Ziman netewan dike netew

  • 09:02 21 Sibat 2023
  • Ji Pênûsa Jinan
 
"Mirov piştî ku ji dayik dibin, di demek gelek kin de pêdiviyê bi ziman tînin. Ji lewre di xwezaya mirovan de bikaranîna ziman heye û ev yek jî gelek girîng e. Di lîstikan de di dayin û stendinê de, di kêf û henekan de, di şîn û şahiyan de, di kar û xebatê de, ango di her hêla jiyana mirovan de têkiliya herî xurt ziman e. Mirov ziman pêşî ji dayik û bavê xwe, ji malbata xwe, hîn dibe. Dûre li kuçeyê, li sûkê li dibistanan ev ziman pêş dikeve û geş dibe."
 
Fatêxan Taşli Tûnç
 
Mirov piştî ku ji dayik dibin, di demek gelek kin de pêdiviyê bi ziman tînin. Ji lewre di xwezaya mirovan de bikaranîna ziman heye û ev yek jî gelek girîng e. Di lîstikan de di dayin û stendinê de, di kêf û henekan de, di şîn û şahiyan de, di kar û xebatê de, ango di her hêla jiyana mirovan de têkiliya herî xurt ziman e. Mirov ziman pêşî ji dayik û bavê xwe, ji malbata xwe, hîn dibe. Dûre li kuçeyê, li sûkê li dibistanan ev ziman pêş dikeve û geş dibe.      
 
Wek ku tê zanîn roja zimanê dayikê; ji bona girîngî û pîrozbûna zimanê dayikê hatiya lidarxistin û her sal di 21'ê Sibatê de bi gelek çalakîyan tê pîrozkirin. Ev roja pîroz ji hêla neteweyên yekbûyî ve jî hatiye pejirandin. Çîroka vê roja girîng ev e ku; li Pakîstanê dest pê kiriye, ji bo zimanê dayikê xwepêşandan hatine lidarxistin. Di van xwepêşandanan de gelek ciwan hatine kuştin. Bi vê sedemê jî ev roj, ango 21'ê Sibatê bi şehadeta wan ciwanan, her sal tê bibîranîn û vê kevneşopiyê heta roja me ya îro berdewam kiriye.
 
Lê mixabin li erdnîgariya me, ji ber ku zimanê me kurdî ji aliyê serdestên herêmê hatiye qedexekirin, parastina ziman hatiye astengkirin, zext û zor li ser hatiye ferzkirin, îro zimanê me yê zikmakî, kurdiya me ya dewlemend bi wendakirinê re rû bi rû maye. Dîsa mixabin zarokên me bi zimanê xwe nizanin. Ji ber zext û zordestiyên desthilatdaran malbat di mala xwe de bi kurdî ango bi zimanê dayikê naaxivin.
 
Herwekî din li tevahiya dinyayê gelek ziman ji hêla rejîmên serdest ve hatine qedexekirin û hatine wendakirin, îro em jî di destê heman zordestiyê de diqilqilin û li berxwe didin. Zimanê me zimanekî dewlemend û bi çêj e. Zimanê me rûmeta me ye û divê em rûmeta xwe biparêzin. Zimanê me paşeroja me û pêşeroja me ye. Wî zimanê bi esl û fesl ku ji ber zextên dewletê di malbatan de neyê bikaranîn û axaftin helbet ew ê li kuçe û kolanan li sûkan li dibistanan jî neyê axaftin û ew ê roj bi roj were jibîrkirin.
 
Baş e, ka em li derdora xwe binêrin, gelo em çend kes zimanê xwe bi rêk û pêk bi kar tînin? Dev ji rêk û pêkiyê berdin em tu qedrî jî nadin zimanê xwe. Em weşanên bi kurdî naxwînin, em li televizyonên ku bi kurdî weşanê dikin temaşe nakin. Em li radyoyê ku bi kurdî weşanê dikin guhdar nakin. Ku em vana nekin ma zarokên me yê ji me fêrî çi bibin? Jixwe zextên fermî, di karê fermî de kurdî qedexe kirine lê bila em vê yekê baş zanibin ku qet nebe li mala xwe em serdestên malbatên xwe ne. Divê di malbatan de girîngiya zimanê zikmakî bê parastin. Ev yek ji bo zimanê me gelek pêwîst e.
 
Divê em vêya baş bizanibin ku bêyî zimanê kurdî kurdbûn tiştekî îfade nake. Ji ber ku ziman netewan dike netew, bi çi awayî be bila be, divê netew li ser zimanê xwe bisekine, li ser raweste û zimanê xwe biparêze. Rastî û hebûn bi ziman ve girêdayi ye.
 
Her rêzika ku divê bê nivîsîn divê bi kurdî be. Her bêje ya ku ji dev derdikeve divê bi kurdî be. Fikr û raman bila bi kurdî bin. Bila xewn û xeyalên me bi kurdî bin. Her weha bila hezkirin û evînên me jî bi kurdî bin. Em kurdî li ser jiyana xwe bidin ferzkirin. Bila armanca me ya sereke axaftin û bikaranîna zimanê me be.    
 
Divê ev rewşa xeter a ku zimanê me yê zikmakî ketiye nav, bi dawî bibe, em zimanê xwe rizgar bikin. Em dema bi zimanê xwe neaxivin em wê demê zimanê neteweyên din belav dikin û dewlemend dikin. Wek kurd em vê yekê jî baş zanin ku ekl û tahma zimanê me di tu zimanê cîhanê de jî nîne. Jixwe girîngiya zimanê me yê zikmakî jî ji vir tê. Wî zimanê xweş û zelal ji dest bernedin, kêfa dijminê xwe, dijminên vî zimanê qedîm bêhtir li xwe neynin. Nêrîna we ya siyasî çi dibe bila bibe, hûn li ser çi fikrê bin hûn zanin lê ji zimanê xwe, xwe qut nekin. Ji kerema xwe ji zimanê xwe hez bikin,
 
Ji hêla din ve dema ku em bi zimanê xwe bipeyivin, em hevokê xwe xweşik, bi rêk û pêk saz bikin. Em ji peyvên biyan û çêkirî bi dûr kevin.
Û ji bîr nekin em bi zimanê xwe hene.