Jiyan bi xwezayê derbas dibe

  • 09:04 26 Cotmeh 2022
  • Jiyan
 
WAN - Macîbe Varhan a kedkara malê ye û sibehê zû dest bi rojê dike, balê dikşîne ser têkiliya jinê ya bi xwezayê re û got: “Ez li gund bax û baxçeyên xwe diçînim. Gelek xurekan bi keda destê xwe bi dest dixim.”
 
Di pergala serdest a mêr de ku keda jinê tê binpêkirin, têkoşîna kedê ya jinê di her qada jiyanê de xwe dide der. Jinên li mal, kar, kolan û her qada jiyanê rastî newekheviyê tên, li dijî van pêkanînan dest ji xwezayê bernadin û têkoşînek zehmet didin. Macîde Varhan a 43 salî qada jiyana xwe bi ekolojiyê re kiriye yek û qada lê dimîne dewlemend dike. Macîde 30 sale li gundê Lamîzgirt a Wanê dijî. Macîde balê dikşîne ser ked û hêza jinê. Macîde ku sibehê zû radibe, dest bi kar û xebatê dike, di nava rojê de bi erd û sewalên xwe re mijûl dibe.
 
Di nav xwezayê de dijî
 
Macîde ku bi derketina rojê de dest bi roja xwe dike, karên rojane plan dike û dest bi xebatê dike. Macîde ku di esasa fikra ekolojîk de jiyana xwe didomîne, têkiliya wê ya bi sewalan re jî gelek baş e û wiha dibêje: “Ez sibehê diçim gel sewalan. Radibim. Çêlekan didoşim.  Şîrê xwe difroşim. Ez bi pereyê xwe hewcedariyên malê digirim. Xwedîbûna organîk gelekî girîng e. Ji ber vê ez şîrê xwe organîk difroşim. Ev min gelek kêfxweş dike.”
 
‘Dema min vala derbas nabe’
 
Macîdeyê destnîşan kir ku her demsal li gorî xwe zehmetiya wê heye û ligel sewalan bi kar û barê baxçe û bîstan re mijûl dibe û ev tişt daxuyand: “Bi taybet zivistanê zehmet e. Zivistan sar e. Em havînê baxçeyên xwe diçînin. Lê barê mehên havînê girantir e. Ji ber hem bi baxçe, hem bi rez û hem jî sewalan re eleqeder dibim. Dema min tije derbas dibe.”
 
‘Krîza aborî bandor li me kir’
 
Macîdeyê bal kişand ser xweşikbûna jiyana gund û wiha dawî lê anî: “Ez her tiştî bi keda xwe  bi dest dixim, hildiberînim. Ez bîstanê xwe diçînim. Gundî hemû wisa ne. Em bi rez û baxçeyan, sewalan re eleqeder dibin. Çavkaniya me sewalkartî ye. Em bi berhemên şîr debarê dikin. Niha ji ber krîzê em zehmetiyan dikşînin. Em tiştekî ji derve nagirin. Em gişî ji baxçeyên xwe digirin.”