Rêxistinbûyina di warê zimanê dayikê de

  • 12:11 22 Sibat 2023
  • Ji Pênûsa Jinan
 
Ziman nasnameya her neteweyekî ye û ger civatek bixwaze daxwaza netewîbûna xwe bike divê di pêş de zimanê wî neteweyî hebe û xwedî li zimanê xwe derkeve. Ziman diyardeyeke civakî ye û bi mezinbûna civakê re pêş dikeve û yek ji wan diyardeyan e ku digel mirovan dimîne. Ziman xezîneya pir buha ya netewan e lewma jî netew bi zimanê resen û standar tê nasîn. 
 
Xecê Rêdûr 
 
Helbestvanê nemir ê gelê Kurd Cegerxwîn wiha dibêje: “Vejêne zimanê xwe ey xwendevan. Nebûye milet hîç kesek bê ziman. Zimanê me xoş û xeroş û ciwan. Eger baş bizanî tu nakî ziyan. Bibîne çi şêrîn e ev reng ziman. Çi payebilind û çi rûmetgiran. Tu paqijke zarê xwe şêrîn bike. Bi kurdî tu biaxêv û qêrîn bike. Zimanê biyanî dixwînî çira, zimanê xwe carek naxwînî, bira? Eger ku hebûna me Firdewsiyek. Weyan Xaniyek, yan jî Kercosiyek. Zimanê me xweştir dibû ji farisî. Belam bûye nanê ceh û garisî. Cizîrî û Xanî, çi gernas e ew. Wekî Dîcle û Zab û Aras e ew. Siyahpoş û Nalî û Batî bibîn. Tu Miksî û Nûrî û Hacî bixwîn. Bi lêvên gulan wan şikandin şiker. Ku hingî bimînin, bixwînin ji ber”.
 
Îcar Zimanê Dayikê ji bo hemû civakên cîhanê girîng e û hemû civak, netewe di hewlê de ne roj bi roj zimanê xwe pêş bixin û zarokên xwe li gor pêşxistina ziman û demê perwerde bikin. Li cem me kurdan jî divê girîngiyeke zimanê me hebe û em xwe bi rêxistin bikin. Divê li pêş her tiştî em girîngiyê ji bo fêrbûnê bidin zimanê zikmakî.
 
Em wek neteweyek kevnar û xwedî dîrokek dûdirêj hîn jî di bin dagirkeriyê de ne û ji aliyê çar welatên kolonyalîst ve hatine asîmîlekirin û dagirkirin, lewma zimanê dayikê hîn jî bi awayê baş ji bo perwerdehiyê bi pêş neketiye. Li çar aliyên Kurdistanê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê di warê perwerdeyê de pêşketinek heye lê ya girîng ev e ku divê em bi zêdekirina navendên fêrkarî hewlê bidin zimanê perwerdehiyê û berfireh bikin. Gelek zarokên kurdan mixabin bi zimanên biyanî perwerdeyê dibînin loma jî li gor wan zimanan wergerê dikin. Bi vê yekê re di warê rêzimanê de jî pirsgirêk rû didin. Ev yeka pir metirsîdar e û wisa dike ku hêdî hêdî peyvên resen ên Kurdî bêne windakirin û peyvên bîyanî di cihê wan de xwe bibînin. Lewma em erkdar in ku pêş hemû tiştekî zarokên xwe bi zimanê dayikê perwerde bikin û wan hînî rêzimana Kurdî bikin û li rex zimanê dayikê dikarin zimanên bîyanî jî fêr bibin. Encax wiha di qada rêxistinbûyina ziman de em pêş bikvin. 
 
Dayik an jî jin sereketirîn û girîngtirîn mamoste û kes e ku dikare di pêşxistina ziman hevkar û hînker be. Ger zarok digihe astekê ku bikare biaxive, dayik erkdar e zarok hînî peyv û tîpên Kurdî bike. Divê dayik di ferqiyan girîngiya rola xwe de be û dîmen û sirûşta Kurdî li zarokê xwe belav bike, vîdeoyên zimanê Kurdî ji bo wan bi lebtop an jî telefonê daxe. Dema zarok li televizyonê mêze dike, divê dayik xwe erkdar bike, kanalên zarokan ên Kurdî di nava wan de belav bike. Ger dayik bi zimanê bîyanî di mala xwe de biaxive û zarokên xwe hînî zimanê bîyanî bike, ev zaroka jî di nav civata xwe de tê helandin û zilm jî lê tê kirin. Di rastiyê de ev dayik ku di mala xwe de zarokên xwe û malbata xwe hînî zimanê dayikê neke, wê demê di warê rêxistinbûyina ziman de kêmasiyên gelekî mezin derdikevin holê û ev ji bo wê dayikê jî kêmasiyeke mezin e. 
 
