Ne cenaze kêm bûn, ne jî qêrîn û zêmar

  • 09:07 27 Sibat 2023
  • Ji Pênûsa Jinan
" ... Êşa bêderman û qêrina olan dide belavî her kuçeyên Kurdistan û Tirkiyeyê bû. Roj roja xiretê bû, roja xwegihandina hevdû bû. Dema dil dewlemend be xizanî ne hincet e. Pîr û kalan kefen, zarokan pêlîstokên xwe... Di berîkên manto de gore û lepik... Rondikên bi hezaran kesî bi paketan gihaşt ji jiyanên wêranbûyî re."
 
Leyla Ayaz 
 
Serê sibê şiyar dibî, ji mal derdikevî û berê xwe didî kar. Plansaziya rojane dikî, têr nake ya sibê ya hefteyê û dîsa têr nake ya mehekê diki. Dibe êvar û bi westandina rojê berê xwe didî malê. Li malê jî tiştên ji rêzê ku tu her roj dimeşîni dubare dikî. Xwarin, vexwarin, temaşekirina televîzyonê... Bi bedena westiyayî û bi mejiyê tijê berê xwe didî nava nivînan û serê xwe datîni ser balîfe...
 
Saet 4.17... Tipe tipa dil... Akil û hiş sekinî... Qêrin û hawar... Dengê telefonan... Diheje... Diheje erd diheje... Hawar û hawar... Hawar ji Mereşê ket, Hatayê... Semsûr... Dîlok... Meletî... Amed... Riha... Piştî saet 4.17'an jiyan êdî ne wek duh bû. Tişta hejiya ne erd bû, jiyan bû. 
 
Reş û tarî, sir û serma, toz û duman. Balîfa di bin serî de bû kevir û lihêfê li ser bû tonek... Nikarî biqêrî, nikarî behnê bigirî, nikarî dest û piyê xwe dirêj bikî an jî bikişînî... Qir û hawar derket esmanan... Lê deng di bin lihêfê de olan da... Qêr diki qirka te zuha dibe... Bîbika çav mezin dibe di nav tarî û taristanê de. Ker û lalî... Bêxwedî û bêkesî. Ev mirin e û mirina ku kêlî bi kêlî nêz dibe. Xewa şêrin herimî li her kesî...
 
Xizm, dost, heval, cîran, xwişk û bira ji nava nivînan derketin bêr, bivir, betenî, av girtin dest xwe û bi maşîneyên xwe bi rê ketin. Ber bi bajarên nediyar ve, bajarên wêranbûyî ku hawar li wan bilind bûyî. Li deverên ku zindî nemayî... Diçin û hema diçin lê rê dirêj dibe û dibe  naqede. Kes cesaretê nake ku li rûyê hevdû binêre. Dil dipêrite, çîp dicirife... Ji radyoyê guhdariya nûçeyan, ji telefonan girtina agahiyan... Dil dixwaze bibe çûk û bifire biçe... 
 
Di cihê nediyar de aqil û hiş sekînî. Tax li ku ye, dê biçin li ku û li ku derê ne. Ne diyar e. Li dora xwe dizivirî... Hezar şahîd hewce dike ku ev avahî yên me ne... Çok dicirifin û sist dibin û dikevin ser kavilan. Bi destê xwe dikolî û dikolî... 7 kat bûye yek qat... Hem dikolî û hem jî digirî. Bi rondikên xwe kavilan avdidî... Bi hêviya bihistina deng û hilmê, di dilê xwe de diqêrî û diki hawar.  Bi saxan re dikenî, bi miriyan re digirî... Miriyên xwe rêz dikî, êdî ne kolan û ne bajar têr dikin. Ne kefen û ne jî betenî têr dikin... 
 
Ne cenaze kêm bûn, ne jî qêrîn û zêmar... Zêmarên bi kurdî, erebî û tirkî li esmanan gihaştin hevdû. Gelo ji bo vegotina êşa bêderman, peyv û hevok dê çawa bên cem hevdû... 
 
Êşa bêderman û qêrina olan dide belavî her kuçeyên Kurdistan û Tirkiyeyê bû. Roj roja xiretê bû, roja xwegihandina hevdû bû. Dema dil dewlemend be xizanî ne hincet e. Pîr û kalan kefen, zarokan pêlîstokên xwe... Di berîkên manto de gore û lepik... Rondikên bi hezaran kesî bi paketan gihaşt ji jiyanên wêranbûyî re. Niha birîn bûn yek û bi hev re dipêçin.
 
... Maşîneyên kar dan pêy hev bi kavilan re bîranîn, çîrok, ken, girî, wêne, ked û jiyan dan ber xwe... Gelo çênd çîrok di bin van kavilan de veşartî ne, çend jiyan bê nefes man, çend hêvî winda bûn... 
 
Niha di konan de zarok bi boyaxên rengîn xeyalên xwe xêz dikin... Avahiya ku di nava daristanê de, lîstîka bi kuçik û pisîkan re, şîva bi dayik û bav re tê xwarin... Tişta ku zindî mayî xeyalên zarokan e...