‘Dîroka sed salî nîşan da yên pirsgirêkê çareser nakin wê çareser bibin!

  • 09:06 11 Adar 2023
  • Ji Pênûsa Jinan
 
"Dîrokê nîşan daye yên pirsgirêkê çareser nakin wê çareser bibin. AKP-MHP îro bi vê re hatiye rû hev. Şansa Tifaqa Ked û Azadiyê ku dixwaze komarek demokratik ava bike di vir de ye."
 
Sebahat Tuncel
 
Em di pêvajoyek ku hemû hêvî têk çûne de diçin hilbijartinê. Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de pêk tên ji bo pêşeroja gelan krîtîk e. Ji bo civakê ji bo jinan ji bo wekhevî, demokrasî û aştiyê gelek girîng e. Encama derkeve holê wê ya deriyên demokrasiyê veke yan jî faşîzmê mayînde bike. Di vê pêvajoya krîtîk de rola jin, ciwan û Kurdan girîng e. Ji ber vê jî namzetên tên nîşandan jî ji bo pêvajoyê grîng e. Tifaqa Cumhur di vê mijarê de hêviyê nade. 20 sal in tecrube li holê ye. Pêkanînên di 20 salan de di mijara jin, mijara wekhevî, azadiyan de li holê ye.
 
Tifaqa Mîllet jî di 2 hezar û 500 xalî de di tu yekê de behsa pirsgirêka Kurd nake û ‘Peymana Tirkbûnê’ ya Maseya 6’an jî her tiştî nîşan dide.Tu tifaqa ku mijara Kurd negire rojeva xwe çareserî jî ne pêkan e. Ji ber vê hêviyê nade. Gelê Tirkiyeyê jixwe ji polîtîkayên netewperest, zayendperest têk çûye.  Avakirina perspektîfek wekhev demokratik pirolî, pirçandî û nasnameyî daxwaz dike. 
 
Ji ber vê jî yekane hêviya gelên Tirkiyeyê eniya ked û azadiyê ye. Tifaqa Ked û azadiyê ji avakirina komara demokratîk re pêşengiyê dike. Yekane hêza ji vê re pêşegiyê bike tifaqa ked û azadiyê ye. Mifteya demokrasiya Tirkiyeyê bloka ked û azadiyê ye.
 
Li Tirkiyeyê gel roj bi roj mehkûmî jiyana sînorê birçibûnê, xizaniyê tê kirin. Beriya hilbijartinê pakêtên teşwîqê yên desthilatdariyê ji çareseriyê dûr in. Aboriya hilbijartinê krîzê girantir dike. Sedema krîza li Tirkiyeyê desthilatdarî ye. Sedema krîza aborî ya li Tirkiyeyê polîtîkayên şer ên desthilatdariyê yên li hember Kurdan dimeşîne ye. Dewlet hemû çavkaniyan ji bo tunekirina gelê Kurd dimeşîne.  Fatura şer û krîzê li gel tê birîn. Ji ber vê jî yên ji bo desthilatdariyê dibin namzet, divê aştiyê bigire rojeva xwe. Tirkiye bi lez ji hiqûqa demokratîk dûr dikeve. Sedema vê jî ev e ku ji roja tifaqa Cumhur ava bûye pisgirêka Kurd înkar dike û polîtîkayên îmhayê dimeşîne.
 
Yên encama vê hilbijartinê diyar bikin di serî de jin in. Jin li her derê cîhanê têdikoşin. Jin îtîrazî koletî û zilmê dikin. Koletiya jinan tenê li ser kedê nehatiye avakirin.  Ev zihniyet li ser beden û hestan hatiye avakirin. Jin îro li dijî ferzkirina koletiya detshildariyê hewl didin îdeolojiya azadiya jinê ava bikin. Li hember jinan nebaşiyeke rêxistinkirî ya serdestiya mêr heye. Ji bo vê jî hewcedarî bi yekîtiya jinan heye. Desthilatdarî ji rêxistinbûn û hêza jinan ditirse. Ji ber vê jî pêşî lê digire û hewl dide dengê jinê biçewisîne.
 
Di hilbijartinan de divê jin ne tenê kesên ku dengên xwe bi kar tînin be. Divê di parlamentoyê de temsiliyetê jî bikin. Ev gelek girîng e. Divê jinên xwedî perspektîfa azadiya jinê di parlamentoyê de cih bigirin û ev ji bo guherîna civakî nokteyek gelek girîng e.
 
Jin dixwazin pergala koletiya tê ferzkirin biguherin. Ev jî pêkan e. Ger ku jin di her qadê de xwedî gotin bin wê pêk bê. Heta destkeftiya qada polîtîk pêk neyê tu qezenc jî ne pêkan e. Cihgirtina jinan a di partiyên siyasî de gelek girîng e. Tifaqa Ked û Azadiyê di vê pêvajoyê de cih bide jinan û xeta azadiya jinan xurt bike. Hêza encamên hilbijartinan biguhere jin in. Divê jin di ferqa hêza xwe de bin û tevli pêvajoyê bibin.