Li gundê Bafê dema komkirina kizwanan dest pê kir

  • 09:07 21 Cotmeh 2022
  • Jiyan
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Li gundê Bafê yê Hezexê jinên ku kezwanan kom dikin dibêjin ku ew hem pê debara xwe dikin û hem jî çanda komkirina kizwanan diparêzin.
 
Gundê Bafê yê girêdayî navçeya Hezexê ya Şirnexê bi xaka xwe gelekîdewlemend e. Wekî rez, dar û zewîyên wê gelek in. Lê herî zêde şêniyên herêmê debara xwe bi hinar, giwêj, berû û kizwanan dikin. Li gundê Bafê niha dema komkirina kizwana ye. Darên kizwanan ku di meha adar û nîsanê de berhem digirin di mehên îlon û  cotmehê de berhemên wan tên berhevkirin. Kizwanan ku di şert û mercên zehmet de tên komkirin yek ji çavkanîya debarê ya herêmê ne. Şêniyên wêderê ji kezwanan qehwe û sabunê çêdikin. Herwiha tenê ji wan sabûn û qahwê çênakin kizwanên xwe yên ku hişk dikin bi hişkî jî difiroşin.
 
Me berê xwe da gundê Bafê yê li hemberî Çiyayên Cûdî û Gebarê ku jinên gundê Bafê lê kizwanan kom dikin.  Jin j şefaqê de berê xwe didin aliyê Qesra Elo Dîno û di şert û mercên dijwar de li darên kezwanan digerin. Jin heta êvarê tûrikên xwe tijî kizwan dikin û vedigerin malên xwe.
 
Pêvajoya komkirina kezwanan
 
Yek ji wan jinan jî Ayşe Şaman(54) e. Ayşe, behsa pêvajoya karê xwe wiha kir: “Di meha Îlon û Cotmehê de wextê komkirina kizwanan dest pê dike. Em kizwanên ku berhev dikin hişk dikin. Ji van kizwanan hem sabûnê çêdikin û hem jî wan difiroşin.  Her wiha qehweya kezwanan jî çêdikin û dibin aliyê Mêrdînê. Kizwan ewilî sor dibin, Piştre gava rengê kesk digirin em wan kom dikin û diherin, dikelinin û rûnê wan derdixin.  Rûnê ku em ji wan digirin dikin sabûn.  Kengî kizwanên me amade bibin em wan dibin gundê findika botan û li wir bi makîneyên sabûnê wan dikin sabûn. Heke em nekin sabûn jî em wan dineqînin û dibin Cizîrê diforişin. Her wiha wekî mewîj û fistiqan jî dixwin. Tehm û bêhna kezwanan gelek xweş e.”
 
‘Zehmetiya wan gelek zêde ye’
 
Ayşe, di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku ew sibehê saet di 5’an de şiyar dibin û bi saetan di rê de dimînin. Ayşe, got: “Rêya me dirêj û xeter e. Ji ber ku em derdikevin çaya û careke din tên xwarê û li darên kizwanan digerin. Carinan darên kizwanan gelek kêm dibin an jî kizwanên ku digirin kêm in. Ji ber wê jî em li wan digerin ku heta tûrên xwe tijî bikin.  Ber êvarê jî em berê xwe didin mal. Zehmetiya vî karî gelek zêde ye. Di kizwanan de hem rûn heye hem jî bênîşt bi darên wan  ve çêdibe. Lewma destê me reş dibin û ji ber benîşt destê me bi hev dizeliqin.  Ji bo wê jî gava em kizwanan kom dikin destê xwe bi rûn dikin.” 
 
‘Feydeya wan gelek e’
 
Kiymet Şaman(57) jî bal kişand ser feydeya kizwanan a ji bo laş û got: “Em kezwanan  diçînin , dişon û dikelinin. Piştre wan hişk dikin. Em têra xwe dihêlin ên din jî difiroşin û pê debara xwe dikin. Feydeya kezwanan gelek zêde ye. Sabûna wan hem ji bo laş û hem jî ji bo por gelek baş e. Laş û por nerm dike û mirov wê wekî derman pênase dikin. Kizwan ji bo nexweşiyan jî baş in û demaran vedikin. Em dema komkirina wan gelekî diwestin û gava diçin mal tu karek, nikarin bikin. Heta ku em çinîna wan biqdînin ev karê me yê zahmet dewam dike. Lê berhevkirina kizwanan ji bo me wekî çandekê ye.
 
‘Salekê heye salekê tune ne’
 
Kiymetê, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gava baran dibare kizwanên hûr diweşin û teyrik û çûk wan dixwin. Heke kezwanên sor ji çiqilê darê werin jêkirin êdî hêşîn nabin. Tenê li dara xwe hêşîn dibin. Em her sal tên berhev dikin. Lê darên kizwanan ê vêderê salekê digirin yekê jî nagirin. Par negirtibûn. Heke bigirin jî kêm in. Lê îsal zêde ne. Her wiha darên berûyan jî wiha ne. Salekê berhemên wan zêde ne û yekê jî kêm in. Em li cihekî nasekinin em dareke kizwanan li ku bibînin diçin wêderê û kizwanan kom dikin. Em berûyan jî kom dikin û di zivistanê de li ser sobeyê dipijînin û dixwin. Jiyana me li gund wiha derbas dibe. Em ne bajarî ne. Em havînê van karan dikin û zivistanê jî sewalkariyê dikin.”