Ger ez behsa têkoşîna li Rojhilatê Kurdistanê bikim, divê ez bêjim ku bi rastî têkoşînek wisa nîne, çimkî yên ku di wî warî de kar dikin gelek kêm in û rejîmên dagirker jî bi hemû şêwazekê hewl dide ku pêşiya wan çalakiyan bigire. Hin navend û sazî hene ku di vî warî de kar dikin, lê ev kêm in û tam nabin bersiv. Gelek kes hene ku seba ziman kar û çalakî kirine û niha di girtîgehan de ne. Em dikarin wekî mînaka vê yekê behsa mamosteya Zimanê Kurdî, Zara Mihemedî bikin ku tenê sûcê wê fêrkirina zarokan a bi zimanê dayikê bû. Lê belê ji ber fêrkirina zimanê kurdî hat girtin. Li Rojhilatê Kurdistanê kesên dilsojê zimanê dayikê hene û hewl didin li dijî helandina zimanê dayikê kar û xebatê bikin, lê ev jî kêm in. Hin ji wan bi awayê neyînî di nav torên civakî de xebatê dikin. Bi rastî li Rojhilatê Kurdistanê di nava şerd û mercên niha de ger kesek bixwaze saziyeke hînkariya zimanê dayikê veke divê ji dehan rêya de derbas bibin ku bikare saziyekê ava bike yan encumenekê çê bike. Divê em zêde di vî warî de hewl û têkoşînê bikin da ku em bikaribin pêşiya êrîşên li ser helandina ziman bigirin.
 
Ji bo em pêşî li helandina ziman bigirin divê em girîngiyê bidin perwerdeya bi zimanê dayikê ya zarokan. Di dibistana seretayî de yek ji sedemên sereke yên pirsgirêkên xwendin û hînbûnê ew e ku zarok ji ber desthildatdaran nikarin bi zimanê dayikê perwerdeya xwe bibîne.  Zarokên ku dest bi axaftinê kirine wexta bi zimanekî din ê ji bilî zimanê dayikê di pêşdibistanê û dibistana seretayî de dema biaxivin gelek zehmetiyan dikşînin. Li ser mijara perwerdeya bi zimanê zikmakî ya dema pêşdibistanê de gelek peyman û konferansên navneteweyî hatin lidarxistin. Wek Peymana Mafên Zarokan a di sala 1990'î de, Konferansa Cîhanî ya Perwerdehiyê ya ji bo hemûyan di sala 1990'î de li Jamtin û 1993'yan de li New Delhi. Di cîhana îroyîn de pirsgirêka zimanê zikmakî yek ji karên pêşîn ên hikûmetan e. Têkiliya di navbera perwerdehiya pêşdibistanê û perwerdeya bi zimanê zikmakî de pir nêzîk û girîng e, agahdarkirina malbatan, bi taybetî dayikan dikare bingehê bide ku zarok ji dayikbûnê ve bi zimanê xwe baş biaxivin. Em ji bîr nekin ku terikandina zimanê dayikê bi awayekî zanistî zerareke bêserûber dide pêvajoya pêşveçûna zarokê ya zanînî û hizrî, hestyarî û devkî.
 
Yek ji mijara girîng a ji bo pêşketin û rêxistinbûyina ziman zanista dîrokî ye lê belê di navberê de ne tenê zarok belkî mezin jî ji zanista dîrokî bêpar in ku qet zanyarî û agahiyan wan li ser dîrokê tunene wek em bibêjin wê mezinek qet fêm neke bê Cegerxwîn, Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, bê ji bo parastina kurdî çi kirine û mixabin haya gelek kesî hîn ji wan tune ye. Lê bi xwe min hertim hewl daye di çîrokên xwe de qala dîroka Kurdistanê bi her awayekî ji bo zarokan bînim ser ziman û bi wan bidim fêmkirin, hertim ez dîrok û xwezaya Kurdistanê û Kurdistaneke serbixwe di çîrokan de qal dikim û hest bi bedewiyê dikim. Rêberê azadîxwaz ê Hindistanê Mahatma Gandî dibêje: "Yê ku ziman û wêjeya xwe nexwîne dîroka xwe nas nake û yê ku dîroka xwe nizane dê paşerojek wan tunebe."
 
Niha ji bo pêşketina rêxistinbûyin û pêşketina zimanê kurdî pêdivî heye ku em hemû bi hev re hebin. Em kî dibin bila bibin divê bi her awayekî em li hev xwedî derkevin û bi tenêbûnê em ê nekaribin bibin milet.