Runiştina Şadiye Manap a 30 sale girtiye hat talqokirin

  • 20:43 1 Hezîran 2023
  • Hiqûq
KOCAELÎ-Şadiye Manap ya 30 sale girtiye roja wê bihata tahliyekirin hat binçavkirin û girtin bi îdiaya ‘avakirina rêxistinê û rêvebirin’ doz lê hat vekirin. Duyemîn runiştina dozê hat dîtin û heyeta dadgehê ji bo lêkolînkirina delîlan doz taloqî 21’ê Hezîranê hat kirin.
 
Der barê Şadiye Manap ya 30 sale girtî bû di 1’ê Kanûna 2022’an de ji girtîgeha Jinan a Gebzeyê  hat tahliyekirin di 5’ê Kanûnê de dîsa hat giritn û der barê wê de bi îdiaya ‘rêxistin avakirin û rêveberin’ doz hat vekirin û duyemîn runiştina dozê li 2’emîn Dadgeha Ceza Giran hat dîtin.
 
Şadiye bi SEGBÎS’ê tevli runiştinê bû û parêzerên Şadiyeyê daxwaz kirin ku delîlên bûne mijara sûcdariyê bên lêkolînkirin. 
 
Heyeta dadgehê daxwaz qebûl kir û runiştin taloqî 21’ê Hezîranê kir.