Derbarê Eren Keskin de biryara beratê hat dayin

  • 15:18 1 Hezîran 2023
  • Hiqûq
 
 
ÎZMÎR - Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn darizandina bavê Denîz Poyraz rexne kiribû.  Eren ji ber vê yekê dihat darizandin. Dadgehê derbarê dozê de biryara beraetê da. 
 
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, darizandina bavê Denîz Poyraz a li avahiya HDP’a Îzmîrê hatibû qetilkirin Abdulîllah Poyraz rexne kiribû. Bi hinceta ku Eren Keskîn nerazîbûn nîşan daye, derbarê wê de doz hatibû vekirin. Danişîna duyemîn a doza Eren li 18’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê hat lidarxistin. Eren bi îdiaya “heqaret li wezîfedarê cemaweriyê kiriye” û “kesên li dijî terorê têkoşiyane hedef nîşan daye” dihat darizandin. Eren û parêzerên xwe di danişînê de amade bûn. Malbata Deniz, Serokê Rûmetê yê ÎHD’ê Akin Bîrdal, Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yilmaz û gelek kes tev li danişînê bûn. 
 
Piştî tespîta nasnameyê Eren û parêzerên xwe parastinê kirin. Eren xwest were beraetkirin. Parêzerên wê jî parastinê kirin û daxwaza beraetê kirin. 
 
Biryara beraetê hat dayin
 
Şandeya dadgehê diyar kir ku ev sûcê ku Eren jê tê darizandin nabe ku bibe sûcê yasayê û derbarê Eren de biryara beraetê da. 
 
Piştî danişînê li ber edliyeyê daxuyanî dan û û hat destnîşankirin ku darizandina Eren darizandina azadiya raman û derbirînê ye.