Danişîna doza H.K.G. destpê kir: Em bi hev re bi hêz in

  • 12:12 30 Çile 2023
  • Hiqûq
 
STENBOL - 1'emîn danişîna doza damezrînerê Weqfa Hîranûr Yusuf Zîya Gumuşel û Kadîr Îsteklî li Edliyeya Anadoluyê tê dîtin. Beriya danişînê Jin bi Hev re bi Hêz in li ber edliyê daxuyaniyek da û gotin: "Dê heta dawiyê şopdarê dozê bin û em ê bi hev re bi hêz bin." 
 
Damezrînerê Weqfa Hîranû ku girêdayî Cemiyeta Îsmaîlaga ye Ziya Gumuşel zaroka xwe ya 6 salî .H.K.G. bi murîdê xwe Kadîr Îsteklî re "zewicandibû" û bi vê helwesta xwe çavê xwe li tecawiza li zarokê hat kirin re girtibû. H.K.G. di sala 2020'î de gilî kiribû lê ser bûyerê hatibû giritn û di cotmeha 2022'yan de hatibû aşkerakirin. Piştî bertekên ku hatin nîşandan, Kadîr Îsteklî kû Yusuf ZIya Gumuşel di 14'ê kanûna 2022'yan de hatin binçavkirin û piştre jî hatibûn girtin. 1'emîn danişîna dozê îro li Edliyeya Anadolyê li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran tê dîtin.
 
Beriya danişînê avahiya edliyê ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin û bariyer danîn li ber edliyê. Ji bo şopandina danişînê gelek nûnerên sazî û rêxistinên sivîl, hiqûqnas, parêzvanên mafên mirovan, siyasetmedar û bi sedan kes hatin ber edliyê. Beriya danişînê ji hêla Jin bi Hev re bi Hez in daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta 'Malbat, mêr, cemaat îstîmar dikin, dewlet jî sûcdaran diparêze'. Ji hêla Navenda Piştevaniya Jinan a Bodrumê ve jî 'Em bi têkoşîna femînîzmê alîgir in', Meclîsa Jinan jî 'Em nabin alîgirên êrişkaran, em ê hesabê bipirsin' pankart vekirin. Her wiha dawîzên wekî "Em ê ji hevkaran hesabê bipirsin", "Teqes hûn bi tenê nameşîn" hildan. 
 
Endama Jin bi Hev re bi Hêz in Cemîle Baklaci metna daxuyaniyê xwend û got: "Em îro dibêjin em bi hev re bi hêz in û em ji bo piştevaniyê mezin bikin li vir in. Divê dewlet ne tarîkat, divê jin û zarokan biparêze, ji bo vê em li vir civiyan. Em dibînin ku hewldana veşartina bûyerê heye. Bi kurtasî mêr, malbat, tarîkat û cemat êriş dike û dewlet jî êrişkaran diparêze. Em jin carek din dibêjin em ne edaleta mêr em edaleteke rasteqîn daxwaz dikin, ji bo vê em li vir in. Em ê şopdarê dozê bin û em dizanin ku em bi hev re bi hêz in. Ne tenê faîl divê kesên ku berpirs in, rayedar in hesabê bidin. Em ê ji bo vê yekê têkoşîna xwe bidomînin û dengê xwe bilind bikin. Serî rakirina me ji bo hemû zarokan e, li dijî xizaniyê, ji bo cîhaneke azad û wekhev em serî radikin. Serî rakirina me ji bo darizandinê ye. Em ê li dijî şebekeyên sûc ên ku di nav mekanîzmayên dewletê de cih girtine têkoşîna xwe bidomînin û em ê piştevaniya xwe mezin bikin."
 
Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.
 
Piştî daxuxaniyê girse derbasî edliyê bûn. 
 
Her wiha Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ji bo danişînê biryara qedexeya weşanê da. Herwiha hat diyarkirin ku Saziya Tipa Edlî (ATK) ji bo H.K.G. biryara ku derûniya wê xira bûye daye. 
 
Kata ku danişîn bê dîtin ji hêla polîsan ve bi bariyeran hat girtin. Bi sedan kesên ku ji bo şopandina dozê hatin, negirtin salonê û tenê hin parêzer, Seroka Baroya Stenbolê Fîlîz Saraç, Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Derya Yanik girtin salona danişînê. Hiqûqnas û parêzerên ku xwestin tevlî danişînê bibin hatin astengkirin. Parêzer Pinar Akbîna bertek nîşanî negirtina salonê da û got: "Hûn çima me asteng dikin, mafê wê nîne ku hûn me asteng bikin." Her wiha mêrê ku ji bo piştevaniya tecawizkaran hatî danişînê, parêzer Pinar taciz kir. Piştî bertekan tacizkar ji edliyê hat dûrxistin. 
 
Parêzer daxwaza saloneke mezin kirin û Şandeya Dadgehê daxwaz red kir, lê bi israra parêzeran salon hat guhertin û danişîn dê li Bloka C bê dîtin.