Derbarê Elîf Tîrenç Îpek de biryara beraetê

  • 13:42 1 Hezîran 2023
  • Hiqûq
 
 
AMED - Di daneşîna doza Endama Lijneya Rêveberiyê ya Komeleya Jinan a Rosayê Elîf Tîrenç Îpek Ulaş de ku derbarê rêvebertiya komeleyê de hat dîtin biryara beraetê hat dayîn.
 
Danişîna biryarê ya doza ku der barê Endama Lijneya Rêvebiriyê ya Komeleya Jinan a Rosa ku li Amedê xebatên xwe dimeşîne Elîf Tirenç Îpek Ulaş ku bi îdaya "endamtiya rêxistinê" lê hatibû vekirin li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Elîf û parêzerên wê Gozde Engîn, Asya Cemre Işik û Zuhal Işik beşdarî danişîna dozê bûn ku ji bo Elîfê heta 15 salan cezayê girtîgehê dihat xwestin.
 
Di danişînê de makamê îdiayê nêrîna ku di danişîna berê de dabû dubare kir û daxwaza cezakirinê kir.
 
Beraat xwestin
 
Elîfê û parêzerên wê diyar kirin ku Komeleya Jinê ya Rosa li ser mafên jinan xebatên xwe dimeşîne. Parêzeran anî ziman ku xebatên komeleyê di çarçoveya rêxistinbûn û azadiyê de ne û beraeta muwekîla xwe xwestin.
 
Heyeta dadgehê piştî parastina parêzeran navbereke kurt da danişînê û piştre jî piryara beraeta Elîfê da.