'Ez bi karê mêşvaniyê debara xwe dikim'

  • 09:03 12 Îlon 2022
  • Jiyan
 
Rabîa Onver
 
COLEMÊRG - Hacer Es a ku 8 sal in li Geverê mêşvaniyê dike wiha got: "Di civaka ez dijîm de min nêrîna ‘jin çawa bi tena serê xwe dike’ şikand. Hedefa min mêşvaniyek baş bû. Hêdî hêdî digihêjim hedefa xwe."
 
Jina bi navê Hacer Es a li Geverê ya Colemêrgê dijî 8 sal in pîşeya malbatî mêşvaniyê dike. Hacer a li Zanîngeha Harranê beşa Rêveberiyên Cemawerî xwend du salan ji bo ezmûna KPSS’ê xwe amade dike û piştî ku tayîn nabe dest bi pîşeya bavê xwe mêşvaniyê dike. Hacer mehên zivistanê mêşên xwe dibe Rûbarok a Colemêrgê û havînê jî dibe gundikê Oremar a Geverê. Ligel mêşvaniyê kahweya menengîç, tahîn û nivîşk hildiberîne û xwişk û birayên xwe dide xwendin û debara xwe dike.
 
‘Ez debara malbatê dikim’
 
Hacer destnîşan dike ku piştî zanîngehê ketiye ezmûna KPSS’ê û got: “Ji ber nehatim tayînkirin min dest bi pîşeya malbatê mêşvaniyê kir. Zivistanê mêşan dibim Derecîkê. Ji ber Gever zivistanê pir tund derbas dibe. Di mehên gulanê de em mêşan dibin Geverê. Meha tebaxê de em dest bi berhem dikin. Mêşên me li gorî sala borî kêm hingiv dan. Ji ber hewa dereng germ bû. Îsal  ji ber şilî zêde bû mêşan kêm hingiv da. Em ligel hingiv kahweya menegîç, nivîşk û tahînê jî çêdikin. Em bi berhemên xwe debara malê dikin.”
 
‘Jin bixwaze dikare her tiştî bike’
 
Hacerê daxuyakirin ku dema ku eleqeya wê li hember mêşan çêbûye ji derdorê bertek girtiye lê tu car şûnde gav neavêtiye û wiha pê de çû: “Pîşeya mêşvaniyê ne tenê pîşeya mêran e. Kesên derdora min digotin ‘Tu jin î tu yê çawa bikî, ev karê mêran e.’ Lê van gotinan ez nedam sekinandin. Ez zêdeti pê girê dam. Çend sal in mêrên ku vî karî dikin hene û gelek caran ew li min digerin der barê kar de agahiyan dixwazin. Ev min kêfxweş dike. Mêşvanî karê mêran tê dîtin. Lê ne wisa ye. Divê jin zêdetir vî karî bikin. Ger jin bixwazin dikarin her karî bikin.”
 
‘Min nêrîn şikandin’
 
Hacerê bi lêv kir ku bi piştgiriya malbatê bi salane vê pîşeyê dimeşîne û tevî zextên civakê şûnde gav neavêtiye û wiha domand: “Niha bêjin ku dest ji kar berde bibe memûr ez teqez nakim. Ez li vir nav xwezayê de me. Ez gelek ji karê xwe hez dikim. Di malbatê de ez tenê dixebitim. Ez debara malbata xwe bi vî karî dikim. Ez ji ber vê serbilind im. Min nêrînên ‘jin çawa dikarin vî karî bike’ şikand. Hedefa min mêşvaniyek baş bû. Ez hêdî hêdî berbi hedefa xwe ve diçim. Ez dixwazim carek din bînim ziman. Ger jin bixwazin dikarin her tiştî bikin.”