Zarokên 4’ê Nîsanê

  • 09:01 9 Nîsan 2022
  • Ji Pênûsa Jinan
"Ev hezkirin û kelecana 4’ê Nîsanê jî çavkaniya xwe ji vêderê digire. Dema ku mirov pirsa 4’ê Nîsanê ji bo te tê çi wateyê, raberî zarokan dike, bi gelemperî bersiva 4’ê Nîsanê rojbûna me ye, zayîna Gelê Kurd e tê dayîn. Ew kêyfxweşî û kelecana li ser rûyên zarokan hêviyên serkeftina pêşerojê di dilê mirov de mezin dike." 
 
Mizgîn Marînos
 
Nîsan... Di vê mehê de xweza bi temamî xwe bi rengên kesk, sor, zer, şîn û mor dixemlîne. Zindiyên di xwezayê de oksîjenekî bê hempa distînin û kirasekî nû li bejna xwe radipêçin. Ev dibe nûbûn û ji nûve vejînek. 
 
Mîlada 4’ê Nîsan jî ji bo Gelê Kurd heman wateyê dide, ango jinûve şînbûna gelekî ku dibin pencên qirkirinê de tune dibû, ji nûve vejîn ji nûve ji dayîkbûn. Di heman demê de bûyîna xwedî nasname û naskirina xwebûna xwe.
 
Di 4’ê nîsana 1949’an de li gundê Amara navçeya Xelfetî girêdayî bajarê Rihayê, di berbanga sibehê ku xwezayê careke din xwe xemilandiye de, rojekî geş ku tîrêjên xwe belavî tevahî Rojhilata Navîn kiribû ji bo gelan hilat. Rêber û pêşengekî ku qedera gelekî bindest di çerxa sedsalekî dijwar de tine dibûn da guherandin, ji dayîk bû... 
 
Ew rêberê gelan Rêber Abdullah Ocalan bû. Ji bo wê ye ku her kesekî ji heft salî heya heftê salî ku li azadiya xwe digere, dixwaze li derdora Rêber Apo bibe xelek û xwe bi felsefeya wî jinûve ava bike. 
 
Di sedsala 21'emîn de şerên ku rû didin herî zêde jin û bi taybet jî zarok bi awayek neyînî bandor dibin. Ji bo wê zayîna 4’ê Nîsanê ji bo xilasbuna zarok û jinên li Rojhilata Navîn hertim bûye deriyê hêviyê.
 
Gelekî weke Gelê Mexmûr ku pişt dayî pişta têkoşîna azadiyê û serî li hemberî çewisandin û qetlîamên dewleta Tirkiyê rakirî, bi berxwedan û têkoşînekî mezin heya binya deşta çiyayê qereçox hatiye û bicih bûye herî zêde vê zayîna dîrokî bi kelecan û watedar pîroz dikin. 
 
Pîrozkirina 4’ê Nîsanê ku li wargehê bûye kevneşopiyek dîrokî her sal Mîhrîcana Çand û Werzîşî tê lidarxistin, erk û keda herî mezin jî dikeve li ser milê zarok û mamosteyan. Du meh beriya 4'ê Nîsanê amadekarî tên destpêkirin û heta roja dawiyê jî her ferdek bi fedekariyek mezin seferber dibe.
 
Her kesekî ku ji derveyî wargehê tê dema ku mirov li sohbeta wan guhdar dike yek ji tişta ku herî zêde bala wan dikişîne xweşikbûn û kûr mêzekirina çavên zarokên Mexmûrê ye. Ji ber ku di kûrahiya awirên çavên wan de di yek kêliyê de hestên keyîfxweşî, berxwedan, hêviyên azadiyê, bêrîkirin û mereqa xaka welatê wan peyda dibe. Ev hestên xweşik û watedar yên zarokên Mexmûrê di mihrîcana 4’ê Nîsanê de diherikin ser rûpelan. Her zarokekî ku tevlî vê mihrîcanê dibe bejna xwe bi cilûbergên netewî yên rengûreng qada şahiyê weke rengê biharê dixemlînin. 
 
Her zarokek di wêne, helbest, stran û her cureyek yê çalakiya xwe de bi kelecanî dikeve pêşbaziyê ku çewa xweşik bikare van xeyal û hezkirinên xwe biwate bike û darêjîne ber çavan. Di her hunerekî ku hatiye xîzkirin û avakirin de çand û xeyalên pêre mezin bûne derdikevin holê. Her peyva ku ji nava lêvên wan derdikeve hezkirina wan ya ji bo Rêber Apo rave dike. Xeyala wan a herî mezin jî rojekê di welatekî azad de bi Rêberê xwe re jiyan kirine. Gelo ma her zarokekî ku vê hêviyê di dilê xwe de bi hewîne û mezin bike çewa nikare bigihije vê armanca xwe? Bedel çi dibe bila bibe, çi qas demdirêj bibe bila bibe her rojekê ev hêviyên zindî wê jiyanî bibin.
 
Gelek caran tê pirsîn ev hezkirin û bawerî çavkaniya xwe ji çi digire... Gelekî ku beton li ser hatî rijandin, ziman û çanda wê hatî qedexe kirin derketinekî weke ya Rêber Apo şansekî mezin û dîrokiye. Zarokên Mexmûrê ku li ser xaka xwe penaber bûne, bi saya vê zayînê bi çand û zimanê xwe bi hebûna xwe ya resen re mezin bûn. Rêber Apo dibêje "Zarokên Mexmûrê Zarokên min in". Ev gotina giranbiha di bîr û remanên her zarok û ciwanekî ku di wargehê de jiyan dike, şîn buye. 
 
Ev hezkirin û kelecana 4’ê Nîsanê jî çavkaniya xwe ji vêderê digire. Dema ku mirov pirsa; 4’ê Nîsanê ji bo te tê çi wateyê? Raberî wan dike, bi gelemperî bersiva; 4’ê Nîsanê rojbûna me ye, zayîna Gelê Kurd e derdikeve. Ew kêyfxweşî û kelecana li ser rûyên wan hêviyên serkeftina pêşerojê di dilê mirov de mezin dikin. 
 
Di 4’ê Nîsanê de bi dayikbûna Rêber Apo re felsefeya ji mirinê jiyan afirandin, weke çanda herî bi kok di Kurdistanê de tê jiyîn û belavî hemî cîhanê bûye. Her ku reman û felsefeya Rêber Apo li cîhanê belav dibe, zêdetir yekitiya gelan saz dibe û li dora hev kom dike. Keda jinê ku bi hezaran salan hatibû wendakirin, hebûn û rastiya jinê dibû mijara nîqaşê, jinûve derket ser rûyê cîhanê û bi rastiya xwe re hat hunandin. 
 
Bi destpêkirina werza biharê re helwest û rûhê têkoşînê yê di 8’ê Adarê û cejna netewî ya Gelê Kurd Newrozê de derketî pêş, di 4’ê Nîsanê de heman rûh derket pêş. Tekane daxwaz û armanc; azadiya fizîkî ya Rêber Apo, di têkoşîn û berxwedanê de israr, li dijî siyaseta qirkirin û dagirkeriya xaka Kurdistanê berxwedan û misogeriya serkeftinê bû. Ji ber ku em dizanin ji derveyî berxwedan û serkeftinê tu rêyên me yên din nîne.