Li gundê Gomanê amadekariyên zivistanê

  • 09:02 17 Tebax 2022
  • Jiyan
 
COLEMÊRG - Li gundê Gomana Şemzînanê amadekariyên zivistanê dest pê kir. Fatma Ozeruysal da zanîn ku fêkiyên ku kom dikin hişk dikin û piştre ji bo debara xwe difroşin. 
 
Li Colemêrgê ku zivistan dijwar derbas dibe, havîn tenê du mehan berdewam dike. Li Colemêrgê niha demsala fêkiyane û fêkî tên komkirin. Jinên li navçeya Şemzînanê dijîn, bi awayekî kolektîf fêkiyên kom dikin, beşekê dixwin û beşek jê jî hişk dikin. Jê rîçalan çêdikin. Li gundê Gomanê ya Şemzînanê jina bi navê Fatma Ozeruysal der barê mijarê de axivî. 
 
Fêkiyên hişk dikin difroşin
 
Fatmayê diyar kir ku beşeke fêkiyan tezetî difroşin û yên mayî jî hişk dikin û got: “Em bi vê debara xwe dikin. Em mişmiş û sêvan hişk dikin, piştî hişkirinê paqij dikin û dikin çewalan. Ji bo debara malbata xwe diforşin. Hemû jinên gund kom dibin û hev re diçin. Her kes ji darên xwe fêkiyan kom dikin. Em jin bi vî awayî piştgiriyê didin aboriya mala xwe.”
 
‘Em beramberê keda xwe nagirin’
 
Fatmayê di axaftina xwe de wiha bal kişand ser kar û barê xwe: “Em fêkiyên xwe kom dikin. Pişt re em yek bi yek dişon. Em dendikên wan jê derdixin ku zû hişk bibin. Ger zû hişk nebin em nikarin bifroşin destê me de dimînin. Seyarfiroş tên ji me digirin. Em bixwazin pere digirin nexwazin jî alavan li şûnê digirin. Li gorî rê zêde naçe. Berê me kîlo bi 5 TL difrot. Niha em 8 TL diforşin. Em gelek zehmetiyê dikşînin. Lê em beramberê keda xwe nagirin.”
 
Em rîçal û nan jê çêdikin
 
Fatmayê, destnîşan kir ku ji sêv û mişmişan xoşaf û rîçal çêdikin û wiha bi lêv kir: "Em nanê mişmişan jî çêdikin. Em dişon û du caran dipijînin. Piştre em şekir dixênê û lihev dixin. Em hinek din dipijînin û dikin kavanozan. Em zivistanê dixwin. Em xoşafê jî çêdikin. Em dipijînin û şekir dixênê. Em du rojan didin sekinandin û vedixwin. Nanê mişmişan jî em çêdikin. Em mişmişan dipelçiqînin û dixin poşetan.”