Di Doza Kobanê de biryara navberê hat dayîn

  • 11:18 3 Kanûn 2022
  • Hiqûq
 
ENQERE - Şandeya dadgehê ku di Doza Kobanê de biryara xwe ya navberê aşkere kir, hemû daxwazên siyasetmedar û parêzeran red kir û biryar da ku ji bo biryara DMME ya derbarê Yuksekdagê de dabû wergêrînin tirkî, muzakere were nivîsandin. 
 
Danişîna 19’emîn a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav de 17 jê girtî bi giştî 108 kes ji ber çalakiyên 6-8’ê Cotmeha 2014’an ên li dijî êrişa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê hatibûn lidarxistin tên darizandin, li Eywana Danişînan a Girtîgeha Sîncanê hatibû lidarxistin bi rûniştina 8’an bi dawî bû. 
 
Şandeya dadgehê biryara xwe ya navberê aşkere kir.
 
Di danişîna li Eywana Danişînan a Girtîgeha Sîncanê hate lidarxistin de, şandeya dadgehê biryara xwe ya navberê aşkere kir. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) di 8’ê mijdarê de derbarê Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya Berê Fîgen Yuksekdag de biryarek dabû. Parêzerên Fîgenê xwest ku dadgeh biryara DMME’yê jî têxe nava dosyayê. Dadgehê jî daxwaza parêzeran qebûl kir û biryar daku ji bo wergêra biryara DMME’yê ji Serokatiya Daîreya Mafên Mirovan a Wezareta Dadê re muzakere were nivîsandin. 
 
Şandeya dadgehê di rûniştina du hefteyan de hemû îtîraz û daxwazên siyasetmedar û parêzeran ên derbarê rêbaza mutalaa û darizandinê de red kir û biryara berdewama girtina siyasetmedaran da.