Dixwazin civakê bêdeng bikin lê êdî pir dereng e

  • 09:06 9 Adar 2023
  • Ji Pênûsa Jinan
 
“Bi wesîleya  8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê em bi jinên ku bajarên wan hilweşiya ne û ji pergala serdest di vê mijarê de hesab dipirsin re ne. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ku vê tirsê dibine li çareye diğere. Desthilatdarî hemû riyan diceribîne û dixwaze civakê bêdeng bike. Lê dereng ma.”
 
Leyla Guven*
 
Bêguman vegotina êşê tune ye. Ji ber êş di rihê mirovan de bi heman hesasiyetê heman texrîbatê diafirîne. Zarokên li Roboskê hatin bombebarankirin û zarokên di bin kavilan de man gelo cudahiya wan heye? Cenaza dayika Taybet a 7 rojan li derve ma û cenazeyên li Hatayê di bin kavilan de man gelo cudahiya wan heye? Birînên li ser bedena Ceylan Onkul û Ugur Kaymaz ji birînên li ser bedenen zarokên di bin kavilê de cudahiya wan heye gelo? Gelo cudahiya dayikên ji bo zarokên xwe hewar dikin heye?
 
Jiyan her tim ne pevçûn bûn?
 
Di 6’ê Sibatê de hemû dayikan xwestin ji nû ve zarokên xwe hezkiriyên xwe bînin dine. Lê vê carê jana welidînê pir cuda bû. Mixabin gelek mirî çêbûn.  Hembêza dayikan vala ma. Êşa dayikan bi vê jî neqedya. Ji bo zarokên xwe yên mane neçar man têbikoşin. Rastî ev e ku jiyan tenê ji bo kesên dimrin disekine. Ji bo kesên dimîne didome. Dayikên ku hêvî, bîranîn û hebûna wan di bin kavilan de man vê carê ji bo yên mane hewl didin. Ma jiyana jinan ji xwe her tim ne pevçûn bû? Jin neçar bûn her tim li dijî dewlet, mêr û pergalê şer bikin.
 
Jiyanê vedibêjin…
 
Dayik tevî hemû êş û eleman dibin çavkaniya jiyan û moralê. Diyar dikin ku jiyan didome û jiyan di esasê de berxwedan e. Rastiya gelên li Mereş, Sêwas, Dêrsîm, Sûr, Cizîrê hatin qetilkirin û ji nû ve vejiyan e vedibêjin. Dibêjin li keçên winda yên Dêrsîmê, keçên winda yên Mereş, Semsur, Meletî û Hatayê jî zêde bûne. Dayikên me her tim berxwedêr bûn. Çi karaset derbas kirine, vedibêjin. Me erdhêjên Wan, Xerpêt, Marmarayê dîtin. Me cenazeyên bi kargoyan ji dayikan re hatin şandin jî dîtin. Me wêrankirina Şirnex, Nisêbîn Gever û Sûrê dît. Ji ber vê êşa dayikan gerduniye.
 
Wê hêrsa dayikan bibe kabusê wan
 
Dayik bi lorîkên xwe yên Kurdî, Tirkî, Erebî, Ermenî, Suyankî wekheviya civakan vedibêjin. Hewara wan îro li her derê deng dide. Çawa zinarê şahidiya komkujiya Dêrsîmê kirine û digirîn, erd, kevir û axa bajarên me yên erdhêj lê çêbûne jî diqîrin û wê qêrîna wan wek serhildan mayînde be.  Ev hêrsa rewa û mafdar a dayikan wê bibe kabusê wan. Ji ber yên birîndar kirine heta mirinê birîndar kirine.
 
8’ê Adara piştevaniyê
 
Bêguman îsal yekane rojeva hemû bernameyan 8’ê Adarê ye. Li welat bernameyên 8’ê Adarê jî j ibo êşa hevpar e, Dixwazin qêrîna jinan bi dengekî bilind bidin bihistin. Li vê erdnîgariyê jiyan tu car ne normal bû. Li êşên jinan yên nû bar dibin û ev bar gelek giran dibe.  Li vê erdnîgariyê zarok ji bo nan bigirin derdikevin derve û bi deqa terorîstiyê tên qetikirin.  Îstîsmara zarokan munferît e, mirinên di madenan de fitrat e. Di bin kavilê de mayîn qeder e. Ev zîhniyeta ku van ferz dike divê ji aliye me jinan ve bê teşhîrkirin. Beriya her tiştî divê em vê zîhniyetê teşhir bikin.
 
Em ê hesab bipirsin
 
Bi wesîleya 8’ê Adarê em ê bi jinên bajarên hilweşiyane di vê mijarê de ji pergala serdest hesab bipirsin. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ku vê dibîne dibine li çareye diğere. Desthilatdarî hemû riyan diceribîne û dixwaze civakê bêdeng bike. Lê pir dereng e.
 
Em dizanin ku bi destpêkek nû gel wê bikaribe ji bin vê hilweşînê derkeve.  Protestoya herî bi bandor pêşxistina serhildanekê ye. 
 
Em li zindanan bi derftên sînordar dîmenên bi êş dişopînin. Wek her welatî kezeba me jî bi welatiyên li ser kavilan disekine re ye. Yakene tişta ji destê me tê ligel wan cih girtin û detsê wan girtin e, lê mixabin ji ber girtinê me ev nikaribû pêk bianiya. Em jinên girtî, dilê birîndar yê gelê xwe yê ku hilweşîn jiyaye maçî dikin..
 
*Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk, Girtîgeha Jinan a Xerpêtê