Li Amedê welatiyan neçarî teqsiyan dikin 2023-05-03 09:02:17     Şehrîban Aslan   AMED - Li Amedê pirsgirêka veguhestinê bandoreke neyînî li ser jiyana kar û perwerdê dike. Li hinek taxan otobus bi sînor in û ji ber vê welatî mexdûr dibin, di vê hawira krîzê de welatiyan neçarî teqsiyan dikin û du car mexdûriyetê dijîn.   Li  Kurdistanê ji aliyê wezareta karê hundir ve ya ewil di 2016’an de tayînkirina qeyûman wek kevneşopiyê berdewam kir û van tayînkirinan bandorek mezin li ser jiyanê kir. Şaredariya ku ji daxwazên gel dûr, bersiv nade daxwazên gel, daxwazan nayne cih, li şûna xizmetê şaredarî di nava deyn de hişt. Yek ji van şaredariyan jî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ye. Welatî di alî xizmetgirtinê de pirgirêkên mezin dijîn, yek ji pirsgirêka ku bûye wek krîzê jî pirsgirêka veguhestinê ye.   Bi hatina qeyûman re hejmarên otobusên bajar hatin kemkirin û li aliyê din jî cih hatin guhertin, mexduriyet jî bi vê re derketin holê. Qeyûm her çiqas bê navber reklama otobusan bike jî, otobusên wan di trafîkê de tune ne. Bi taybet saetên kar û dibistanê de li rawestgehan aloziyek mezin tê jiyîn. Ji ber vê xwendekar û karker nikarin bigihêjin dibistan û karen xwe. Em ji we re hinek çavdêriyên xwe yên ji rawestgehan bi we re parve bikin.   Otobus tije dibin   Welatiyên li Avahiyên Komî dijî herî zêde pirsgirêkan dijîn. Bi taybet jî welatiyên li Avahiyên Maliyê û derdora wê yên li nêzî Nexweşxana Lêkolîn û Pewerda Gazî Yaşargîl dijîn diyar dikin ku bi salane vê pirsgirêkê dijîn. Otobusên hejmar M3,02 û 77 yên ji ser vê xetê tên, ji ber bi sînor in welatî neçar dimînin lê siwar bibin. Ev rêjeya tijebûnê ji rawestgeha ewil destpê dike. Gotinên welatiyan yên wekê ‘hejmarê otobusan ji xwe kem in. Bi salane em li vir in û wekê ku em li çolê bijîn. Em gilî bikin jî dibêjin me serlêdanên we girtine. Lê tu çareserî çênabin. Nîşan didin ku pirsgirêk bi salane didome. Welatiyekê da zanîn ku saetê de du otobus hene û wiha dibêje: “Pisrgirêk ne ya ajokarane. Pisgirêk ya şaredariyê ye.  Li van deran bi hezaran welatî dijîn û du otobus dane. Otobus nayê nîvê rê tije dibe. Mirov jî neçar dimînin lê siwar bibin.”   ‘Em gilî bikin jî encamek nayê girtin’   Welatiyek din jî daxuyakirin ku mijar birine CÎMER’ê û wiha dibêje: “Herêm terkî qedera wê hatiye kirin. Me ji şaredariyê encamek negirt. Min serî li CÎMER’ê da. Min di cotmeh a 2022’yan de ji CÎMER’ê re nivîsî. Meha kanûnê de li min vegeriya û gotin ‘Serlêdana we  hatiye kontrolkirin. Wê taqwiyeya wesayîtan bê kirin û guzergahên nû bên vekirin’. Lê otobusên hatin nedan ser guzergaza me. Em ji gilîkirinê westiyan, lê qeyûm ji girtina gîliyan bêzar nebû.”   Şaredarî çareser nake   Demên dawî de ji bo AVM’a nû hatiye vekirin seferên otobusan hat destpêkirin. Dîsa Avahiyên Maliyê ji vê nisîbê xwe digire. Jinekê bertek nîşanê ajokarên mînîbusê da û ajokar jî ev bersiv da jinê: “Xwişka min tiştekî destê me de tune. Li şaredariyê bigerin, dibêjin çûyîna we ya wî alî qedexeye û çûyîn û hatinan şaredarî diyar dike.”   Welatiyên li Avahiyên Komî yên kevn yên Yenîşehîrê rûdinin jî bi gazinc in. Welatî wiha dibêjin: “Tenê 6 mînibus tên. 3 heb aîdê xeta Deriyên Çiyê 3 heb jî yên taxa Şehîdlîk in. Ji ber vê jî saetên çûyîn û hatinê dereng dibin. Mirov di vê krîzê de neçar dimînin teqsiyan bikarbînin. Ji bo 3 kîlometre rê 50 TL tê nivîsin.” Li bajar her wiha saet ji 20.00’an şûnde sefertên otobusan tê kêmkirin û welatî mahkumê teqsiyan tên kirin.   Welatiyek wiha dibêjê: "Em li xeta 153'an a Şaredariya Bajar a Mezin geriyan û me gîliyên ku şahidiya wan kiriye pirsîn. Wan jî ev bresiv dan ‘Yên gilî dikin bila serî li me bidin em serlêdanên wan bigirin.’ Me jî diyar kir ku welatî li we digerin, ji CÎMER’ê re dinivîsin, xeta 153 çawa vê nabîne.  Lê bersiva me girt nîşan dide ku welatî çawa bê çareserî tên hiştin."