Li dijî krîzê têkoşîn

  • 09:04 21 Mijdar 2022
  • Jiyan
 
WAN - Yek ji jinên li dijî krîza aborî têdikoşe jina bi navê Berîvan Şahîn e. Berîvan di atolyeya xwe de xişirên kevn û xerabe ji nûve çêdike û hem pê debarê dike hem jî çanda xwe dide jiyîn.
 
Krîza aborî roj bi roj giran dibe û li gorî daneyên Navenda Lêkolîna Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK-AR) hejmara jinên betal 3 mîlyon û 709 hezar e. Ligel vê hejmara jinên tevli îstîhdamê dibe jî kêm e. Jinên di karên cuda de dixebitin jî hem li gorî mêran kêm heqdest digirin hem jî bi her cureyê zext, mobîng û destdirêjiyê re tên rû hev.
 
Li Kurdistanê girantir tê hîskirin
 
Li Kurdistanê jin krîza aborî û xizaniyê ji kûrahî hîs dikin û li dijî vê jî dest ji têkoşînê bernadin. Jina bi navê Berîvan Şahîn yek ji van jina ye.
 
Xişirên kevn ji nûve çêdike
 
Berîvan ya li Wanê dijî diyar kir ku piştî dibistan qedandiye betal maye û di dikanek xişir de xebitiye. Berîvanê got: “Ez xişirên kevn ji nûve çêdikim. Van xişiran eleqe dît. Xwediyê kargeriyê pêşniyarek kir. Got em bibin hevkar. Got qet tiştekî nede tenê xişir çêke. Ez jî demek kurt li wir xebitîm.”
 
Pêngava ewil
 
Berîvanê da zanîn ku her tim di lêgerînekê de bûye û wiha bi lêv kir: “Ez demekê li wir xebitîm û piştre veqetiyam. Min biryar da atolyeya xwe ava bikim. Min û hevalek xwe ya ji zanîngehê atolye vekir. Bi butçeyek biçûk me atolye vekir. Min xişirên kevn girt û ji nûve veguhert. Min ji parçeyên kaxizê morîk çêkirin. Armanca min ez veguhertinê bikim. Her wiha min xwest ez çandê jî bidim jiyîn.”
 
Her demsal zehmetiya wê cuda ye
 
Berîvanê wiha dirêjî dayê: “Ligel aboriyê her demsal jî zehmetiyên wê hene. Pirsgirêka debarê tê jiyîn. Havînan karê me eleqeyê dibîne. Em jî li gorî wê tev digerin. Zivistanê kar kêm e. Min berê mamostetî dikir. Lê min zehmetî kişandin. Ji ber cil û bergan û porê min vekirî bû bi ser min de dihatin. Kes bi min re nediaxivî. Min dev ji mamostetîyê berda. Ji ber aboriyê dem hat me xwarin nedidît. Tevî vê min bi pereyekî kêm alav girtin. Min ben, morîk digirt.  Qerfên xwe bi min dikirin. Lê vê zêdetir hêz da min. Min li dijî zor û zehmetiyan têkoşîn da."
 
Berîvanê wiha dawî lê anî: “Xişirên ez çêdikim çanda me ye. Herêma me gelek ji xişir hez dikin. Ev ji çanda me tê. Xişir, deq çanda me nîşan didin. Ez vê ne wek kar dibînim. Dixwazim xwebûna xwe bidim jiyîn. Keda dayika min li ser min gelek zêde ye. Dayika min dirûnvaniyê dike. Wê ez teşwîqî vî karî kirim.”