Sîbel Çapraz: Li her qadê têkoşîn xweş e

  • 09:09 15 Mijdar 2022
  • Jiyan
 
Rabîa Onver
 
COLEMÊRG - Sîbel Çapraz ya di berxwedanê rêveberiya xweser a Geverê de birîndar bû 18  mehan birîndar girtî ma û du salan cezayê hepsa malê girt niha li ÎHD’a Colemêgê têkoşîna xwe didomîne. Sîbelê got: “Ez tu car dest ji têkoşîna jinê, ji aştî û azadiyê ji parastina jinê, bernadim.”
 
Li Gever a Colemêrgê di berxwedana rêveberiyên xweser de jina bi navê Sîbel Çapraz di 28’ê Mijdara 2015’an de ji mil û zikê xwe birîndar bû. Ji bo dermankirinê Sîbel sewqî nexweşxana Lêkolîn û Perwerdê ya Wanê hat kiri. 20 rojan hat dermankirin û çend emeliyet derbas kir. Ji bo dermankirinê sewqî Nexweşxana Balta Lîmani ya Stenbolê hat kirin. 96 rojan de 15 emeliyet derbas kir û hîna birînên wê rehet nebibûn bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hat girtin û şandin girtîgeha Bakirkoyê. Sîbel 18 mehan girtî ma û piştre du salan jî cezayê hepsa malê danê.
 
Sîbelê têkoşîna ji 2015’an de dide ji ajansa me re nirxand.
 
Birîndarî nîv saetê li serdê dan sekinandin
 
Sîbelê got dema berxwedana rêveberiyên xweser de çalakiya dengderxistinê ya li dijî şer pêk hatiye û ew jî tevli çalakiyê bûye. Sîbelê got di wê navberê de ji panzêran gule hatiye reşandin û got: “Her kes carekê de reviya. Lê gule li min ketibû. Min ferq nekir. Min reviyên agir li ser xwe dît lê min nizanibû ez birîndar bûme. Ez li erdê ketim, min hewl da rabim. Lê nikaribûm rabim. Min wê demê ferq kir. Ez li erdê bûm hîna gule dihatin reşandin. Kesên derdorê hemû reviyan cihekî. Demek dirêj li erdê ma. Ji ber dengê çekan kes nêz nedibû. 20 deqe derbas bû hîna birîndar li erdê bûm. Gel dema ez dîtim çalakiya bideng xurtir kirin.”
 
‘Li pey hev emeliyet’
 
Sîbelê da zanîn ku çavê xwe li nexweşxanê vekiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "TEM bi taybetî li ser min sekinî, lê malbata min hewl dida min tenê nehêlin. Wan jî bi israr malbata min derdixistin derve. 5 saetan di emeliyetê de mabûm. Ji zik û milê xwe birîndar bibûm. Roviyan zirar ditibû. Parçeyên şarapnelê heta kezeba min çibûn. Milê min bi giştî parçe bibû. Ez birim nexweşxana Wanê. Polîs û panzer jî ligel min bûn. Li pey hev gelek emeliyat kirin.”
 
Walîtiyê wek terorîst îlan kir
 
Sîbelê da zanîn ku walîtiya Colemêrgê ew wek terorîst îlan kirin ji ber vê polîsan seranserê dermankirinê bi gotinan ew tacîz kiriye û got: “Roviyê min ji derve bûn. Nikaribûm bimeşim. Ez di beşa giran de bûm. Kes nikaribû bikeve hundir. Lê polîs hewl dida bikeve hundir. Van tacîzan her tim berdewam kir. Her tim ez lêpirsîn dikirim. 27 rojan li Nexweşxana Lêkolîn û Perwerdê ya Wanê mam. Ji wir jî sewqî nexweşxana Balta Lîmanê ya Stenbolê kirin. Êşa min gelek zêde bû. Em çûn nexweşxanê doktoran çawa ez dîtim matmayî man. Gotin ‘çi bi te hatiye’. Her derêmin birîn bû. Sê mehan li Balta Lîmani mam. Ew pêvajo pir zehmet bû. Min emeliyetên giran derbas kir. Vê navberê de jî bi tacîza polîsan re gelek caran hatim rû hev.”
 
‘Tenê girtina min mabû’
 
Sîbelê destnîşan kir ku piştî dermankirinê hatiye taburcikirin û piştre hatiye binçavikirin û wiha daxuyand: “Ji ber birînên xwe ez bi fikar bûm. Dixwestin wê şevê min di nezaretxanê de bigirin. Min got ez nû ji emeliyatê derketime, nikarim li vir bimînim. Ez li nexweşanxa jê derketibûm wek mîvan mam. Her tişt wisa plankiribû ku tenê girtina min mabû. Berê biryar hatibû dayîn. Hema biryara girtina min dan. Dema ez dibirim girtîgeha Bakirkoy di wesayîtê de agir derket. Polîs hema derketin ez 15 deqeyan şûnde hatim derxistin. Şeva ewil ez birim koxuşekê. Cihekî qirêj bû. Rîska enfeksyonê hebû. Nîvê şevê êşa min giran bû. Şevek pir xerab bû. Nizanim çawa sibeh bû. Sibehê ez birim koxuşa normal. Gardiyanan dermanên min nedan. Min çawa hevalên xwe dîtin ez ji kêfan giriyam. Wan bi rêbazên xwe ez baş kirim. Ez niha başim û bi saya wan başim. Têkoşîn li her qadê xweş e. Tenê bila mirov têbikoşin.”
 
‘Têkoşîna xwe li ÎHD’ê didomînim’
 
Sîbelê destnîşan kir ku 18 mehan girtî maye û piştre hepsa malê hatiye dayîn û wiha bidawî kir: “Hepsa malê du salan berdewam kir. 2 salan her cara çûm dermankirinê min ji dozger destur digirt. 4 salan dermankirina min berdewam kir. Niha li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) di rêveberiyê de cih digirim û ji bo mafê girtiyên nexweş têkoşim. Ez têkoşîna xwe li ÎHD’ê berdewam dikim.”