibêje: “Em ewil nivîşk dihelînin. Piştre em ji ser agir digirin û 10 deqeyan sar dikin. Hinek germa wê dişkê em piştre dîsa digirin ser agir. Piştre em dimsê dixinê. Em li hev dixin. Pir napije. Ger pir bipije dims dişewite. 5 deqeyan dipije û em radikin. Çiqas mirov li hev bixin evqas tîr dibe û xweş dibe.”
 
‘Ji birînan re şifa ye’
 
Şehnazê destnîşan kir ku Rûnê Hîz ji bo birînan jî şifa ye û wiha anî ziman: “Ev xwarin ji bo jinên ducanî jî şifa ye. Berê kesên ev vedixwarin zû dihatin serxwe û baş dibûn. Heta zivistanê pir zêde tê xwarin. Ji bo nexweşan dibe şifa. Êşê hema dibire.”
 
Heta 12 mehan jî dikare bê xwarin
 
Şehnazê bal kişand ser zehmetiyên wê jî û wiha dawî lê anî: “Ev xwarina ku şifa ye pir zehmet e. Ji ber xwarinek gelek kevn e, çêkirina wê jî her kes nizane. Ez biçûk bûm diçûm mala pîra xwe min li wir didît. Havînê çêdikirin dikirin kîlerê û zivistanê dixwarin. Ne tenê zivistanê 12 mehan jî dikare bê xwarin. Tenê bi nivîşk û dimsê tê çêkirin. Wekî din tiştek tê de tune ye. Min dabû xebatkarekî xwe. Got vê xwarinê ez birime demên berê. Vê gotinê bandor li min kir ez kêfxweş bûm.”