Û qanûnek nû dertê…

  • 09:02 1 Kanûn 2022
  • Ji Pênûsa Jinan
 
 
“Çi qanûn bê derxistin bila bê derxistin, her çiqas der barê ku çiqas ceza tê dayîn sererastkirinên tehdîdwarî bên kirin jî, ez, tu û hûn em ê dest jê bernedin. Em ê tu car dest ji ragihandina rastiyê, ji gotina rastiyê, bernedin. Em ê ji şaşiyê re bêjin şaşî ye.”
 
Elîf Ungur
 
Ger civakek fikra xwe nikaribe bêje û ji parvekirinê bitirse, wê ew civak çiqas bigihêje asteke pêşketî, hevdem? Ku sedema wê tirsê bi girtîgehan bi dawî be…
 
Yek ji taybetiyên herî mezin ku mirovan dike mirov, bi riya hiş fikirîne, bi avakirina têkiliya sedem-encamê eleqeya navbera bûyeran de avakirine. Nikare pêşî li fikr û raman bê girtin, nikare bê sekinandin, nikarin bêjin‘tu bisekine, tu kêm biaxive, kêm vebêje’.Ya trajîkomîk ev e ku bi alîkariya dewletê ev di navbera têgeha destûra bingehîn de cih girtiye. Ji ber di destûra bingehîn de cih digire gelek komên pîşeyî hedef tên girtin. Ev polîtîkayek bi zanebûn e. Ya rast veguhertine polîtîkaya ‘hewldana bêdengkirinê’.
 
Tehdîda girtîgehê
 
Çapemeniya civakî qadeke ku mirov fikrên xwe bi îradeya xwe bêyî ku bitirse lê parve dike ye, bi awayekî azad dikare lê şîroveyên xwe bike. Li hember vê qadê bi pêkanîna sansurê re hewl tê dayîn îrade bê şikandin tunekirin û beramberê her gotinê tehdîda ‘tu yê bê girtin’ hebe. Ev bi giştî mafê mirovan tune dihesibîne, ev nêzîkatiyeke li dijî azadiya fikr û raman û îradê ye.
 
Israra vegerin yek kanalê
 
Di vê esasê de rojnameger jî hedef tên nîşandan. Hewl tê dayîn pîşeya wan bi dawî bikin û çavkaniyên nûçeyan veguhertin yek çavkaniyê. Hewl didin li dijî bûyerekê fikr û nêrîn hebe. Bi hebûna saziyên weşanê, tê xwestin ku mirov xwe bigihînin nûçeyên rast. Ji çavkaniyên weşanên rast û lêgerîna rast mirov dikarin xwe bigihînin nûçeyên esas. Nêrînek dertê holê û mirov dikarin wê fikrê parve bikin an jî şîrove bikin; Ger tu rojnameger bî ev ji bo te esas e. Rojnameger çavkaniyên xwe lêkolîn dike, xwe digihîne çavkaniyên rast, rastiya nûçeyê teyît dike û diweşîne, şîrove dike û fikra xwe îfade dike. Lê ka werin binêrin ku qanûnek dertê û di bin navê dezenformasyonê de dibêjin tu nikarî vê yekê jî bikî, tu nikarî bifikirî, şîrove bikî, ger tu bikî tuyê ceza bigirî. Ev pêkanînek dijmirovahî ye. Di rewşeke wisa de dixwazin hemû saziyê weşanan ji holê rabikin, hewl didin vegerin dema yek kanalekê. Lê ev tu car wê pêk neyê.
 
Çi qanûn bê derxistin bila bê derxistin, her çiqas der barê ku çiqas ceza tê dayîn sererastkirinên tehdîdwarî bên kirin jî, ez, tu û hûn em ê dest jê bernedin. Em ê tu car dev ji ragihandina rastiyê, ji gotina rastiyê û lêgerîna rastiyê bernedin. Em ê ji şaşiyê re bêjin şaşî ye û ev dezenformasyon parçeyek polîtîkaya şaş e. 
 
*Rojnameger, Girtîgeha Jinan a Amedê