Burak Ercan ê dest dirêjî 40 zarokan kiribû dê sibê dîsa were darizandin

  • 22:32 1 Kanûn 2022
  • Hiqûq
 
ŞIRNEX - Derheqê kiryar Burak Ercan ê ku 40 zarokan bi peyamên telefonê tacîz kiribû, ji bo girtina îfadeyên zarokan dê sibê dîsa were darizandin.
 
Burak Ercan ê ku li Lîseya Anadolu ya li navçeya Cizîra Şirnexê peywirdar bû ku di heman demê de jî nûnerê dibistanê û Egitîm Bîr - Sen a ku Girêdayî Memûr-Senê ye, bi peyamên telefonê nêzî 40 xwendekarên zarok taciz  kiribû. Derbarê kiryar Burak Ercan de, bi îdîaya îfadeyên du mexdûrên cuda ne zelal in biryara beraatê da. Di çarçoveya îfadeyên du mexdûrên cuda de, li kiryar Burak Ercan li gorî xala 1’em a madeya 150’an de ji ber îstîsmara hêsan 15 meh ceza hat dayîn. Ji ber ku Burak Ercan karmendê cemaweriyê ye û dubarekirina sûcê, heyeta dadgehê cezayê wî nîvco zêde kir û bi giştî 22 meh û 15 roj cezayê girtîgehê lê birî.
 
Têkîldarî bûyerê dadgeh ji bo girtina îfadeyên xwendevanên ku dev ji giliyên xwe berdabûn, kiryar Burak Ercan wê dîsa were darizandin.
 
Danîşîn dê sibê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê de were dîtin.