Gulberfîn, hêvî û rengên jiyanê di nav dikanekê de dihewîne

  • 09:06 14 Çile 2023
  • Jiyan
 
 
ŞIRNEX -  Gulberfîn Guleş a ku wekî hobî dest bi karê destkariyê kir, piştî ku dikan vekir ev karê ku wekî hobî dikir jê re bû çavkaniya debarê û niha pê debara xwe dike. 
 
Afinerî di xwezayê jinê de heye. Bi hilbêrîn û afîneriyê jinê tim rengê xwe daye derdora xwe. Destpêkek biçûk bi destê jinê dikare ji bo armancek mezin bibe hêvî. Jina ciwan Gulberfîn Guleş a hê 19 salî ye û bi destkariyê hewil dide debara xwe bike hewcedariyê bi kesekî nabîne. Gulberfîn a li navçeya Silopiyaya Şirnexê dimîne rengên jiyanê di nav dikana ku vekiriye de dihewîne.
 
Gulberfîn salekê berê dikana aksesûarê vedike û li wir firotina berhemên ku bi destê xwe çêkiriye re dest bi firotinê dike. Gulberfîn, daxuyand ku pêvajoya vekirina dikana wê di bin bandora qeyrana aboriyê de pêk hatiye û got: “Ji zarokatiya min ve karê destan (Destkarî) bala min dikişîne. Min tim di wextên xwe yên vala de gerdenî, zendik û xişirên wekî din ên cûr bi cûr êçdikirin. Piştî ku ez bûm 18 salî min xwest dikanekê vekim. Di vî aliyê de malbata min jî piştgirî da û min dikanek vekir. Hemû berhemên ku min bi destên xwe çêkirin min li dikana xwe bi cih kirin û min dest bi firotina wan kir. Ewil min li dikaneke biçûk dest bi vî karî kir lê piştre min karê xwe mezin kir. Ez zendiq, gerdenî, vazo, eşyayên ji bo diyariyê, guhar û gelek cûreyên xişiran çêdikim. Ewil ji bo min hobî bû. Lê piştî ku min dikan vekir ji bo min bû çavkaniya debarê.”
 
‘Qeyrana aborî bandor kir’
 
Gulberfînê, bal kişand ser bandora qeyrana aboriyê jî û got: “Mixabin qeyrana aborî her diçe kûrtir dibe. Gava min dikan vekir jî di bin siya qeyrana aborî de min vekir. Ji ber vê min gelek zehmetî kişand. Herdiçe bihayê her tiştî zêde dibe. Lêwra zêde qîmeta deskariyê namîne. Ji ber bihabûnê gelek kes nikarin bikirin û ez jî nikarim bifiroşim. Gelek welatî ji ber bihabûnê bi gazinc in lê tiştek  ji destê min nayê. Gelek caran mexdûr dibin. Lê ev dikan wek xeyalek min bû, ev jî min li ser piyan dihêle.”
 
‘Heke jin bixwaze dikare bi ser bikeve’
 
Gulberfîn, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku heke jin bixwaze her tiştî dikare bike û got: “Gava ez biçûk bûm di wextên xwe yên vala de tim min xişir çêdikirin û kêfa min gelek ji wan re dihat. Ji bo min hobiyek bû lê niha ji bo min bûye kar û pê debara xwe dikim. Bila jin xwe hewceyî tu kesî nekin. Tişta herî girîng ew e ku jin bikaribin bixwe li ser piyên xwe bisekin. Ez qet neçûm perwerdehiyê. Tenê meraqa min hebû. Heke jin bixwaze dikare bi her awayî bi ser keve.”